Monday, March 1, 2010

Bi satoran êrîşî wan kirin



01/03/2010

Li Bahçelîevlera Stenbolê di navbera 2 kurd û komekê de nîqaş derket. Koma bi 2 kesên birayên hev re nîqaş kir, piştî dît ku kurd in, bi kêran êrîş birin ser wan û ew bêserober kirin.
Li bajarên Tirkiyeyê lînc û êrîşên li dijî kurdan kêm nabin. Herî dawiyê li semta Mahmûtbey a navçeya Bahçelîvler a Stenbolê birayên hev Orhan Dumrul (24) û Mehmet Dumrul (27) dema ji konfeksiyonê diçûn mala ji aliyê komeke ciwan ve hatin sekinandin û bi wan re nîqaş kirin. Hate zanîn ku dema birayên hev di rê de dimeşiyan, koma ku li rexê rê rawestiyabû ji Dumrulan re gotine; 'Çima hûn nebaş li me dinerin' û di navbera komê û birayên Dumrul de nîqaş derketiye. Hate zanîn ku dema hindik mabû nîqaş bi dawî bibe yekî gotiye 'Ev kurd in' komê dîsa bi kêran êrîşî wan kirine û hatine kêrkirin. Di êrîşê de Orhan Dumrul bi giranî birîndar bû û Mehmet Dumrul jî ji milê xwe ve birîndar bû. Mehmet Dumrul û Orhan Dumrul ku hatin kêrkirin rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeihyê ya Bagirkoyê.
Mehmet Dumrul, ê ku rastî êrîşa bi kêr hat, diyar kir wekî her şev saet di 22.00'an de diçûn kar û dema di rê de dimeşiyan ji aliyê komeke ciwan ve hatine rawestandin û di navbera wan û komê de nîqaş derketiye. Dumrul, anî ziman ku piştî wan jî bersîv da rastî êrîşa komê hatin. Dumrul, da zanîn ku piştî hîn bûn ku kurd in bêtir har bûn bi kêran êrîşî wan kirin. Dumrul, tiştê ku bi serê wî de hat wiha got: "Yekî got ev kurd in. Pişt re bi kêr û satoran êrîşî me kirin. Ez ji milê xwe de birîndar bûm û birayê min bi giranî bindar bû. Min bi zorê birayê xwe gîhand nexweşxaneyê. Ji ber ku em kurd in em her tim rastî êrîşên lîncê tên. Kesên êrîşî me dikin ji aliyê polîsan ve nayên girtin. Heta ku kesên êrîşkar neyên girtin û cezakirin ev êrîşên li dijî kurdan dê bidomin." STENBOL

No comments:

Post a Comment