Monday, March 1, 2010

Konferanseka Taybet bi Pirsa Kurd li Diyarbekirê



01/03/2010

Di rojên 27 û 28ê Subatê li Diyarbekirê, ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ve, di
konferansa Diyarbekirê.
Konferansa Diyarbekirê.
derbarê çareser kirina pirsa Kurd de bi navê "Tecrubeyên Çareseriyê û Danûstandinên Navneteweyî " konferanseke hat li darxistin.

Di serî de nûnerê serokê berê Afrîka Başûr Nelson Mandela, dadgerê dadgeha bilind yê Afrika Başûrê Essa Moosa, parêzerê Mafên Mirovan yê Afrîka Başûr Brîan Currîn, analistê Polîtîkayê û nûnerê BASKê Jone Goîrîzelaîa, Berdevkê Partiya Aralarê Jon Abrîl, akademîsyen Ana Vîllellas Arîno,pParlementera berê yê Galîçya Camîlo Nogueîranûnerê partiya çepgirê ElmanyaNorman Peach, siyasetmedara Kurd Leyla Zana, , rojnamevan Cengîz Çandar, Ece Temelkuran, Prz. Sezgîn Tanrikulu,İrfan Dundar, hevserokê DTPa hat girtin Ahmet Turk, Nivîskar Avnî Ozgurel, akademîsyen Ayşe Betul Çelîk, gelek rojnameger, siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr û akademîsyen bi giştî 120 kes beşdarê konferansê bûn.

Bajervanê Diyarbekirê Osman Baydemîr di destpêka konferansê de gotarake da. Osman Baydemir di axftina xwe de destnîşan kir ku kêşeyên Ergenekon, Balyoz û kêşeya dadgeriyê ku li Tirkiyeyê pêk hatin, bingehên xwe ji nebûna aştiya navxweyî u ji pirsgirêka Kurd distîne û got “Pirsgirêka Kurd pirsgirêka demokratîbûn, azadî û sivîliyê ye, lê hê jî dexwaza Kurdan a rêveberiyên herêmî wek "perçekirina welat" tê nişan dan. Bajarvanê Diyarbekirê got gelê Kurd dixwaze bi ziman û bi çanda xwe bijî. Baydemir got “heta niha bi înkar û îmhayê tu çareserî çênebuye, çareseriya vê pirsgirêkê, bi Kurdên nasnameya xwe dinasin tê çareserkirin. Wê demê dê biratiyek çêbibe û Kurd û Tirk dê hevdû baş binasin. Baydemir destnişan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê şerê bi çekî jî were qedandin.

Hevseroka kongreya Demokratik Yüksel Genç jî diyarkir ku pirsgirêka Kurd ne tenê meseleya Tirkiyeyê yeherweha ev mesele buye pirsgirêka Rojhelata navîn, Emerika, Yekitiya Ewrupa û ya NATOyê jî. Ji ber vê yekê ji ev pirsgirêk bi hevkariya van hêzan dikare were çareserkirin.

Siyasetmedara Kurd Leyla Zana jî beşdarê konferansê bu û got “Ji berê û heta neha ji bo çareserkirina pirsgirêkan du rê hebuye li pêşiya mirovan; yek şer e, yek jî li hev hatin e. Dîrokamedeniyetan dîroka li hev hatina ye. Ên ku çareseriyê di şer de dîtin, wek agirê puşê geş bûn û vemirîn. Kurd naxwazin bibin wek agirê puşê. Kurd ji bo aşitîyê bi israr û bi biryarin. Leyla Zanayê li ser rêvekirina pirsa Kurd jî got “ bila her kes bizanibe ku Kurdan tu caran destê ku ji bo aşitiyê hatiye dirêj kirin li ba nexistine. Kurd jî gelekî mezopotamyayê ye ku ji bo gelên mezopotamyayê aşitî terza jiyanê ye. Ji bo aşitiyê jî divê muhatab ji dil bin. Emê di nêz de bibînin ka gelo hikumet ji bo aşityê çiqas ji dil e. Leyla Zanyê bang kir û got “ku ji bu aşitiyeke wekhev û daîmî divê ku em hêz bidin. Divê ku her kes ji bo çêkirinê biaxvive ne ji bo xerakirinê.”

