05/03/2010 |
Gulistan AKSOY - AMED Dayika Sosin, ku ji ber zilm û zordariya leşkaran neçar ma warê xwe terk bike, piştî 16 salan vê carê bi dilxwazî ji bo aştiyê wekî qasida aştiyê vegeriya Tirkiyeyê. Dayika Sosin ku piraniya temenê wê di rêwîtî û koçberiyê de derbas bûye, serpêhatiyên xwe yên 16 salan êş û keserên 16 salan, sal bi sal anî ziman û wiha got: "Gel ji ber pêkutiyên zêde û ferzkirina cerdevaniyê neçar ma ku ji warê xwe derkeve. Lê dewletê hem em ji warê me kirin û hem em dersînor kirin." Ji endamên Koma Çarseriya Demokratîk û Aştiyê ya ji Mexmûrê Sosin Yaman, têkildarî serpêhatiya xwe ya ji sala 1994'an ji Şirnexê ber bi Başûr ve a 16 salan vegot. Yaman, diyar kir ku di destpêka 1994'an de gelê Şirnexê, ji ber şêrê li herêmê dihate meşandin gelek zor û zahmetî kişand û wiha got: "Botanê gelekî zor û zehmetî kişand. Ji ber serîhildanên gel belav dibûn, pêkutiyên li ser her diçû zêdetir dibûn. Li gel pêkutiyên li dijî gel, cerdevanî jî dihate ferzkirin. Li Botanê û bi taybetî j îli Qilebanê dixwestin hemû kes bibin cerdevan." BI GULEYÊ BIRÎNDAR BÛ Yaman, bi bîr xist ku di Newroza 1992'yan a li gundê Ribinê yê girêdayî Qilebanê, bombe bi ser malên wan hatine berdan û di encamê de bapîrê wê jiyana xwe ji dest daye û ew bi xwe jî ji lingê xwe birîndar dibe. Dayîka Sosin wiha behsa wê demê wê demê dike: "Di bombebarankirina gund de, li gel bapîrê min kesekî din jî jiyana xwe ji dest dabû." XWARIN TUNEBÛ Dayika Yaman, desnîşan kir ku ji ber pêkutî li ser wan zêde bûne û cerdevanî li ser wan ferz kirine, xwestine biçin bajarên rojava lê dewletê nehiştiye û ew derxistine derveyî sînorê Iraqê. Yaman wiha got: "Pêkutiyên li dijî me zêdebûn. Hewl didan em cerdevaniyê qebûl bikin. Me jî li hemberî pêkutiyan xwest derbasî bajarên rojava bibin lê dewetê em dersînor kirin û berê me da Iraqê. Pişt re em heta demekê li Qampa Bihêrê man. Şertên wir gelekî zahmet bûn û me gelekî zahmetî dikişand. Gelekî caran balafir di ser cihê me de diçûn. Bi me û zarokên me re tirsek mezin çêdibû. Ji ber vê yekê jî em derbasî Qampa Wersivê bûn. Heta wê demê em li wir man. Li wir jî ji ber şert û mercên heyî yên nebaş êm derbasî Geliyê Qiyametê bûn. Li wir jî ambargo ya xwarinê ji bo 90 rojan danîn ser me. Ne xwarin hebû û ne jî tiştek hebû em bidin zarokên xwe. Gelekî caran zarok û jin diçûn berû dianîn û me dikelandin û di beroşan de piştî dihatin pelçiqandin, me dixwarin. Lê li gel vê birçîbûnê jî me li ber xwe da." RÊWÎTÎ DIJWAR DIBÛ Yaman, diyar kir ku pişt re heyetên Neteweyên Yekbûyî hatine û ew bi wesayîtan birin Qampa Etrûşê û serpêhatiya xwe ya li wir wiha vegot: "Heta demekê em li wir man. Qamp girêdayî şexaniyên ereb bû. Qampa Nînowayê di navbera kurd û ereban de bû. Heta demeke dirêj em li wir man. Pişt re em jiwir ji ber pêkutiyan reviyan. Ji wir jî em derbasî Şêxanê bûn, lê ji ber ku eraban nehiştin, em tenê 2 mehan li wir man. Herî dawiyê jî em derbasî Qampa Mexmûrê bûn. Ev 10-12 de sal in ku em li Mexmûrê ne." JINAN PÊŞENGÎ KIR Yaman, anî ziman ku di avakirina