Friday, March 5, 2010

KCK:Ev êrîş li dijî rûmeta gel e


05/03/2010 

Konseya Rêveber a KCK’ê der barê serdegirtina ROJ TV, KNK û saziyan kurdan daxuyanî da û serdegirtin bi zimanekî tund şermezar kir. KCK’ê bangî kurdan kir ku bi çalakiyan protesto bikin. KCK’ê bangî dewleta Belçîkayê kir ku dev ji êrîşan berdin û kesên ku hatine binçavkirin demildest serbest bêne berdan. 
KCK’ê bangî gelê kurd kir bila operasyona li dijî kurdan pêkhatiye şermezar bikin û wiha heta gotin: “Divê hemû kurdên ku li Ewropayê dijîn li hemberî operasyonan li Brukselê bên cem hev û li hember van pêkanînên dijminî û neheqiyê dengê xwe bilind bikin û daxwaza xwe bi dawîanîna van pêkanînan bixwazin. 
Di daxuyaniya KCK’ê de ev gotin cih girtin: “Hikûmeta Belçîkayê li hember televîzyona ROJ TV ku hem li çar parçeyên Kurdistanê û hem jî li deverên ku kurd herî zêde lê dijîn û li hember KNK’ê operasyon pêkaniye. Ev êrîş li hemberî vîna kurdan û nasnameya kurdan pêk hatiye û ev jî berdewama polîtîkayên Ewropayê ku ji bo berjewendiyên xwe kurdan dikin qurban. Em terora dewletê ku li hember ROJ TV, KNK û saziyên kurdan pêk hatiye şermezar dikin. Binçavkirina serokê meclîsa kurdan ango Kongra Gelê, dîplomat û siyasetmedarên kurdan ji bilî biçûkxistina gelê kurd tiştekî din nîn e. Divê hikûmeta Belçîkayê dev ji êrîşan berde û demildest yên ku hatine binçavkirin serbest berde.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev binçavkiri wêrekiyê dide polîtîkayên komkujiyê yên dewleta tirk û hikumeta AKP’ê û di berdewamê de wiha hate gotin: “Divê li dijî vê darbeya ku çapemeniya azadiyê û mafê bidexistina nûçeyê gelê me û dostên gelê me bêdeng nemînin. Ji vê êrîşê ku li gorî dagirkerên tirk tevdigere navenda NATO’yê Brukselê pêkhatiye di serî de dewleta Belçîkayê û piştgirên wî berpirsyar in.” KCK’ê da zanîn ku divê hemû kurdên ku li Ewropayê dijîn li Brukselê bigihêjin hev û van pêkanînên dij demokrasiyê şermezar bikin. Her wiha divê hemû kurdên çar perçeyên Kurdistanê bêdeng nemînin û çalakiyan lidar bixin û piştgiriyê bidin ROJ TV. KCK’ê diyar kir ku divê rewşenbîr û derdorên demokrat jî bêdeng nemînin. BEHDÎNAN ANF

No comments:

Post a Comment