Kongreya Civaka Demokratîk, li Sumerparka Amedê konferansa "Ceribandinên Çareseriyê û Muzakereyên Navneteweyî" li dar dixe. Di roja duyemîn ya konfernasê de bi panela "Di çareseriya pirsgirêka kurd de deralîkirina polîtîkayên bêçareseriyê û Fêmkirina Pirsgirêka Kurd" dest pê kir. Endamê Partiya Çepgir a Almanyayê Prof. Norman Peach di konferansê de axivî û diyar kir ku daxwaza kurdan ya xweseriyê wekî serxwebunê hatiye fêmkirin. Paech, anî ziman ku ev tirs ji Împaratoriya Osamaniyan maye û got ku divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin, alî li ser masê rûnin. Paech, pêşniyar kir ku Abdullah Ocalan ji girtîgehê bê derxisin û YE ji bo pirsgirêka kurd raportorekî peywirdar bike.
Panela moderatoriya wê Hindekara Zanîngeha Marmarayê Prof. Buşra Ersanli kir, bi tevlibûna Rojnameger Cengîz Çandar, Parlementerê Partiya Çepgir a Almanyayê Prof. Norman Peach, Nûnerê TÎHV'ê yê Amedê Parêzer Sezgîn Tanrikulu û ji Projeya Mafên Mirovan a Kurd (KHRP) Rajesh Raî pêk hat. Di panelê de Rojnameger Cengiz Çandar, diyar kir ku sedema bêçareseriya pirsgirêka kurd ew e ku firsetên derketin holê hatine windakirin. Çandar, anî ziman ku divê êdî ev firsatên derdikevin holê neyên windakirin.
SOZ NEANÎN CIH
Çandar, têkîldarî pirsgirêka kurdan wiha got: "Axaftina Ataturk ya di 1921'ê de li Îzmîrê kirî û sozên dane kurdan bi cih hatiban, tiştên li Lozanê nehatiban jiyîn dibe ku pirsgirka kurd jî neba." Çandar, bal kişande ser firsatên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd derketine holê. Çandar, destnişan kir ku împaratoriya Osamaniyan perçe perçe bû û hate Tirkiyeya iro, jî ber vê yek li Tirkiyeyê paranoya perçekirinê mezin e. Çandar wiha axavî: "Li rojhilatê Firatê çi tê axaftin li rojavayê wê ew nayê axaftin. Wekî du helên cuda. Em di wê astê de ne ku hestên me hatine parçekirin."
MODELA AFRÎKAYA BAŞÛR
Çandar da zanîn ku bi mînakên roja yekemîn hatine dayîn hemû gelan modela xwe ya azadiyê derxistiye holê û wiha got: "Em dê pirsgirêka kurd bi van rêbazan çareser nekin. Îrlanda balkêş e lê naşibe Tirkiyeyê. Niha xwestekên kurdan, li Îngilistanê pêk tên. Lê li wir jî nêrîna Tony Blair heye. Lê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, pêdivî bi nêrîneke ji ya Tony Blair cudatir heye. Li şûna Abdullah Ocalan, Murat Karayilan bifikirin, bila Tayip Erdogan jî vê yekê qebûl bike. Ev ne pêkan e." Cengiz Çandar bal kişand ku modela herî guncav a Afrîkaya Başûr e û wiha lê zêde kir: "Di rewşeke bêbawerî hebe de, pirsgirêk nayên çareserkirin. Divê ku li Tirkiyeyê jî ev bawerî bê sazkirin. Divê ku li Tirkiyeyê tirsa piraniya gel û îradeya kêmaran bibe yek. Kurd, bang li dewletê û wî aliyê Firatê dikin. Niha li Tirkiyeyê rewşeke şîdetê ya ku hatiye normalîzekirin heye. Divê ku êdî Tirkiye bi vê şîdeta li dijî kurdan re hevrû bibe."
WEKÎ TERORÎST DIBÎNIN
Piştre Parlamenterê Berê yê Partiya Çepgir a Almanyayê Prof. Norman Peach jî der barê pirsgirêka kurd û xwestekên kurdan de axivî. Peach wiha pê de çû: "Heke pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, Tirkiye nikare bikeve Yekîtiya Ewropayê. Li Tirkiyeyê ne tenê PKK, hemû kurd wekî 'terorîst' tên sûcdarkirin. Tirkiye PKK'ê wekî rêxistineke terorîst destnîşan dike. Lê ev ne rast e. Li herêmê 130 hezar leşker hene. Lê, dema ku ev leşker êrîşê gundan dikin, dişewitînin, talan dikin nayên darizandin."
RAPORTOR BÊ TAYÎNKIRIN
Peach, di berdewama axaftina xwe de balkişand ser lîsteya terorê ya Ewropayê û wiha gotinên xwe bi rêz kirin: "Lazim e PKK ji lîsteya 'terorê' bê derxistin. Almanyayê PKK xistiye nava lîsteyê. Lê Swêdê nexistiyê ji ber ku cudahiya têgihiştinê heye, ev cudahî derketiye holê. Ev xeletî lazim e ji holê bê rakirin."
Peach, pirsî ku çima heta niha YE'yê ji bo pirsgirêka kurd çima raportorek tayîn nekiriye û got, "Li Filîstîne raportorê YE'yê heye lê li vir tune ye." Peach, di dawiya axaftina xwe de xwest ji bo çereseriya pirsgirêka kurd di serî de Rêberê Gelê Kurd Abudllah Ocalan û hemû girtî bên berdan.
Piştî Peach, ji Projeya Mafên Mirovan ya Kurd (KHRP) Rajesh Raî, dora axaftinê wergirt û bal kişand ser hewildanên AKP'ê yên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd. Raî, wiha got: "Devlet bi operasyonên li hemberî BDP'ê dide nîşandan ku ji bo çareseriyê samîmî nîn e."
Piştî Raî, Nûnerê TÎHV'ê yê Amedê Prz. Sezgin Tanrikulu axivî û piştî axaftina wî konferans bi pirs û bersivan dewam kir.
‘Hûn bixwazin jî nexwazin jî PKK dê li ser masê be'
Peach, got, "Em dizanin PKK'ê êdî xwesteka dewleta serbixwe terikandiye" û bi lêv kir pêwist e ev yek ji welatên din re were gotin. Peach di axaftina xwe de anî ziman ku di nav daxwazên PKK'ê de êdî cudabûn tune ye û got: "Daxwaza wan xweserî û nasnameya kurd e." Peach, diyar kir ku Tirkiye têkoşîna kurdan wekî; cudaxwazî û veqetînê dibîne û destnîşan kir ku ev tirs ji hilweşîna Osmaniyan tê. Her wiha Peach, got ku lazim e kurd jî van polîtîkayên xwe bi zimanekî zelal bi lêv bikin. Peach, da zanîn ku ji bo çereseriya pirsgirêka kurd pêwîst e ku hemû alî werin cem hev û wiha pê de çû: "Tirkiyeyê hemû hêzên xwe yên siyasî daralî kirin. Ew ji masê dûr xistin û girtin. DTP girtin û BDP'î jî avêtin girtîgehê. Niha lazim e ji bo vê yekê YE jî perpisyariyê bigire ser xwe. Hûn bixwazin jî nexwazin jî, lazim e PKK bê ser maseyê."AMED – DÎHA
No comments:
Post a Comment