Monday, March 1, 2010

Amadekarî didomin

01/03/2010

NAVENDA NÛÇEYAN - AMED
Li hin bajar û navçeyên wekî Mêrdîn, Êlih û Mêrsînê bernameyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê hatin aşekerakirin. Li Bismil, Wêranşar û Silopiyê jî banga tevlîbûna mîtîngan hat kirin.
Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) der barê bernameya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li avahiya BDP'ê daxuyaniyek da çapemeniyê. Şarderada Nisêbînê Ayşe Gokkan, Şaredara Dêrika Çiyayê Mazî Çaglar Demirel, Cîgira Şaredarê Qoserê Şerîfe Alp û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyaniyê, jinan ligel def û zirneyê dîlan girt. Jinan cilên herêmî li xwe kirin û bênavber dirûşmeya "Jin jiyan azadî" berz kirin. Sakine Yilmaz li ser navê DOKH'ê daxuyaniyê xwend û diyar kir ku ew li dijî hemû planên tasfiyeyê ne û li ser planên tasfiyeyê rawestiya.
Piştre Yilmaz plansaziya 8'ê Adarê ya Mêrdîn û navçeyên Mêrdîn aşkera kir. Yilmaz da zanîn ku ew dê di 7'ê adarê de li Navenda Mêrdînê mîtîngeke mezin li dar bixin. Piştî daxuyaniyê, jin bi dirûşmeyan belav bûn.

Bernameya Mêrdînê û navçeyên wê wiha ye:
-1'ê adarê: Li Nisêbîn, Qoser, bajaroka Misûriyê bajarokên Ewêna û Barmanê panel, semîner, sînevîzyon û kermes dê bên li dar xistin.
- 2'ye adarê: Li Nisêbîn, Dêrika Çiyayê Mazî û Qoserê guhdariya muzîk, panel û kermes dê bê lidarxistin.
- 3'ye adarê: Li Nisêbîn, Dêrika Çiyayê Mazî û Qoserê kermes, şano û panel dê bênlidarxistin.
- 4'e adarê: Li Nisêbîn, Dêrika Çiyayê Mazî û Qoserê şahiyên jinan, meş û vebûyîn dê pêk bên.
- 5'e adarê: Li Mêrdîn, Qoser û Şemrexê sînevîzyon, şahiyên jinan û meş dê pêk bên.
- 6'e adarê: Li Şemrex, Dêrika Çiyayê Mazî û Qoserê çalakiya çadiran dê pêk bê û belavok bên belavkirin.
- 7'e adarê: Li Mêrdînê dê mîtîng bê lidarxistin

Civîn li dar xistin

TDOKH’ê, bernameya 8'ê Adarê ya Mêrsînê, li BDP'a navçeya Akdenîzê bi civîneke çapemeniyê aşkere kir. Di civînê de endamên DOKH'ê Ferrah Diba Ergul, endamên BDP'î yên Meclîsa Şaredariya Akdenîze, rêveberên BDP'a Akdenîzê jî di navde bi sedan kes amade bûn. Di Ferrah Dîba Ergul, axivî û bal kişand ser roja 8'ê Adarê. Piştre bernameya 8'ê Adarê diyar kir.

Bernameya Mêrsînê wiha ye:
1 Adar: Dê saet di 12.30'an de li ber Postexaneya Navendî ya Mêrsînê daxuyanî bidin û ji jinên girtî re qartan bişînin.
2 Adar: Saet di 14.00'an de dê li Rêxistina BDP'ê ya Akdenîzê têkildarî 8'ê Adarê û mafên jinan panelek bê lidarxistin.
3 Adar: Saet di 10.00'an de li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Mêrsînê kom bibin û malbatên kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret bikin.
4 Adar: Saet di 14.00'an de li Salona Konferansê ya Şaredariya Akdenîzê dê pêşandana fîlman bê temaşekirin.
5 Adar: Dê li jinên karker û tekstîlê qurnefil bên belavkirin.
6 Adar: Saet di 13.00'an de li ber Kargeriya Metrepolê kom bibin û heta Taşbîna meşekê pêk bînin.
7 Adar: Saet di navbera 11.00 û 16.00 an de dê li ber Rêxistina BDP'ê ya Akdenîzê mîtîngê pêk bînin."

