Tuesday, March 2, 2010

Kenya: Komplogerê diyarker Israîl e


02/03/2010

Rojnameya Kenyayê Daîly Natîon diyar kir ku yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Nayrobiyê girt û radestî Tirkiyê kirin, ajanên Mossadê bûn.
Ocalan bi xwe jî gotibû, di pêvajoya Kenyayê de, welatê herî diyarker, Israîl bû.
Rojnameya Kenyayê Daîly Natîon nûçeyeke der barê dîl-girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de weşand.
Daîly Natîon nûçeya xwe spartiye pirtûka Gordon Thomas a bi navê 'Gîdeons Spîes' ku behsa dîroka veşartî ya Îstixbarata Îsraîl Mossadê dike.
Li gorî nûçeyê, Serokwezîrê wê demê yê Tirkiyeyê Bulent Ecevît, ji Serokwezîrê wê demê yê Israîlê Benyamîn Netanyahû li dijî Ocalan alîkarî xwestiye.
Li ser vê jî, Netanyahû bi Serokê Mossadê Efraîm Halevyî re axiviye û bi şertê veşartî bimîne, jinek jî di nav de 6 ajan wezîfedar kirine.
Rojnameya kenyayî aniye ziman ku ajanên Mossadê, ji Îtalyayê dest pê kirine, li Îspanya, Fas, Tûnûs, Sûriye û Portekîzê ketine pey şopa Ocalan.
Li gorî nûçeyê, ajanên Mossadê ji rayedarên holandî fêr bûne ku Ocalan bi balefireke şîrketa holandî KLM'ê çûye Kenyayê û ji ber vê, ew jî çûne Kenyayê.
Li gorî rayedarekî îstixbarata Kenyayê ku ji bo Daîly Natîon axiviye jî, Ocalan di encama serdegirtina ajanên Mossad û rayedarên Kenyayê de hatiye girtin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi xwe jî gotibû di pêvajoya Kenyayê de, welatê herî diyarker Israîl bû. Ocalan anîbû ziman ku li Kenyayê dema wî li balefirê siwar kiribûn, ajanên CIA Û MOSSAD'ê hebûn û wan ew girtine û teslîmî hêzên tirk kirine. NAYROBÎ - ANF

No comments:

Post a Comment