Jinan di çarçoveya şahiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li navçeyên Wêranşarê mîtîngek pêk anî.
Meclîsa Jinan ya BDP’ê ya Wêranşarê bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê mitîngek li darxist. Mîtinga li ber avahiya BDP’ê ya Wêranşarê hate lidarxistin Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, rêveberên BDP’ê yên Wêranşarê, endamên Meclîsa Şaredariyê, rêxistinên sivil û bi sedan jin tevlêbûn. Di qada mitîngê de pankarta “Em jin in namûsa tu kesî nîn în, namûsa me azadiya me ye, 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê pîroz be” hate daliqandin û dowîzên “Em jinin alîgirên aştiyê ne”, “Azadbûna jinê azadbûna zilam e” û “Jin jiyan azadi”, wêneyê şaredarên hatine girtin yên nivîsa “Dest nedin vîna min ya siyasî” hatin hilgiritin. Di qadê de gelek wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wêneyên jinên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dayî hatin vekirin. Jinên bi cil û bergeyên netew tevlêbûyî qada mitîngê bi rengên kesk sor û zer xebîlandin. Di mitîngê de yekemîn Endama Meclîsa Jinan ya BDP’ê ya Wêranşarê Servet Kiliç axivî û diyar kir ku jin her tim rastî şîdetê tê û divê pêşiya vê yekê bê girtin. Kiliç, anî ziman ku azadbûna civakê di azadbûna jinê de derbas dibe.
‘ÊDÎ BES E’
Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak ji 8’ê Adarê li hemû jinan piroz kir û şaredarên girtî slav kir. Kişanak, diyar kir ku jin di destpêka dîrokê heta niha tê tepisandin û rastî şîdetê tên. Kişanak, anî ziman tenê di nav kurdan de ne di hemû civakan de jin rastî şîdetê tê. Kişanak, destnişan kir ku lê jina kurd ên rastî şîdetê tê zêdetir di çapemeniyê de cih dîgire.
Kişanak, bi lêv kir ku azadbûna civakê di azadbûan jin de derbas dibe û wiha got: “Heta jin azad nebe civak azad nabe. Kesên li hemberî hevsera xwe şîdet pêk anî me pirsa çima şîdetê dikin pirsî. Zilam jî got ‘Ji ber ku guh neda min, min şîdet pêk anî.’ Em dibêjine dewletê hûn çima siyasetmedarên kurd û kurdan digirin.? Dewlet dibêje ‘Hûn guh nadin gotinên min ji ber wê yekê ez we digirim’ Ev yek jî nişan dide ku zihniyeta zilam û dewletê di civakê de yek e. Ez jî dibêjine her duyan Êdî Bes e. Ez li vir bang dikim heka jin nebe hûn nikarin azad bibin. Azadbûna we di azadbûna jinê de derbas dibe.”
Piştî axaftina Kişanakê peya ma Şaredara Wêranşarê Leyla Guven ya girtî hate xwendin. Piştî peyamê Koma Hevî, Koma Navenda Çandê ya Wêranşarê û Janya derketin ser dikî.
Her roj 8’ê Adarê!
Platforma Jinan û Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk, di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jina a Cîhanê de li Şirnex, Mêrsîn, Îzmîr, Agirî, Îdir, Qers, Mûş, Wan, Colemêrg, Edene û gelek cihên din daxuyanî dan çapemeniyê û dest bi çalakiyên xwe kir.
ŞIRNEX: Meclîsa Jinan ya BDP’ê ya Şirnexê bernameya xwe ya 8’ê adarê aşkera kir û dê di çarçoveya bernameyê de meş, çandina şitilan, ziyareta goran û herî dawî dê mitîngê bê li dar xistin. Seroka Komîteya Amedekar a Mîtinga 8’ê Adarê Pîroz Ustun, diyar kir ku jin li her qada jiyanê tê astengkirin û bi vê armancê dê derkevin qadan.