jiyana li Mexmûrê de jinan rolekî pêşeng lîstiye û wiha axivî: "Di avakirina jiyana li Mexmûrê de jinan pêşengtiyeke mezin kir. Jin di warê ûslûp, aheng, azadî û perwerdehiya mala xwe de û zarokên xwe tim li pêş in. Asta xweîfadekirina wan jî gelek pêşketî ye. Her wiha jinên li Mexmûrê rêxistinkirî ne. Mirovên li qampê hevdû fam dikin. Wekheviyek di navbera jin û zilaman de heye û hemû zilam hûrmetê nîşanî jinan didin. Jin ji bo rêxistinkirina xwe ava bikin, timî di nava hewldan û xebatan dene. Mala Gel heye li wir hemû zarok lê bi kurdî tên perwerdekirin. Jinên xwedî zarok jî, beşdarî dersên ziman dibin. Jinên li wir ji xwe bawer û bi rêkûpêk in. Jin di nava komîteyên xebatên komîtê, Wekfa Jinan û Meclîsa Gel de jî cîh digirin. Jin di her warî de tên perwerdekirin. Ez karim bêjim ku jinên li Mexmûrê derfetên xwe yên azadiyê ava kirine." BÛ QASIDA AŞTIYÊ Yaman, der barê vegera piştî 16 salan a wekî qasida aştiyê jî hestên xwe anîn ziman û ev tişt gotin: "Em wekî qasidên aştiyê di demek girîng de hatin Tirkiyeyê. Ji qampên li ser rê, heta Iraqê, ji Iraqê jî heta ber Deriyê Sînor ê Xabûrê gêl em pêşwazî dikirin. Di pêşwazîkirina li ber Deriyê Xabûrê û heta Amedê tê digot qey cîhan rabûye ser piyan. Coş, moral û nêzîkatiya gel bandorek gelekî mezin li ser me çêkir. Heta em sax bin em dê nikaribin deynê gelê kurd bidin. Di dema pêşwazîkiya li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê ji ber coşa mezin min digot qeyn em dê ji ser wesayêta aştiyê bifirin. Dema me ew heskirin û coşa gel dît, me di qot qeyn qiyamet rabûye. Me got qey Kurdistan azad bûye. Di tu deverê de ewqas mirov ji bo aştiyê ranebûne ser piyan. Ji ber coşa zêde me dixwest xwe ji wesayîtê bavêjin nava gel." 'ÊDÎ ROJ ROJA JINAN E' Ez 100'emîn salvegera 8'ê Adarê Roja Jinên Cihanê li hemû jinên azadî xwaz pîroz dikim. Me di sala 1996'an de, 8'ê Adarê li Qampa Penaberan a Etrûşê pîroz kir. Em 14 hezar mirov bûn gotin; 'roj roja jinan e' bi hezaran jin li qada wir hatin cem hev. Vê yekê coşek mezin da jinan û hemû jin daketin qadê. Ji sala 96'an û vir de em timî 8'ê Adarê pîroz dikin. Jin di ferqiya 8'ê adarê dene û ji serê sibatê dest bi amadekariyan dikin. Em dîsa salvegara 100'emîn a 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin. Ji bo jinan rojek bi wate û pîroz e.Dayika Sosin da zanîn ku ji ber sedemên aborê, ji ber li Mexmûrê kar nebû û derfetên wan kêm bûn, hevresê wê derbasî Bakur bû û wiha got: "Li Bakur di sala 1999'an de li wir hate girtin û rastî cezayê muebetê hat. 11 salin di girtîgehê deye.” Bi hesreta welat dijîn Di salên koçberiyê de di tevahî zor û zahmetiyên ku me dikİşand de hesreta vegEra welat hebû, hîna jî xemgîniya me ya qetîna ji welat derbas nebûye. Hêvî û daxwaza me ew e ku welat azad bibe û hemû kes vegerin ser axa xwe. Em dixwazin zarokên me di warekî azad de perwerdehiya xwe bibînin. Derfet û îmkan ji bo jiyana me çêbin." |
Friday, March 5, 2010
Dayikek, jinek û têkoşereke aştiyê:Sosin Yaman
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment