Di konferansa ji aliyê KCD'ê ve hate amadekirin a bi navê "Ceribandinên Çareseriyê û Muzakereyên Navneteweyî" ya li Amedê 2 rojan domkir de banga diyalog û muzekereyê hate kirin. Her wiha bang li raya giştî ya navneteweyî ji hate kirin ku tevlî pêvajoyê bibin. Di konferansê de pêşniyarên girîng ên wekî "Bila Ewropa raportorekî peywirdar bike, Komîsyona Lihevhatin û Lêkolînan a Heqîqetan bê avakirin, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji girtîgehê bê derxistin û di malekê de bê girtin û ji bo çareseriyê PKK wekî alî bê dîtin" hatin kirin.
Di Konferansa, bi navê "Ceribandinên Çareseriyê û Muzakereyên Navneteweyî" ya ji aliyê Kongra Civaka Demokratîk (KCD) ve 2 rojan li Amedê pêk hat de; ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêşniyarên girîng hatin kirin. Di konferansê de ji Kamaraya Londan, Galîçyayê, Herêma Baskê, Neteweyên Yekbûyî û ji gelek welatên Ewropayê 120 siyasetmedar, akademîsyen û dîplomat li hev civiyan.
Di konferansê de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, pêşniyarên wekî muhatap, diyalog û muzakere hatin kirin. Di roja konferansê ya yekemîn de kesên ji Galîçyayê û Herêma Baskê hatin, ceribandinên xwe bi beşdaran re parvekirin û diyar kirin ku ceribandinên wan li Tirkiyeyê jî dikarin bê bikar anîn. Di konfransê de pêşniyarên derketin holê li hemberî kompleksa "parçebûn" û "bûçûkbûn" a li Tirkiyeyê jî wekî bersiv bû. Di modelên çareseriyê de hate xwestin ku piştî pêvçûnan diyalog û muzakere dest pê dike. Ji Tirkiyeyê hate xwestin ku ji bo gavên yekemîn bên avêtin, divê pêvjoya şer bi dawî bibe û di navbera aliyan de diyalog û muzekere dest pê bike. Di konferansê de tişta herî zêde hatiye ziman "Gava yekemîn" divê qada baweriyê bê afirandin derket holê.
BANGA RAPORTOR
Di konferansê de bang li DYA û YE'yê jî hat kirin ku bi armanca şopandina pirsgirêka kurd, raportoreke taybet peywirdar bikin û ji bo makeqanûneke sivîl jî hin pêşniyaran bikin. Di konferansê de mijara 'PKK terorîst e yan na' jî hat nîqaşkirin û di encama nîqaşan de jî derket holê ku PKK encama hin pirsgirêkên Tirkiyeyê ye û divê ku ew pirsgirêk jî di demeke kurt de bên çareserkirin. Dîsa bang li hin welatan jî hat kirin ku PKK'ê ji lîsteya terorê derbixin. Rojnameger Cengiz Çandar jî da zanîn ku wî heta niha tu caran PKK'ê wekî rêxistineke terorê nedîtiye û dê ji vê û pêve jî nebîne. Çavdar wiha got: "Heke ku rêxistineke terorîstbûna, ne pêkan bû k heta niha li dijî ewqas dewletan li ber xwe bide."
Pêşniyara Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo avakirina "Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan û Lihevkirinê" jî hat dubarekirin.
DEKLERASYONA KCK’Ê
Her çiqas tu kesî ne hanîtibe ziman jî, pêşniyarên konferansê yên wekî "agirbesta du alî, serbest berdana siyasetmedaran, derxistina Ocalan a ji Îmraliyê û muzakereyên di navbera du aliyan de", bi deklerasyona KCK'ê ya ku meha borî weşand re heman tiştan vedigotin. Dîsa di konferansê de bal hat kişandin ser Nexşeriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a k ji aliyê dewletê ve hat desteserkirin. Hat gotin ku ew gavên di nexşeriyê de cih girtine, ji bo her du aliyan jî gele guncav in û dê çareseriyê jî hêsantir bike.
BI ÎNGILÎZÎ KURDISTAN
Beşdaran di encamê de li ser mijara muzakere û diyalogan ramanek hevpar avêt holê û bang kirin ku li Tirkiyeyê jî diyalog û muzakere pêk bên. Dîsa bang li raya giştî ya navneteweyî jî hat kirin ku piştgirî bidin vê pêvajoyê. Her wiha, di dema xwarina êvarê de, Serokê Partiya Neteweyî ya Gallerê Dafydd Iwan strana xwe ya ku li ser Kurdistanê nivîsandiye xwend. Beşdaran eleqeyeke mezin nîşanî stranê da.
Encamname hate xwendin
Encamnameya konferansê ji aliyê hevseroka KCD’ê Yuksel Genç ve hat xwendin. Di encamnameyê de hat gotin ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd diyalog dest pê bikin û divê qada navneteweyî jî piştgiriyê bide pêvajoyê.
Hat gotin ku xaleke ku hemû beşdaran li ber li hev kiriye ew e ku diyalog pêk bê û wiha hate gotin: “Ceribandinên cîhanê nîşan daye ku pirsgirêka kurd sûdê ji ceribandinên cîhanê bigire û her wiha bi rêbazên xwe ve û bi afirandina diyalog û îstîşareyan ve di paydeya hevpar de pirsgirêkan çareser bike. Dîsa ceribandinên cîhanê nîşan dide ku pêvajoya muzakereyan dirêj dike û dibe sedema birînên ku nayên dermankirin.” Di encamnameyê de hat bibîrxistin ku bi cerebeyên Îrlanda, Galîçya, Galler, Bask, Katalan, Bolîvya û Efrîkaya Başûr nîşandaye ku piştî nokteyekî şîdet çareserî nîn e û di mijara diyalog û muzakereyan de biryara hevpar hatiye girtin. Di encamnameyê de hat gotin ku divê berê pirsgirêk bê naskirin û paşê alî bên nasikirin û ji bo çareseriyê beriya her tiştî divê pirsgirêk bê fêmkirin. Her wiha aştî tenê di navbera dewlet û muxalîf de na divê gel jî di nav aştiyê de cih bigire. Di encamnameyê de hat gotin ku divê PKK jî dewlet jî paşeroja xwe nîqaş bike û wiha hate gotin: “Beşdarên konferansê di wê fikrê de ne ku ger ev pêvajo pêk bê têgihîştinên cuda dê di wijdana hevpar de bigihîjin hev.
Pêşniyarên konferansê yên ji bo çareseriyê
Di konferansa ku çareserî û rêbazên çareseriyê û ceribandin hatin nîqaşkirin de, beşdaran mijarên wekî, "Asîmîlasyon an jî piranî", "Muzakere û Çareserî", "Têgeha pirsgiraka kurd", "Tezên fermî, perspektîfên muxalif û aktor", "Rêbarêzên diyalogê û modelên çareseriyê" pêşniyar kirin. Di pêşniyarên hatin kirin de li hemberî pirsgirêkê nêrîneke cuda hate pêşxistin. Di konferansê de perspektîfên wekî, "Ji bo çek bên bêdengkirin bawerî û biryarbûnek bê nîşandan, ji bo nasnameyên cuda di makeqanûnê de bên nasîn û di makeqanûnê de bên mîsogerkirin. Ji bo alîkariyê bide pêvajoya aştiyê jî şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên sererastkirin û wî bixin hepsa malê. PKK ku di pirsgirêkê de aliyê û ev alî jî divê di maseya çareseriyê de cîh bigre. Her wiha divê BDP jî muhatap bê girtin" derketin holê. Di konferansê de têkildarî modelên muzakereyê yên Başûrê Afrîkayê jî ku nîqaş hatin kirin, hate destnîşan kirin ku wekî Rêberê ANC'ê Nelson Mandela, Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan jî, di pirsgirêka kurd de xwedî rolekî girîng e û ji bo çareseriyê wekî hêzek nebe nabe hate nirxandin.
YE û NY ji ber dirûtiyê hatin rexnekirin
Beşdaran di axaftinên xwe de, der barê modelên Îspanya, Îrlanda, Brîtanya û Başûrê Afrîkayê de mînak dan û xwestin kevneşopiyên Tirkiye jê tê û rewşa wê jî li ber çavan bê girtin. Di konferansê de hate gotin ku ji bo pêşiya pêvajoya çareseriyê bê vekirin û pirsgirêk ji civakê re bê gotin roleke mezin dikeve ser milê hikûmetê. Li gel pêşniyarên hatin kirin ji ber berê dewletê nakeve aliyê Firatê yê din û di vê mijarê de helwesta YE û NY'yê hate rêxnekirin. Di konferansê de wekî perspektîf derket holê ku modelên netewe-dewlet hatine derbaskirin û li cihê wê li ser bingeha paradîgmaya demokrasî û civakîbûnê , nîqaşkirina pirsgirêk kurd û di vê çarçoveyê de ji bo gelan pêşniyarên çareseriyê bên derxistin. Her wiha bal kişandin ser ku pirsgirêka kurd tenê kurdan eleqedar dike, bi taybetî dewletên kurd bi wan re dijîn û bi giştî Rojhilata Navîn û cîhanê eleqedar dike.
Demîrtaş: Divê hikûmet jî bikeve pêvajoya muzakereyan
Axaftina girtina konferansê ji aliyê hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ve pêk hat. Demîrtaş anî ziman ku rewşenbîr, nivîskar û demokrat û kurd di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de bi gavekê li pêşiya dewletê ne û di vê mijarê de çi dikeve li ser milê hikûmetê divê bîne cih. Demîrtaş wiha axivî: “Divê hikûmet jî xwe bixe pêvajoya muzakere û diyalogan. Ger Tirkiye di çareseriya pirsgirêka kurd de rêbaza diyalogê bipejîrinê divê dev ji îdeolojiya yek ziman û yek netewê berde.”
Demîrtaş bi bîr xist ku 17 sal in kurd banga muzakereyan dikin û wiha got: “Her çiqas bersiv nehatibe dayîn jî vê pêvajoyê dest pê kiriye. Ev konferans vê yekê nîşan dide.” Demîrtaş ji bo girîngiya konferansê ev tişt gotin: “Pêvajoya diyalogê dest pê kiriye. Ev konferans têbiniyeke dîrokî ye. Em wekî BDP’ê ji konferansê sûdê digirin. Wekî BDP, ji bo muxatapgirtinê çi ji destê me bê em ê bînin cih.”AMED – DÎHA
No comments:
Post a Comment