SÊRT: Platforma Jinan Sertê li avahiya BDP’ê daxuyaniyek dan û bernameya 8’ê adarê aşkera kir.
EDENE: Platfoma Jinê ya 8’ê Adarê ya Edeneyê di çarçoveya 8’ê adarê de ji bo jinên girtî kart şandin. Jinên li ber postexaneya Mezîn a Edeneyê hatine cem hev li vir daxuyanî dan çapemeniyê û kart şandin.
WAN: DOKH’ê li Wanê bi daxuyaniyek bernameya çalakiyên xwe aşkera kir. Li gorî bernameyê dê li navenda bajar dê qurnefîl bên belavkirin û 7’ê adarê dê mitîng bê lidarxistin. 8’ê adarê jî dê geşta li Grava Axtamarayê bê lidarxistin. Li Qerqeliyê jî şahî hate lidarxistin. Li Erdîşê jî jinan 5 hezar belavok belavkir û bal kişand ser roja jinan.
COLEMÊRG: Li Colemergê jî bernameya pîrozbahiyê hate aşkerakirin. Dê ji jinên girtî re name bên şandin, li navenda bajar dê qurnefîl bên belavkirin û 5’ê adarê mitîng bê lidarxistin. Li Gever û Şemzînanê jî şahî bên lidarxistin.
ÎDIR: Li Idirê jî jinan dê bi bernameyên cuda cuda 8’ê Adarê pêşwazî bikin. Li bajar dê qurnefîl û belavok bên belavkirin û 5’ê Adarê jî şahiyek bê lidarxistin.
AGIRÎ: Agiriyê jî jinan bernameya pîrozbahiya 8’ê adarê aşkerakir û dê 7’ê adarê li Salona Dawetê ya Şaredariyê şahiyek li dar bixin. Li Bazîdê jî qurnefîl bên belavkirin û 6’ê adarê jî li ber şaredariyê şahiyek bê lidarxistin.
QERS: Li Qersê jî bername hate aşkerakirin û dê 8’ê Adarê de li navçeya Qersê geşt bên lidarxistin û bi mijara ‘Jin û 8’ê Adarê’ panel bê lidarxistin.
MÛŞ: Di bernameyê de 4’ê adarê li Qada Newrozê ya Gimgimê mîtîngek dê bê lidarxistin. Ji jinên girtî re name dê bê şandin. Li Milazgirê dê şahî bên lidarxistin û li Kopê jî şahî bên lidarxistin.
TÛX: Di çarçoveya pîrozbahiyên 8’ê Adarê de li Qada Fuarê ya Tûxê dê 6’ê adarê bi tevlêbûna Parlamenter Emîne Ayna 8’ê Adarê bê pîrozkirin.
MÊRSÎN: Platforma Jinan a Mêrsînê li ber Postexaneya Navendî ya Mêrsînê li hev kom bûn û ji jinên girtî re qart şandin. Bi organîsazyona Platforma Jinan a Mêrsînê di çarçoveya pîrozbahiyên 8’ê Adarê lîstîka bi navê “Qîjîn “ hate pêşkeşkirin.
ÎZMÎR: Platforma Jinan a Bajar a Îzmirê jî bi heman armancê li ber Sumerbanqê ya berê daxuyanî dan çapemenyê û jinên girtî re qart şandin. Lîstî ka ‘Qîjîn’
STENBOL: Ji çar 4 welatan 5 helbestvanên jin ên kurd hevdîtina xwe ya sala 2008’an anîn ziman. Her wiha belgefîlma “Kirdim Kaderin Bilindik Aynasini” li Depoya Tutunê nîşan da. Belgefîlma ku astengiyên ku li hemberî helbestvanên jinên kurd bi soranî û kurmancî anî ziman. Piştî temaşekirina belgefîlmê panelek bi navê ‘Helbestenên jinên kurd’ pêk hat.
