Friday, March 5, 2010

Hemberî terora Ewrûpayê nerazîbûna kurdan mezin dibe


 


 

D.BEKÎR, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Doh polîsên Belçîka bi avayekî hovana êrîşî Roj TV û saziyên Kurd kirin.
  © HAWAR NET 2010  Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin aîdî HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.

Kurdên li Ewrûpayê dest bi protesto kirina Belçikayê kirin. Li gellek welatên Ewrûpayê de dê meşên protestpyî werin li dar xistin. Sibê jî li Brukselê meşeke mezin tê organîze kirin.

Kurdistaniyên li Ewropa dijîn, çawa bi êrîşan hesiyan ber bi komele û saziyên xwe ve herikîn û nerezayetiyên xwe anîn zimên.Kurdên Belçîka û Swîsre, Frensa û Elmanyayê xwe amade dikin bi rêzeçalakiyên cûda cûda êrîşa dewleta Beljîka şermezar bikin.

Federasyona Komeleyên Kurd li Swîsreyê FEKAR û Meclisên Gel yên Kurd bang li Kurdên li Swîsreyê dijîn kir ku bi xurtî tevlî çalakiyê bibin.FEKARê di daxuyaniya banga çalakiyê de got: Di demeke ku çareseriya aştiyane ya Kurd tê guftûgo kirin de, êrîşên li hember Roj TV û saziyên Kurd nayên qebûl kirin û ev yek jî xizmeta çareseriya pirsgirêkê nake û bang li gelê Kurd kir ku li hember kiryarên ne demokratîk yên li hemebr xwe dengê xwe bilind bike.

YEK-KOM û FEYKA banga çalakiyên nerezayetiyê kirin

Federasyonên Komeleyên Kurd yên li Elmanya, Swîsre, Belçîka û Frensayê jî bi daxuyaniyan êrîşên li ser Roj TV û saziyên din yê Kurd, ji Kurdistaniyan xwestin ku li hember êrîşên derhiqûqî yên li ser saziyên xwe li ser piyan bin û xwe ji çalakiyan re amade dikin.

YEK-KOMê di daxuyaniya xwe de got ku êrîşên li Ewropa li hember Krudan pêk tên têne wateya ku rojava piştgiriyê dide dardekirina ciwanên Kurd yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, girtina bi hezaran siyasetmedarên Kurd li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê û înkarkirina Kurdan li Sûriyê û Başûr-Rojavayê Kurdistanê

Komeleya Azadî û Navenda Çanda Mezopotamya ya Frankfurtê jî bi daxuyaniyan êrîşên li hember sazîyên Kurdan şermezar kirin û ji endamên xwe xwestin ku xwedî li Roj TV derkevin.Çalakiya li Farnkfurtê ya ji bo şermezarkirina dewleta Beljîka saet 18.00ê li Hauptwache destpê kir û niha berdewam dike.

FEYKA êrîş şermezar kirin

Federasyona Komeleyên Kurd li Frensayê FEYKA`yê jî êrîşên li ser Roj TV, KNK`ê û binçavkirina karmendên RojTV û serokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, endamê Konseya KCK`ê Zubeyîr Aydar û siyasetmedarên din yê Kurd şermezar kir.FEYKA got: Êrîş ne tenê li hember Roj TV û saziyên din yê Kurd in, ew li hember hemî gelê Kurd e û lewra em dixwazin ku gelê me hişyar û li ser piyan be.

Kurdên li Skandînavyayê êrişa li dij Roj TV şermezar dikin

Li ser êrişên li dij Roj Tv gelê Kurd wê li Stockholmê li ber konsolosxaneya Belçîkayê çalekiyeke protestoyî seat di 13.00ê nîvro li dar bixin.

Komîteya amadekar bang li hemû gelê kurd kir ku sibe di vê protestoyê de beşdar bibin û dengê xwe li dijî vê êrîşa li hemberî dengê çapemeniya azad bilind bikin.Wekîdin jî wê sibê li paytexa Norvec Osloyê wê Kurdistanî seat di 16an de li ber derîyê balyozxaneya Beljîka ji bo êrişa li dij Roj Tv şermezarbikin kom bibin.Komîteya amadekar bang li gelê Kurdê li Norvecê dikin da ku li dengê xwe Roj TV bi beşdarbûnek xurt xwedî derkevin.