Ji bo mîtîngê belavok belav kirin

Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Wêranşarê, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de dê îro mîtîngek li dar dixe. Di çarçoveya xebatên mîtîngê de belavok hatin belavkirin. Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak jî dê tevlî mîtîngê bibe. Mîtîng dê sibê di saet 11.00'an de li Taxa Kişlayê pêk bê û dê di konserê de Hunermend Janya û Koma Hêvî jî konser bidin.

BANGA MEŞÊ KIRIN
Meclîsa Jinê ya BDP'ê ya Silopiyê, di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan Cihanê, dê îro meşekê li dar dixe. Têkildarî meşê dê li ber avahiya BDP'ê ya Silopiyê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Li ser navê komê Rêvebara BDP’a Silopiyê Ozlem Kutlu, daxuyanî xwend. Kutlu, diyar kir ku têkildarî 8'ê adarê li 11 taxan komisyonên xebatê avakirina û wiha got: "Em jî dê wekî hemû cihanê 8'ê adarê bi armanca yekîtî û roja bilindkirina têkoşînê piroz bikin. Bi vê armanca me li 11 taxan dest bi xebatan kir. Em bang li hemû jinan dikin ku bi rengê xwe sibê tevlî meşê bibin." Meşa jinan dê sibê di saet 09.00'an de li ber avahiya BDP'ê dest pê bike û heta Taxa Başakê bidome. Parlementera BDP'ê ya Şirnexê Sevahîr Bayindir, Endam Koma Aştiyê Gulbahar Çîçekçî Şaredara Qilabanê Şukran Aydin dê tevlî meşê bibin.
Meclîsa BDP'ê ya Jinan a Bismilê ji bo tevlibûna pîrozbahiyên bi mebesta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, banga tevlibûnê kir. Gelek jinên ku di navde Cîgirâ Şaredara Bismilê Ayşe Avşar jî hebû, li navçeyê bi belavkirina belavokan jin dawetî pîrozbahiyên 8'ê Adarê kirin. Bernameya pîrozbahiyên 8'ê Adarê ya li Bismilê wihaye: "Li roja 2'yê adarê vekirina Navenda Piştevanî û Şewirmendiyê ya Nûjîn a Jinan û konser. Her wiha dîsa wê heman rojê Komeleya Çand û Hunerê ya Bismilê panêla bi navê 'Jin û 8'ê Adarê' dê bê lidarxistin û piştî panelê jî konser wê were dayîn."
Navenda Şewirmendiyê ya Selîsê ya Êlihê jî bi armanca aşkerakirina bernameya xwe ya 8'ê Adarê li Mala Mêvanan ya Şaredariya Êlihê civînek çapemeniyê lidarxist. Di civînê de Cîgira Şaredariya Êlihê Gulîstan Akel, der barê pîrozbahiyan de agahî dan û got ku dê starta bernameya 2'ê adarê li Heskifê bi kincên neteweyî bidin û wiha domand: "2'yê adarê panela 'zarokên kurd' dê bê lidarxistin û piştre jî nîşandana sîneviyon û pêşengeha zarokan. 3'yê adarê lîstika bi navê 'Nûrê' û filmêndin. Jibo bîrozkirina roja 8 Adarê ji bo ku em dê biçin serdana girtiyên jin. Dîsa heman rojê panela bi navê 'Jin û Şîdet'. 5'ê adarê li malên gel em dê bi jinan re bên cem hev. 6'ê adarê jî em dê li ser Bulvara Koçeran mîtînga jinan lidarbixin. Em bi vê minasebetê bang li hemû jinan dikin ku tevli pîrozbahiyan bibin." Civîna çapeniyê bi stranên Koma Girava Rojê bi dawî bû.

No comments:

Post a Comment