Ji girtiyên jin re namê hate şandin
Li navçeyên Qoser, Nisêbîn û Stewrê yên Mêrdînê jî bi armanca pîrozkirina 8’ê Adarê panel û kermes hatin lidarxistin û ji girtiyên nexweş re jî name hatin şandin.
Li Nisêbînê jî di çarçoveya pîrozbahiyên ku dê hefteyek dom bike de, Meclîsa Jinan a BDP’ê, Mala Jinan a Gulşilav, Komîsyona Jinan a KESK’ê, Koperatîfa Jinan a Nisêbînê û endamên jin ên Sendîkaya Belediye-Îşê ji girtiyên jin re name şandin. Piştre girseyê li navenda navçeyê belavok belav kir. Li Qoserê jî gelek jin li ber avahiay BDP’ê civiyan û heta Postaxaneya Qoserê meşiyan. Piştre, ji girtiyên jin re name şandin. Li Stewrê jî der barê dîroka 8’ê Adarê de panelek hat lidarxistin. Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan û Gulbeyaz Guneş jî wekî axaftvan tevlî panelê bûn.
‘JIN JIYAN AZADÎ’
Li navçeya Sîlopî bi beşdariya Parlementera BDP’ê ya Şirnexê Sevahîr Bayindir, Wekîla Şaredarê Sîlopîyê Zehra Baran Endamên DOKH’ê jî di navde bi hezaran jin li ber BDP’ê ya navçeya Sîlopiyê li hev kom bûn. Jinan, piştî li vir ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz girtin govend girtin. Di çalakiya jinê de pankarta “Em jin dê civaka polîtîk û azad ava bikin. Bijî têkoşîna jinê ya bi rêxistin” vekirin û bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Ocalan” berz kirin. Jin piştre heta Dibistana Seretayî ya Suleyman Demîrel meşiyan û 10 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn. Çalakiya jinê bi srûda “Îro çerxa şoreşê” bi dawî bû.
Bernameya Amedê!
Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH) dê bi dirûşma ‘’Jin dê di sala 100’emîn de bi têkoşîneke hevpar cîhaneke azad ava bikin” 8’ê Adarê pêşwazî bike. Di çarçoveya pîrozbahiyan de dê Amed 3 rojan bibe bajarê jinan. Bernameya bajarê jinan Amed wiha ye:
- 3 rojan wesayitên Şaredariyê dê ji bo jinan bêpere bin.
-Fîlmên jinan li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn a Kayapinarê her 3 rojan dê bêpere bên nîşandan.
5’ê Adarê…
-Li Birca Bizinê resepsiyonek dê bê lidarxistin. Tara Jaff bi stranên xwe, Aysel Tugluk û Muazzez Onuk Ozder jî bi axaftinên xwe tevlî bernameyê dibin. Li ser nasandina Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk belgefîlmek dê bê nîşandan.
6’ê Adarê…
- Li şkeftên Hîlarê geştek tê lidarxistin.
- Berhemên ji keda destê jinan li Park Ormaniyê tê vekirin.
- Ji hêla Egîtîm Sena Amedê ve bernameya konvedanê li Deriyê Çiyê seat di 11.00’an de tê vedan. (Pêşengeha wêneyan, atolyeya wêneyan, nîşandana fîlman, guhdarkirina muzîkê û şano)
- ÎHD’a Amedê di seat:11.00’an de ji bo zarokên girtî û jinên girtî li postexaneya Ofîsê kartan dişîne.
- Ji hêla Mala Jinan a Kardelenê ve li Cegerxwînê pêşangeha berhemên keda destan ên ‘Hunera Berfînan’ dê bê vekirin û 3 rojan vekirî be.
- Li Mala Jinan a Kardelenê bi tevlîbûna Koma Aştiyê dê sohbetek pêk bê û muzîk bê guhdarkirin.
-Bi hevkariya Komeleya Jinan a Selîsê û ÎHD’a Amedê li Mala Gel a 500 Evlerê seat di 12.00’an de bi navê ‘Mafên xwe dizanin’ semînerek dê bê lidarxistin.