TZPKurdî êrîşa li Roj TV bi tundî şermezar kir
 

Desteya Rêveber a TZPKurdî, êrîşa li dijî Roj TV bi tundî şermezar kir û diyar kir ku êrîşa li dijî Roj TV bi hevkariya Hikûmeta AKP'ê pêk hatiye. Desteya Rêveberiya TZPKurdî, bi daxuyaniyek nivîskî êrîşa li dijî Roj TV şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî hilbijartina 29'ê Adarê û şûnde êrîşên li dijî gelê kurd zêde bûne û bi hevkariya DYA û Hukumeta AKP'ê her ku diçe êrîşên li dijî gelê kurd dijwartir dibin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di rojekî Meclisa DYA'yê komkujiya Ermeniyan 'erê' kir de ji bo devê Tirkiyeyê şor bike ferman da Belçîkayê bi awayeke dijhiqûqî êrîş bir ser ROJ TV û hemû sazî û dezgeyên gelê kurd. Di daxuyaniya ku berpirsiyariyê êrişê Hikûmeta AKP'ê hate dîtin de wiha hate gotin: "Hikûmeta AKP'ê hatiye lîstikan û êdî tixûbê xwe derbaz kiriye. Li Tirkiyê zor û zextên li ser çand, ziman û çapameniya kurd di asta herî jor de didome. Zextên li ser rojnameya Azadiya Welat û xebatkarên wê di asta herî jor deye. Îro jî bi heman rengî dest avêtin çapemeniya kurd a Ewropayê. Bi awayekî hovane, tu sedem nayên nîşanda û di êrîşên xwe de tu sînoran nas nake. Ev der qaşo navenda şaristaniya demokratîk e! Hukumeta AKP'ê çav li rê bû ku wê bi bernameyeke nerm û rûpeleke nû li Tirkiyê vebike. Lê weke ku di gavavêtina wê ya TRT 6'ê de jî hat dîtin ku çendî semîmî ye. AKP, tenê înkar-îmhayê li ser kurdan ferz dike, tehemulê awaza gelê kurd nake, tehemulê xebateke legal û demokratîk a kurdan nake. Dixwaze gelê kurd û gelê tirk, li her derê ku lê dijîn bibin dijminê hev."

 

KCK:Ev êrîş li dijî rûmeta gel e

Konseya Rêveber a KCK’ê der barê serdegirtina ROJ TV, KNK û saziyan kurdan daxuyanî da û serdegirtin bi zimanekî tund şermezar kir. KCK’ê bangî kurdan kir ku bi çalakiyan protesto bikin. KCK’ê bangî dewleta Belçîkayê kir ku dev ji êrîşan berdin û kesên ku hatine binçavkirin demildest serbest bêne berdan.
KCK’ê bangî gelê kurd kir bila operasyona li dijî kurdan pêkhatiye şermezar bikin û wiha heta gotin: “Divê hemû kurdên ku li Ewropayê dijîn li hemberî operasyonan li Brukselê bên cem hev û li hember van pêkanînên dijminî û neheqiyê dengê xwe bilind bikin û daxwaza xwe bi dawîanîna van pêkanînan bixwazin.
Di daxuyaniya KCK’ê de ev gotin cih girtin: “Hikûmeta Belçîkayê li hember televîzyona ROJ TV ku hem li çar parçeyên Kurdistanê û hem jî li deverên ku kurd herî zêde lê dijîn û li hember KNK’ê operasyon pêkaniye. Ev êrîş li hemberî vîna kurdan û nasnameya kurdan pêk hatiye û ev jî berdewama polîtîkayên Ewropayê ku ji bo berjewendiyên xwe kurdan dikin qurban. Em terora dewletê ku li hember ROJ TV, KNK û saziyên kurdan pêk hatiye şermezar dikin. Binçavkirina serokê meclîsa kurdan ango Kongra Gelê, dîplomat û siyasetmedarên kurdan ji bilî biçûkxistina gelê kurd tiştekî din nîn e. Divê hikûmeta Belçîkayê dev ji êrîşan berde û demildest yên ku hatine binçavkirin serbest berde.”