Rojnamevan Cengiz Çandar jî di derbarê pirsa Kurd de destnişan kir ku sozên ku di destpêka komara Tirkiye de ji bo Kurdan hatibun dayin, herweha gotinên Ataturk yê ku di 1921 de li İzmirê gotibû bi cîh bihata û tiştên ku li Lozanê hat jiyîn pêk nehatibana dê pirsgirêka Kurd jî çênebuna. Çandar got “di rewşeke bêbawerî de, pirsgirêk nayên çareserkirin. Divê ku li Tirkiyê jî ev bawerî bê sazkirin. Divê ku li Tirkiyê tirsa piraniya gel û îradeya kêmaran bibe yek. Divê ku êdî Tirkiye bi vê şîdeta li dijî Kurdan re hevrû bibe

Di konferansê de Parlamenterê Alman Prof. Dr. Norman Paech di axaftineke kir. Prof Paech got “Li Filîstîne raportorê YEê heye lê li vir tune ye herweha destnişan kir ku Tirkiye, pirsgirêka kurd wek ‘terorê’ bi nav dike û ev yek mijara nîqaşan e û “Di pirsgirêka kurd de çareseriyek aştîyane û siyasî şert e herweha ji bo çareserkirina pirsa kurd divê alîyên pirsgirêkê divê bi hev re runên û bo vê jî divê wek gava yekem, serokê PKK’ê Abdullah Ocalan ji girtîxaneyê bê derxistin. Ji Projeya Mafên Mirovan ya Kurd (KHRP) Rajesh Raî jî axivî û got "Devlet bi operasyonên li hemberî BDPê dide nîşandan ku ji bo çareseriyê ji dil nîne."

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk jî di konferansê de gotareke da. Ahmet Turk di gotarê de destnişan kir ku pirsgirêka Kurd bi şer, bi tundutujiyê nayê çareserkirin divê ku danusendin were destpêkirin û dewlet ji niyete xwe ya çareserkirinê nişan bide û gavên bi bawer bavêje. Ahmet Turk balê kişande ser niqaşên ku “ bila PKK bêqeyd û şert dev ji çekan berde” got “heta ku dewlet bi niyeta çareserkirinê gavên ji dil navêje em dizanin ku çek jî nayên berdan. Ahmet Turk got “ê gring ewe ku hêzên navxwe bikevin nav hewldanên çareseriyê lê em dibînin ku mesela Kurd buye pirsgirêka tevekî rojhelata navîn jî.” Hevserokê DTPa girtî destnişan kir ku dewleta Tirkiye, wek meseleya terorê li pirsa Kurd dinêre û tu kes jî ji Tirkiyeyê napirse ka gelo çima mafên Kurdan nayê daiyîn. Herweha got ku astengiya herî mezin ya pêşiya çareserkirina pirsgirêka Kurd dewlet bixwe ye û teveki cihan jî di çarçoveya nêrina Tirkiyeyê wek meseleya terorê li pirsa Kurdî dinêre. Ahmet Turk ji bo çareserkirinê ji got “divê kanuna bingehin were guhertin ku her kes tê de wek hev be, xwediyê mafên hev par be. Herweha Kurd li herêmên xwe divê dikaribin bibin xwediyê mafên xwe idrarekirinê. Turk di dawiya axaftina got ku tekoşina wan ji bo tekoşina demokrasiya Tirkiyeyê ye.

Encamnameya komferansê weha hat aşkere kirin:

-Li gor rêçika tecrubeyên navnetewî em dikarin bêjin ku pirsgirêka Kurd jî hêjayê li ser esasên danustendinên bi hevkarîyê ye. Metirsiya çareserkirina pirsgirêkê, prosesa lihevhatinê dur û dirêj dike ku ev jî dibe egerên xetereyan û yên janên nuh.

-Li gor tecrubeyên Îrlanda, Galiçya, Gal, Bask, Katalan, Afrikaya Başur û Bolivya derketiye holê ku çareserî bi riya tundutujî bidest nakeve. Li gor vê yekê jî pirsgirêka Kurd, ancax bi danusendin û bi muzakereyan dikare were çareserkirin.

-Şerta çareseriyê ewe ku serê ewil divê pirsgirêk were fêmkirin, ji bo wê jî divê aliyên vê pirsgirêkê ji hev fêm bikin divê herdû alî jî xwe têxin şuna hev;

-Divê zimaneke aşitiyê were bi kar anîn;

-Ji bo domahiya muzakereyan divê herdû alî jî ji bo baweriyê zêde bikin dev ji hewldana bernedin.

-Ji bo lihevnekirinan divê tevekî aliyên vê pirsgirêkê dest bi danustendin û lihevhatinan bikin. Aşitî ji aliyê dewlet, opozisyon û ji aliyê gel de divê were li dar xistin.

- Ji bo kêmasû û xetayên ku hatine kirin jî him dewlet, him jî rêxistina PKK divê ku bi diroka xwe re ruqalê hev bibin.

- Li gor dexwazen welatiyan divê nexeşeyeke çareseriyê ya şênber were amade kirin da ku dilxwazên aşitiyê û hêzên navnetewî dikaribin piştgiriya çareseriyê bikin.

Raport


No comments:

Post a Comment