05/03/2010 |
Xebatkarên ROJ TV’ê serdegirtin û binçavkirin bi çalakiyê protesto kirin û kolana ku diçe studyoyan ji trafîkê re girtin. Xebatkarên ROJ TV’ê bangî saziyên çapemeniyê yên navneteweyî kir ku piştgiriyê bidin ROJ TV’ê. Banga xebatkarên Roj TV’ê wiha ye: “Serdegirtina polîsên belçîkî ya li ser studyoyên ROJ TV’ê li hemberî azadiya çapemeniyê êrîşa herî giran e. Her wiha ev êrîş li hemberî gelê kurd û gelên ku li Kurdistanê dijîn binpêkirina mafê bi zimanê xwe weşanê, parastina çandê û mafê nûçegirtinê ye. Rayedarên Belçîkayê di sala 1996’an de jî bi agahiyên nerast ve li heman cihî bi ser studyoyên MED TV’ê de girtibûn. Lê îdia û agahiyên ku dewleta tirk dane nerast derketibûn û MED TV beraet kiribû. Niha dîsa bi heman mantiqî heman rêbaza şaş tê ceribandin. Dixwazin gelê kurd û sazî, rojanemeger û siyasetmedarên kurd bikin qurbana hesabên qirêj. Televîzyon kurd di encama zext û zordariyên dewleta tirk, Îran û Sûriyeyê de li sirgûniyê weşanê dike. Bêdengkirina televîzyona kurd tê wateya piştgiriya nijadperestî û şer. Studyoyên ROJ TV’ê ji aliyê polîsên serpoş ve hatiye girtin û xebatkar hatine binçavkirin. Ev ji bo demokrasiya Belçîkayê û hiqûqa Ewropayê şermeke mezin e. Em wekî xebatkarên ROJ TV’ê bang li rayedarên Belçîkayê dikin ku dev ji van pêkanînên li dijî demokrasiyê berdin. Em bang dikin ku nebin amûrên polîtîkayên dewletên Tirkiye, Îran û Sûriyeyê yên dijberî kurdan. Em bi lezgînî bang li saziyên navneteweyî û di serî de li saziyên çapemeniyê yên Ewropayê û cîhanê dikin ku li dijî van pêkanînên neheq derkevin û piştgiriyê bidin ROJ TV’ê.” |
Friday, March 5, 2010
Ji xebatkarên ROJ TV’ê banga piştgiriyê
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment