Tuesday, March 2, 2010

Li qereqolê îşkence li leşkerê kurd kirin


02/03/2010

Îdîl FIRAT - ENQERE/ANF

Leşkerê bi navê Yunus Tekîn Dîcle yê ku li navçeya Midyada Mêrdînê leşkerî dikir diyar kir ku bi îdiaya ku dizî kiriye li Emniyeta Midyadê rastî îşkeyê hatiye. Li Emniyetê 6-7 polîsan poşet xistiye serê wî, hatiye tazîkirin, ceryan dane wî.
Bûyêr piştî ku bavê wî Mahmut Dîcle serî li Komeleya Mafên Mirovan a (ÎHD) Amedê da derket holê. Dîcle di serlêdana xwe de diyar kir ku kurê wî li Tabura Tankan a Midyadê leşker e, dema ku çûye serdana kurê xwe hîn bûye ku kurê wî li Girtîgeha Leşkerî ya 7’emîn Fermandariya Kolorduya Amedê ye. Li ser vê yekê diçe serdana kurê xwe û li hemberî gotinên kurê xwe şok dibe. Dîcle got ku kurê wî bûyer wiha vegotiye: “3 polîs hatin garnîzonê û ji ber pereyên ku li ser min in, ez pirsiyar kirim. Bi dizîtiyê min sûcdar kirin. Di navbera me de nîqaş derket. Ji min re gotin ‘te qet bodruma me dîtiye’ û min tehdît kirin. Di 30’ê kanûna 2009’an de ji bo bavê xwe cih veqetînim çûm Otela Grand Estelê. Personelên otelê agahî dan înzîbatan. Min birin garnîzonê. Fermandar jî gazî polîsan kir. Min birin qereqolê. Di odeyeke de îşkence li min kirin. ”
Dîcle got ku kurê wî jê re gotiye polîsan poşet xistine serê wî û li wî xistine pirsên “tu endamê kîjan rêxîstinê ye, zêr li kû ne, hevalên te kî ne” jê kirine. Bi vî rengî demeke dirêj rastî îşkenceyê hatiye. Piştre ew birine nexweşxaneyê û cardin anîne qereqolê. Li vir cardin îşkence li wî kirine. Ceryan dane laşê wî, îşkenceya fîzîkî kirine.

REWŞA WÎ XIRAB E
Dîclê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Min kurê xwe li Girtîgeha Leşkerî ya 7’emîn Kolorduyê de dît. Rewşa wî pir xirab bû. Rastî îşkenceyên giran hatibû. Di her derê laşê wî de şopên îşkenceyê hebû. Ez ji polîsên ku îşkence li kurê min kirine, hemşîre û bijîşkên ku ew bi awayekî baş muayene nekirine gilîkar im.”


No comments:

Post a Comment