02/03/2010 |
|
Parêzer Ali Bozan destnîşan kir ku daraza Tirkiyeyê ev demeke dirêj e siyasî bûye û wiha got: "Bi hezaran gund hatin valakirin û şewitandin. Li ber çavê mirovan bi hezaran kes hatin kuştin. Ligel bi hezaran giliyan tu lêpirsîn nehatin vekirin. Delîlên kujeran li holê ne, lê dozger ji bo wan bigirin tu tiştî nakin. Dozger peywira xwe bi cih naynin. Heke ku HSYK'ê der barê dozgerên Erziromê de çi biryar dabe, divê der barê dozgerên li herêmê de jî heman tiştî bike." Li Kurdistanê bi hezaran gund hatin valakirin, şewitandin û talankirin. Bi deh hezaran mirov bi awayekî 'kiryarnediyar' hatin kuştin. Ji bo van pêkanînên hêzên dewletê gelek gilî û serlêdanên sûc pêk hatin lê lêpirsîn nehatin vekirin. Çend lêpirsîn hatin vekirin lê ew jî bêyî bigihîjin encamê hatin girtin. Der barê van dozgeran de tu caran lêpirsîn nehatin vekirin. Lê piştî ku dozgerên Erziromê, Serdozgerê Erzînganê Îlhan Cihaner girtin, Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran (HSYK) rayeya dozgerên Erziromê betal kir û der barê wan de serlêdana sûc kir. Bi vê yekê jî nîqaşeke mezin a têkildarî siyasîbûna darazê dest pê kir. Parêzer Alî Bozan, ev nîqaş ji ajansa me re nirxand. ÇAV DITIRSÎNIN Parêzer Alî Bozan, diyar kir ku ji ber biryarên wê ev demeke dirêj e ku HSYK tê nîqaşkirin û bi vê bûyera herî dawî jî di rojeva raya giştî de bûye mijara nîqaşê. Alî Bozan da zanîn ku ev biryara HSYK'ê ya der barê dozgerên Erziromê de ne li gorî mantiqa darazê ye. Bozan daxuyand ku ev bûyer bi armanca çavtirsandina hemû dozger û dadgeran e û wiha got: "Bi vê biryarê gefan li hemû dadger û dozgeran dixwe da ku biryarên ku berjewendiyên HSYK'ê naparêzin, nedin." BI SALAN E SIYASÎ YE Alî Bozan got ku bi salan e daraza Tirkiyeyê siyasî ye û wiha got: "Bi hezaran gund hatin valakirin, şewitandin. Li ber çavên mirovan bi hezaran kes hatin kuştin. Li gel bi hezaran giliyan tu lêpirsîn nehatin vekirin. Delîlên kujeran li holê ne lê dozger ji bo wan bigirin tu tiştî nakin. Dozger peywira xwe bi cih nayînin. Heke ku HSYK'ê der barê dozgerên Erziromê de çi biryar dabe, divê der barê dozgerên li herêmê jî heman tişt bike. Heke mirov di vî warî de lê binêre, daraz siyasî ye." Bozan bal kişand ku di Doza Şemzînanê de jî heman tişt pêk hatiye. Parêzer Alî Bozan derbirî ku heke daraz bi pêşveçûnên pêvajoya siyasî ve bê nirxandin, dê ev krîza darazê kûrtir bibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em dixwazin ku HSYK serbixwe bê damezirandin. Heke Wezareta Dadê di ser HSYK'ê de be, mirov nikare behsa serxwebûna darazê bike. Divê ku ev guhertin bi hemû aliyên civakê ve bên nîqaşkirin." Ji bo zarokên kurd jî edaletBozan da xuyakirin ku bi hezaran zarokên kurd bi hinceta kevir avêtine, bi mehan belkî hin caran salekê jî dernakevin pêşberî dozger û wiha pê de çû: "Divê ku heman hestiyarî ji bo zarokên kurd jî bê nîşandan. Heta divê berî hemûyan ji bo zarokan bê nîşandan. Heke ku zarokan kevir avêtibe polîsan jî divê neyê darizandin. Divê neyê jibîrkirin ku li hemberî wan mezin tune ne, zarok hene. Ew guhertina qanûnan a hikûmeta AKP'ê wekî çareserî tê nîşandan. Lê ev yek jî di rastiya xwe de ne çareserî ye. DGM'a girtin û Dadgehên Cezayên Giran ên bi Rayeya Taybet anîn şûna wan. Heke qanûnên xwe biguherînin dê tenê zarok di DGM'ê de neyên darizandin. Vê carê dê di dadgehên zarokan de jî bi heman zagonan zarok bên darizandin û dîsa heman ceza bigirin. Divê darizandina zarokan serbixwe be. Heke daraz ne serbixwe be, pirsgirêk nayê çareserkirin."MÊRSÎN |
Tuesday, March 2, 2010
Li Kurdistanê hiqûq pêk nehatiye
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment