Friday, March 5, 2010

Daxwazên xwe yên azadiyê anîn ziman


05/03/2010 

Jinan bi minasebeta 100’emîn salvegera 8’ê Adarê bi dirûşma “Jin dê di sala 100’emîn de bi têkoşîneke hevpar cîhaneke azad ava bikin” daketin qadan. Mîtînga duyem li Gimgima Mûşê û Gevera Colemêrgê hate lidarxistin. Jinan serê sibe bi  cilên xwe yên kurdewarî li xwe kirin û daketin qadan û daxwazên xwe yên aştî û azadiyê anîn ziman.  
Li Gevera Colemêrgê bi mebesta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê, komeke qerebalix li ber Parka Ehmedê Xanê hatin cem hev û ber bi qada mîtîngê ve meşiyan. Parlamentera BDP'ê ya Şirnexê Sevahîr Bayindir, Şaredera Geverê Ruken Yetîşkîn, Şaredara Qilebanê Şukran Sîncar, endamên Koma Aştiyê jî di nav de nêzî 5 hezar jin bi pankartên "Serokatiyeke Azad, Nasnameyeke Azad û Xweseriya Demokratîk", "Em li dijî fereseta zilaman ber bi jinên Apocu ve dimeşin" û "Dê Tirkiye bi jinan re azad bibe" vekirin dest bi meşê kirin. Di mîtîngê de wêneyên Sema Yuce, Bêrîtan, Viyan Soran û Amarayê hatin vekirin. 
Endama Meclîsa Jinan a Geverê Evrîm Îke, bal kişand ser têkoşîna jinan. Şaredara Geverê Rûken Yetîşkîn jî diyar kir ku di şerê hatiye kirin de bedela herî giran jinan kişandiye. Parlamentera BDP'ê ya Şirnexê jî bal kişand ser serhilanên Geverê û wiha got: "Gelê Geverê bi serhildanên xwe azadî qîriyaye. Jinên Geverê her tim di serhildanan de ne û her yek di riya Sema û Zilanê de dimeşin" Di mîtîngê de gelek posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên Konfederalîzma Demokratîk hatin verkirin û bi stranan bi dawî bû.

Berhemên 30 salan li holê ne…
Jinên li ber BDP'a Gimgimê hatin cem hev heta qada mîtîngê meşiyan. Şaredara Gimgimê Gulşen Deger, endamên PM'ê yên BDP'ê Yildiz Aktaş û Bîrcan Demîr, Endama DOKH'ê Sultan Esen jî di nav de bi sedan jin tevlî bûn. Di mitîngê de dowîzên "Goran ne malên jiyana azad", "Jinên Rojê dê bi Rojê azad bibin" û "Jin, jiyan, azadi" hilgirtin û ji bo Ocalan gelek slogan berz kirin. Şaredara Gimgimê Gulşen Deger, diyar kir ku di şerê 30 salan de ku li ser vê erdnîgariyê pêk hatî xeyalên jinan û zarokan hilweşandiye.MÛŞ- COLEMÊRG


No comments:

Post a Comment