Tuesday, March 2, 2010

‘Şîrîn û xweş e, zimanê kurdî’


02/03/2010

ÎKRAM BALEKANÎ - BRUKSEL

Navê te yê rastî Lenya ye yan jî te paşê ev nav li xwe kiriye? Tu çend salî yî û hûn çend xwîşk û bira ne?
Navê min Linnêa ye. Hevalekî ji min re got, navê te wiha “Lenya” tê nivîsîn. Ji min re jî balkêş bû, xweş bû. Navê min kurt bû û min jê hez kir. Ez 25 salî me. Em 3 xwîşk in. Sê xwîşkên min ên din hene. Lilya, Lîsa û Maya. Min bira nîn e.

Tu niha li kîjan bajarî dijî. Çi karî dikî? Dersê dixwînî yan jî dixebitî?
Ez niha li Swêdê li bajarekî biçûk bi navê Sundsvall dijîm. Xwendina min kuta bûye. Min li ser beşa zimanzanî yan jî ziman-nasiyê xwend. Her wisa li zanîngehê min pratîk jî kir. Ez niha dixebitim. Li navendeke arîkariyê dixebitim. Ez arîkariya kesên nivîşkan (kêm-endam) dikim.

Cara yekem te çawa kurd nas kirin? Te navê kurdan kengî û çawa bihîst?
Cara yekem ku min navê kurd û Kurdistanê bihîst, yan jî min nas kir, ez 4 salî bûm. Em li bakurê Swêdê dijiyan. Mala me li gundekî biçûk bû. Ji Kurdistanê gelek kes wekî penaber hatibûn welatê me Swêdê. Gelek malbatên kurd jî li gundê me bi cih bûbûn. Dayika min jî karmend bû, piranî arîkariya penaberên kurd dikir û jixwe xebata wê bû. Min bi riya dayika xwe, zarokên wan malbatan nas kirin ku kurd bûn. Piştî ku ez mezin bûm, me bar kir û em hatin bajarê Sundsvallê. Wê çaxê ez 17 salî bûm. Ez bûme evîndara kurekî kurd ku navê wî Hêriş e. Em niha jî bi hev re ne. Bi giştî wî, çand, huner û jiyana kurdewarî bi min da hezkirin û nasîn.

Tu çawa fêrî kurdî bûyî?
Jixwe warê min û xebata min bi giştî li ser ziman-nasiyê ye. Lewre min hez kir ku fêrî kurdî bibim. Ji bo ku ez baştir mêrê xwe û malbata wî jî fêm bikim, wekî pêdiviyekê bû ku fêr bim. Ji bilî kurdî, ez 6 zimanên din dizanim. îngilîzî, îspanî, fransî, swêdî, danmarkî û norwecî. Ez pir li muzîka kurdî guhdarî dikim. Ez bi kurdî dinivîsim, hem bi tîpên latînî û hem jî tîpên erebî dikarim binivîsim û bixwînim. Li malperên înternetî yên kurdî dinêrim û dişopînim, li fîlmên kurdî temaşe dikim. Ev bi giştî ji min re bûn arîkar ku kurdî zû hîn bibim. Bêguman keda Hêriş jî tê de heye.

Çiqas dem girt ku tu fêrî kurdî bibî? Bi mehan yan jî salan, yan jî zûtir?
Ez hêj fêr dibim. Bi giştî mirov nikare zimanekî bi giştî fêr bibe. Yanî kurdiya min ne perfekt e. Ez hê jî dixebitim. Her roj gotinên nû yên kurdî fêr dibim.

Heta niha tu çûyî Kurdistanê yan na? Ku çûyî çend caran?
Ez tenê carekê çûm Kurdistanê. Sala 2006’an ez bi Hêriş re çûm başûrê Kurdistanê. Em 2 heyvan li Kurdistanê bûm. Gelek xweş bû.

Li gorî te Kurdistan çawa bû?
Kurdistan xweş e. Helbet di warê civakî de kêmasî hene. Lê belê kurd pir mêvanperwer in.

