Friday, March 5, 2010

Li Êlihê goreke tomarî hate dîtin


05/03/2010 

Erdogan ALTAN - ELIH/DÎHA

Cenazeyên gerîlayên PKK’ê û welatiyên sivîl ku di salên 1990-2000’an de di pevçûn, operasyon û binçavan de hatibûn qetilkirin û bi komî hatibûn definkirin, yek bi yek tên dîtin. Herî dawî li nêzî gundê Bahewê yê Kercewsa Êlihê, goreke tomarî ku aydî 13 gerîlayên PKK’ê ye hate dîtin. 
Hate zanîn ku di tebaxa sala 1995’an de pêvçûnek derket û di encama pevçûnê de 3’ê ji wan jin 13 gerîlayên PKK’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Hestiyên endanên PKK’iyan, piştî 15 salan di encama xuşikandina axê de derketin ser ruyê axê. Bi dîtina vê gora tomarî re hêjmarên gorên tomarî ku heta niha hatine dîtin û li Navenda Giştî ya ÎHD’ê hatine qeydkirin derket 61’an. Li gorî qeydan, ji 61 goran 48 gor ên PKK’ê û 13 gor jî ên sivîl in. Her wiha Di 48 goran de 648 cenazeyên endamên PKK’ê û di 13 goran de jî 164 cenaze kesên sivîl, bi tevahî 802 cenaze hatin qeydkirin. Ji van goran jê 7’ê wan bi riya ÎHD’ê hatin vekirin. Ji van gorên tomarî 3’ê ji wan bi encam bûn. Yên din jî hêj li saziyên Edlî testa DNA’ya wan tên kirin. 
 
BI BARANÊ DERKET
Gora tomarî ku aydî 13 gerîlayên PKK’ê ne, li nêzî gundê Bahewê ya Kercewsa Êlihê hate dîtin. Di sala 1995’an de di navbera Artêşa Tirk û PKK’ê de pevçûn qewimî û jê 3 jin bi tevahî 13 gerîlayên PKK’ê jiyana xwe ji dest dan û bi komî hatin definkirin. Piştî 15 salan ji ber ba, baran û berfê ax xuşikî û hestî û cilên PKK’iyan derketin ser ruyê axê. Di gorê de egalek, şutikek, eynika destan, gore û gelek hestî derketine derve. 
V.K. ê ku di wê demî li gundê Bahewê dima, diyar kir ku wê demê kes nikaribû biçûya herêma ku gora tomarî lê ye. V.K. anî ziman ku di meha tebaxa 1995’an de li ser îxbarê operasyonê dest pê kir û pêvçûn derket. V.K, da zanîn ku nêzî 48 seat pêvçûn dom kir û tiştê bûye şahid wiha vegot: “Ji cihê pevçûnê re dibêjin herêma Hebizbinî. Leşkeran li ser îxbarê li wê herêmê operasyon da destpêkirin. Pêvçûn nêzî gund bû û şev û rojekê dom kir. Li gorî agahiyan di encama pevçûnê de 4 kesên di navde Fermandarê herêma Hebizbinî Selîmê Zer ya ji eslê xwe gundê Elfan ê Nisêbînê, Gulan a ji navçeya Ferqînê, Berxwedan û Rêzan jî di di navde 3’ê ji wan jin 13 kes bûn. Li gorî agahiyên şivanan cenazeyên wan nêzî 200 metreyî bi erdê re kaşkiribûn û li wir bi komî veşartin.” V.K., anî ziman ku piştî 15 salan ji ber ba, baran û berfê hestî derketin derve û xwest ku ji bo tesbitkirina cenazeyan testa DNA’yê bêkirin û piştre jî teslîmî malbatên wan bikin.” 
Di demên dawî de li çiyayê Helqîs û li gundê Uçyol ên Heskîfê hestî derketibûn. Malbatên windayan jî ji bo windayên xwe bibînin serî li ÎHD’a Êlihê dabûn. Li ser daxwazên malbatên windayan, ÎHD’a Êlihê bi îdîaya li Gundê Bahewêyê gora tomarî heye serî li Dozgeriya Komarê ya Kercewsê da. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Osman Kunteş, diyar kur ku wan hefteyek berê bi îdîaya li Gundê Bahewê gora tomarî ya aydî 13 kesan heye, serî li dozgeriyê dane. Kunteş, anî ziman ku ji bo hestiyên li Çiyayê Helqîsê heta niha 22 malbat serî li komeleyê dane.
Di meha gulanê de di lêkolîna li Çiyayê Helqîs a Navçeya Hezo de gelek hestî hatibûn dîtin. Di meha hezîranê de jî li Gundê Uçyol a Navçeya Heskîfê jî di kolandina zeviyê de hestiyên 3 kesan hatibû dîtin. 
 
6 GORÊN NEQEYDKIRÎ HENE
Li gorî agahiyan, 6 gorên tomarî ku li Navenda ÎHD’ê neqeydkirî hene. Gorên li ÎHD’ê neqeydkirî, ji hêla welatiyan ve tên zanîn. Li herêma Çemço ya bi ser navçeya Kaxizmana Qersê 2, di navbera navçeya Dîgor û Pazarcikê ya Qersê 1, li çoltera navçeya Tekman a Erziromê 1, li Îdirê 1 û di navbera navçeyên Dutax û Panosê de jî 1 bi tevahî 6 gorên tomarî hene.  


No comments:

Post a Comment