 

Li Îstanbulê protestoya Roj TV'ê

Li Îstanbulê, ji aliyê endamên Platforma Çareseriya Demokratîk û Aştiyê ve serdegirtina Bekçîkayê ya bi ser ROJ TV'yê hate protestokirin. Çalakgeran çelenga reş danî ber derê konsolosxaneya Belçîkayê. Komeke 200 kesî ya Platforma Çareseriya Demokratîk û Aştiyê, îro danê nîvro li Meydana Taksîmê ya Îstanbulê li hev kom bûn. Koma ku demeke kin rûnişt, pankarta, "Roj Tv dengê gel e, nayê birîn" hilawîst. 

CHAK;  Divê lêborîn ji Gelê Kurd bê xwestin

Îro(4’ê adarê), sere sibehê polîsên Belçîkayê êrîş bir ser Rojtv, MMC, Radyoya Mezopotamya, û cihê Kongreya Netewa Kurdistanê. Di encama êrîşa wan de hejmarek siyasetvanê navdar ku di nav wan de birêz Remzî Kartal û Zubeyir Aydar jî hene û li Bakurê Kurdistanê xebatên polîtîk kirine, hatine girtin. Li gorî zaniyariya gihiştiye navenda me, ji xebatkar û mêvanên Rojtv 15 kesên jî din di nava girtiyan de hene. Êrîşa polîsan bi firehî li dijî 25 komele û navendên ragihandinê yên Kurda li bajarên Bruksel, Anvers, Charleroi, Namur, Vervier û Denderleeuw ê pêk hatine û dezgehên Kurda xesar dîtine.

Em weke dezgeha CHAK ê êrîşa li dijî dezgehên Kurda û girtina rojnamevan, mêvanê televîzyonê û niwênerên Kurda li Belçîkayê, mehkûm dikin. Em êrîşa li dijî azadiya sîyasetkirinê, di heman demê de li dijî Gelê Kurd dibînin.

Em daxwaz dikin ku, bê şert û merc kesên hatine girtin, bêne berdan. Sînordanîna li ser media û ragihandinê bi dawî were. Divê lêborîn ji Gelê Kurd bê xwestin.

KOMKAR; Operasyona li dijî RojTV binpêkirina azadiya ragihandinê ye

Konfederasyona Komeleyên Kurdistan-KOMKAR-EU, bi daxuyaniyeke nivîskî operasyona hêzên emnî yê Belçîkî ya li dijî Roj TVyê şermezar kir û banga serbestberdana birêvebir û xebatkarên Roj TVyê yên binçavkirî kir.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokê Giştê yê Serokê Konfederasyona Komeleyên Kurdistan-KOMKAR-EU Kovan Amedî ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku operasyona hêzên emnî ya li dijî Roj TVyê û binçavkirina birêvebir û xebatkarên televîzyonê binpêkirina azadiya ragihandinê ye. Herweha, ji rayedarên dewleta Belçîkayê hat daxwazkirin ku divê kesên binçavkirî bi lezgînîn bên serbestberdan.

Amedî, di berdewamiya daxuyaniyê de weha dibêje; “Em wek KOMKAR-EU vê operasyona li Belçîkayê wek binpêkirina azadiya ragihandinê dinirxînin. Divê bê zanîn helwestên bi vî rengî dê li Ewrûpayê rê li ber nerazîbûnên neerênî vebike. Bi vê mebestê em bang li hikumeta Belçîkayê dikin ku xebatkarên ragihandinê û birêvebirên Roj TVyê tevil bên serbestberdan. Herweha, banga me li hemû aliyan ew e ku bi hestyar tevbigerin û nerazîbûnên xwe bi rê û olaxên demokratîk nîşan bidin.”  (HAWAR NET / ajansan / Servîsa nûçeyên rojevê)
© HAWAR NT 2010  Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin a

© HAWAR NET 2010

No comments:

Post a Comment