Li gorî te çanda kurdan çawa ye, dema mirov bide ber çanda swêdî, cudahiyek çawa heye?
Bêguman her welatekî çandeke cuda heye. Her neteweyekê çanda xwe heye. Bi qasî ku tê gotin, 100 sal berî niha çanda Swêdê jî wekî çanda Kurdistanê bûye.

Çawa çêbû ku te biryar da bi kurdî stranên kurdî hîn bibî û stranên kurdî bêjî? Tu heta niha çend stranên kurdî dizanî? Tu bi xwe hîn dibî yan arîkariya te dikin?
Ez bi îdia me, ez dikarim piraniya stranên xweş hîn bibim. Bi çi zimanî dibe bila bibe, ez dikarim fêr bibim. Yanî di warê fêrbûn û jiberkirina stranan de, min şarezahiyek taybet heye. Bi taybetî di warê melodiyan de. Gelek stran û melodiyên kurdî hene, hin caran ez baş ji gotinên wan fêm nakim, Hêriş arîkariya min dike. Ez bawer im dengê min li stranên kurdî tê, ez piranî bi xwe dixebitim û hînî stranên kurdî dibim.

Niha wekî amatorî dixebitî, gelo tu difikirî ku rojekê bi awayekî profesyonal dest bi karê hunerî bikî?
Bi rastî ez pir hez dikim û ez ê kêfxweş bim ku karibim berhemeke kurdî tomar bikim. Lê belê wekî tê zanîn, karê hunerî, bi taybetî muzîk zêde dema mirov digire, pêwîstî bi demê heye. Lê ez hêvîdar im ku di demên pêş de, derfet çêbin, ez karibim xizmeta gelê kurd bikim.

Tu kîjan stranbêj û hunermendên kurdî nas dikî? Tu ji dengê kîjan hunermendî hez dikî, bi piranî stranên kê dibêjî?
Bêguman hunermendên kurd pir in û navê piraniya wan dizanim. Ez ji dengê hin ji wan hez dikim ku ji bo min pir taybet in. Wekî Mikayîl, Merziye Ferîqî, Hesen Derzî, Nasir Rezazî, Ziyad Es’ed, Hesen Heyas, Ciwan Haco, Şivan Perwer. Ez pir ji muzîka nûjen a kurdî dikim. Wekî Koma Pel, Silbûs û Tarî. Ez piranî bi zaraveyê soranî distrêm. Ji ber ku ez bi kurmancî kêm dizanim. Kesek jî tuneye ku di vî warî de arîkariya min bike. Ez bi giştî stranên Mikayîl, Leyla Ferîqî û yên Zekeriya dibêjim.

Gelo agahiyên te li ser rewşa gelê kurd hene? Tu heta çi astê wan nas dikî?
Agahiyên min li ser gelê kurd pir in. Heta astekê ez dîroka kurdan jî dizanim. Ez naxwazim em zêde behsa siyasetê bikin lê belê gelê kurd ji min pir bi nirx e û hêja ye. Kurdistan di navbera çar welatan de hatiye parçekirin. Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye. Hêvîdar im ku gelê kurd li her çar parçeyan yekitiya xwe çêbike. Şirîn û xweş e zimanê kurdî.

Heta niha qet tu rastî malpera Azadiya Welat hatî yan na?
Heta niha min malpera Azadiya Welat nedîtibû, lê ez spasiya te dikim ku te bi min da nasîn. Ji îro û pê ve ez ê tim bişopînim. Lê mixabin ez soranî baştir dizanim.

Daxwazeyek yan jî gotineke te ya taybet hebe, keremke
Ez hêvîdar im ku rojekê biçim bajarê Amedê, her wisa biçim Mêrdîn û Qamişloyê jî bibînim. Dixwazim ji keç û xortên kurd re bibêjim ku “Evîn, hezkirin û Azadî” ji cîhanê girîngtir in.

Gelek spas ji bo ku te beşek ji dema xwe da me.
Ez spasiya we û ya Azadiya Welat dikim ku we ev gotûbêje bi min re çêkir. Spas.


No comments:

Post a Comment