Monday, March 1, 2010

DYA û AKP teşe didin TSK’ê


01/03/2010

Fuat DOGANSOY - ENQERE/ANF

Derkete holê ku operasyona li dijî subayên Artêşa Tirk, bi piştgiriya Amerîkayê pêk tên û operasyon jî, dê heta nîsanê, serdana Serokwezîrê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan a Amerîkayê bidomin.
Tê zanîn ku Amerîka heya salên 2000’an jî têkiliyên bi Tirkiyê re di ser burokrasiyê re û dîrekt têkiliyên bi Serfermandairya Giştî ya Artêşa Tirk re dimeşandin. Piştî dagirkirina Iraqê di sala 2003’yan de û serketina Tevgera Azadiya Kurd ya li hemberî Artêşa Tirk, dengeyên herêmê bi giştî hatin guhertin.
Piştî redkirina tezkereya 1’ê adarê, Amerîkayê stratejiya têkiliyên bi Tirkiyeyê re guhert û telîsên di serê subayên Artêşa Tirkiyeyê de ketin rojevê.
Bi hilbijartina Barack Obama, di siyaseta derve ya Amerîkayê de guhertin çêbû, û ev siayset li ser hêzên berjewendiyên nû dest pêkir. Ev dihate wateya ku li welatên weke Tirkiyeyê, wê kes û derdorên li dijî Amerîkayê ne, subay jî di nav de, wê werin tesfiye kirin.

MUZAKEREYÊN 4 MEHAN
Grubên neo-con yên li Washington û enstitûyên stratejîk jî li dijî Artêşa Tirk derketin û piştî nîqaşên demdirêj ê 4 mehan, hatê qebul kirin ku Artêşa Tirk, li herêmê, li pêşiya berjewendiyên Amerîkayê asteng e.
Di encamê de, di meha Çile de peyman hate imze kirin. Li gorî peymanê, di navbera Amerîka û Tikriyeyê de, perwerdehiya eskerî, modernîzasyon, parvekirina îstîxbaratê, teknolojî û çekan wî bi rêkûpêk pêk were. Lê ev tev dibin erêniya berjewendiyên Amerîkayê ya herêmê û têkiliya bi rêvebiriya Herêma Federal a Kurdistanê, bi cihkirina eskerên li Afganîstanê û têkiliyên bi Asya Dûr û Rûsya re bû.

BI DILÊ RÛSYAYÊ YE
Çavdêrên dîplomatîk diyar dikin ku ji operasyonên li dijî subayên Artêşa Tirk, Rûsya jî dilxweş e û gotin: "Ji ber ku ideolojiya tirkîtiya faşîzane ya Îtihat û terakî ku wek turanparêziyê derdikeve pêş, li Asya dûr, ji aliyê subayan û teşwîka subayan ve dihate meşandin û desteka çek û aborî dihate dayin..
Heman çavkaniyan destnîşan kir ku Orgeneral Çetîn Dogan li Kazakistanê, Weli Kuçuk, li Azerbaycanê rêxistiniyên kontra gerila û çeteyan birêxistin dike.
Li gorî îdiayên têne kirin, pişt operasyona darbeya Balyozê, serfermandarê Artêşa Tirk Îlker Başbug bi 15 orgeneralan re civîn lidarxist û 'muhtirayek' jî dane desthilatdariya AKP’e.

HEVDÎTINA BI TELEFONÊ
Li ser muhtira generalan Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul bi Wezîra Karên Derve ya Amerîkayê Hillary Clinton re hevdîtina bi telefonê pêk anî û boku bên Koşka Çankayayê civîn pêk bînin bangî Serokwezîr Erdogan û Serfermandarê Giştî yê ArtêşA Tirk Îlker Başbug kir.

HETA NÎSANÊ OPERASYON
Piştî 3 saet hevdîtina li koşka Çankaya, mesaja 'wê hassasiyetên artêşê li ber çavan werin girtin û pirsgirêk wê bi riyên hiqûqî werin çareser kirin" hat dayin û riya darbeya esker ya li dijî detshaildairya AKP’ê hate girtin.
Di kulîsên siyasî yên li Enqerê jî, encama hevdîtina li koşka Çankaya, weke 'li hevkirina AKP’e û Artêşa Tirk' hate nirxandin. Li gorî li hevhatina li koşka Çankaya, di operasyona li dijî subayan de, fermandarên hêzên artêşê û subayên payabilind nayên girtin; lêpirsîn jî wê di asta jêr de bidome.

Xalên ku xetên sor ên Artêşa Tirk ji holê radikin

Li gorî, peymanê xetên sor ên Artêşa Tirk ji holê radibûn û li gorî rayedarên Enstîtuya Hudson ya Washington ku agahî dan ajansa nûçeyan ANF’ê, tawîzên hatine dayin wiha ne:
- Artêşa Tirk, di îhaleyên çek, teknolojî û modernîzasyonê de wê hevparên alman, îtalî û rûsan li derve bihêle. Ew ê hevaprên amerîkî û israîlî li ber çavan bigire.
- Kesên di nava artêşê de, li dijî Amerîkayê ne wê werin tefsiye kirin. Di paşerojan de jî destur ji bo kesên wiha nayê dayin.
- Artêş û detshilatdariya AKP’e û bi Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê re ku dibin pêşenigya Amerîkayê de hatine saz kirin, êrîşan lidarnexe û fizîkî li dijî pêşketinan dernakeve.
- Turkmenên li Kerkûkê li dijî Herêma Federal a Kurdistanê nayê teşwîk kirin û destek kirin. Di aliyê aborî û psîkolojîk de destekê nadin Cepheya Turkmen.
- Têkliliya Rûsya û Tirkiyiyê ya aborî wê bi lezî û xurtî nekevê jiyanê. Peymana di navbera Tayyip Erdogan û serokê Rûsya Pûtîn de, li li Soçîde hate imzekirin û hedefa îhracata 25 milyar dolar hate destnîşan kirin, wê bi giranî bigirin destên xwe.
-Hêzên Artêşa Tirk wê li Afganistanê werin bi cih kirin û di operasyonan de li dijî milîtanên îslama radîkal de fizîkî cih bigirin.

No comments:

Post a Comment