- Li salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê seat di 13.00’an de şanoya bi navê ‘ŞÎRET’ dê bê nîşandan.
- Navenda Şêwirmendiya Jinan Epîdem li avahiya xwe seat di 13.00’an de pêşengeha berhemên jinan dê veke.
- Odeya Tabîban û Komeleya Jinan a Selîsê li Navenda Civakê ya 450 Evlerê di seat 13’an de bi mijara tenduristiya jinan dê semînerekê li dar bixe.
- Li Mala Cilşûştinê ya Benû Senê ji hêla DÎKASÛM’ê ve di seat 13.00’an de şahiyek dê bê lidarxistin.
- Bi navê ‘Di 100 saliyê de rêwîtiya nasnameya jina azad’ li salona resepsiyonê ya Sumerparkê bi tevlîbûna Reyhan Yalçindag, Sennur Sezer, Eren Keskin, Meltem Ahiska, Fatma Kaşan dê bê lidarxistin.
- Li 4 welatan hevdîtina helbestvanên jinên kurd li Navenda Çanda Cegerxwîn di seat 14’an de sohbetek û belgefîlmek dê bê lidarxistin. Ayşegul Devecîoglu, Jana Seyda, Lorîn S. Dogan û Denîz Mukan tevlî sohbetê dibin.
- Komeleya Jinan Ceren merasîma diyariyên pêşbirka çîrokan li dar dixe. Merasîm li avahiya komeleyê di seat 15’an de dê bê lidarxistin.
- Guhdarkirina muzîkê li Parka Ekînê di seat 17’an de dê pêk bê û Ayfer Duzdaş û Tara Jaff bi stranên xwe tevli bernameyê dibin.
-Piştî guhdarkirina muzîkê, ji hêla Egîtim Sena Amedê ve ji parka Ekînê heta parka Koşuyoluyê bi navê ‘Êdî şev jî dê azad bibin’ meşa bi meşaleyê dê bê lidarxistin.
7’ê Adarê…
- Ji hêla KADEM’ê ve geşta Hevselê tê lidarxistin.
- Di sedemîn salvegera 8’ê Adarê de 100 şitil dê li Talaytepeyê di seat 10’an de bên çandin.
- Ji bo bibîranîna Ceylan Onkolê bernameyên zarokan dê bên lidarxistin. Lîstîka ‘Çiya Gihîşt Behrê’ dê di seat 11:00’an de li Salona Şanoyê ya Şaredariya Mezin a Amedê pêk bê.
- Li Deriyê Çiyê seat di 11’an de Noqteya Aştiya Jinad dê pêk bê. Bername ji hêla Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan ve tê lidarxistin. (Forum, pêşangeha wêneyan û guhdarkirina muzîkê)
- 100 sal in jin ji bo azadiyê dibezin. Ji Birca Bizinê heta Deriyê Çiyê dê bibezin. Di seat 11.30’an de dest pê dike.
- Li ser ‘Bajarekî jinan çawa tê sazkirin?’ bi tevlêbûna Yuksel Genç, Yurdusev Ozsokmenler, Bîlge Contepe û Yildiz Tokman li Salona Şanoya Şaredariya Mezin a Amedê di seat 14.00’an de panelek dê bê lidarxistin.
- Li Şanoya Anfî ya Sumerparkê di seat 16.00’an de şahiya jinên ciwan dê bê lidarxistin.
-Dansa Araz a Zeynep Tanbayê li Cegerxwînê di seat 19.00’an de dê bê lidarxistin.
8’ê Adarê…
-Meşa 100 salan di seat 10.00’an de li Deriyê Çiyê dest pê dike û heta qada mîtîngê didome.
-Mîtîng di seat 12.00’an de li Qada Îstasyonê pêk tê û hunermendên wekî Sîlbus û Tarî, Rojda û Şevval Sam tevlî mîtîngê dibin.
No comments:
Post a Comment