Melayê Cizîrî (1570-1640) wekî Ehmedê Xanî yek ji helbestvanên mezin ên kurd e. Parçeyek ji meqele "Klasîkên me – an şair û edîbên me ên kevin" ya Celadet Alî Bedirxan: "Mela li cem hemî kurdan, nemaze li cem feqehan ewçend nas e ku ne hewce ye ez wesfê wî bidim. Mela helbestvanekî mitesewif e, dîwana wî di sala 1919’an de li Stenbolê ketiye çapê. Beriya wê li Petersbûrgê jî hatibû çap kirin. Min ji vê çapê nisxeyek li Şamê di taxa kurdmancan de dîtiye. Çapa Petersbûrgê çapeke lîtografîk e." Melayê Jaba di heqê Melayê Cizîrî de wiha dibêje: "Şairê diwê Melayê Cizerî ye. Eslê wî ji Cizîra Botan e. Navê wî Şêx Ehmed e. Di tarîxa pêncsed û çilî de di nêv Cizîrê de peyda bûye. Di wî wextî Mîr Imadedîn li Cizîrê mîr bû û xweheke mîr hebû. Ev şêx Ehmed li xweha mîr aşiq bûye. Xezeliyatine zehf gotiye û diwançeyek tertîb kiriye. Dîwana Melayê Cizerî dibêjin qewî dîwaneke misteleh e, û zehf li nik ekradan meqbûl e. Paşê, Mîr Imadedîn ew şêx Ehmed ceribandiye ku aşiqê heqiqî ye û xweha xwe da ê. Şêx Ehmed qebûl ne kiriye. Ev şêx Ehmed jî di tarîxa pansed û pêncî û şeşê de merhûm bûye û di nêv Cizîrê de medfûn e, û ziyaretgaha xelkê ye." Her wekî Melayê Jaba gotiye tirba Melayê Cizîrî ziyaretgeh e. Ji xwe hêj di saxiya wî de welayet bi aliyê wî ve didan. Dibêjin ku mela li Westaniyê, li ber şetê Cizîrê, li ser kuçekî rûdinişt û ristên xwe dinivîsandin. Ji cizba wî kuç welê disincirî ku piştî ku Mela jê radibû jin diçûn wî kuçî û nanên xwe pê ve didan û dipijandin. Ji dîwana Meleyê me xezela jêrîn bijarte ye. Heye ku di dîwana mele de jê spehîtir xezel hene. Lê me kêfa
xwe ji ber gotina "Şebçiraxî şebî Kurdistan im" jê re anî Pir ji dîna te xerîb im xanim Ji te ser ta bi qedem heyran im Her bi can teşnelebî lehlan im Dil di benda giriha zilfan im Yûsifî cirhekeşî hicran im Niqteyî daîreyî rindan im Lew şebî daîre sergerdan im Badenûşî qedehî hirman im Bedel ateş ji ceger biryan im Lew perîşan im û pir êşan im Aşiqî nazik û mehbûban im Tu mebîn bêser û bêsaman im Gulî baxê iremî Bihtan im Şebçiraxî şebî Kurdistan im Çi tebîet beşer û insan im Lilehil hemd çi alîşan im Di riya yar li rêza san im Lew di iqlîmî sixen xaqan im Sibehî îd e û ez pê zanim Ko bi kêra te seher qurban im Xweş birîndarekî bêderman im. Carekê şefeq e rûhim can im. Ji Xwedê re veke benda beriye. Dînbirê hurmisalê zeriyêNazikê nîşkerê sirperiyê. Ev ji helbesteke Melayê Eşq û evînê, Melayê Cizîrî ye. Îro ji husna dilberê Îro ji husna dilberê Dîsa helak û serxweş în Remzên di wê şîrînsurê Sohtim bi pêta ateşîn Sohtim bi berqa lami' e Ew necm û bedra tali' e şemsa semayê rabi' e Lew pir ji şewqê şewwişîn Pir şewwişandin wê dil e Zulfên siyah ser dan mil e Tora muxalif silsile Selwa 'eqarib lê meşîn Selwa 'eqarib lê weten Ew nazika nûrînbeden Qendê dirêjin guft û ken Biskan di lê kir baweşîn Biska siyah re'na ye mest Yek dî bi heyran pê ve dest Hemyan bi mestî helqe best Derbendê ew zulfa reş în Êsîr kirim zulfa çelek Ew horiya şubhet melek Tîr dan ji reştûzên helek Mecrûhê qewsê pirweşîn Tîr dan ji qewsê malzirav Ew gewhera pir şewq û tav Sotin li min cerg û hinav Lew têk ji cergê herişîn Cerg û cesed têk sohtine Lew xef xedengan nuhtine Ji qewsê hilalê jih tine Heyranê dêma mehweş în Hem bedr û hem Zuhra ye dêm Ji wê 'alema kubra ye dêm Xweş destxet û tuxra ye dêm .Herfan ji miskê lê nişîn Lewhê ji nû sîqal bidin Herdem ji nû ve xal bidin Da dil bi yek dî pal bidin Nuqtan ji zêrabê weşîn Zulfa siyah 'enber bike Xemlê ji zêrê zer bike Zerbaf û dîba ber bike Misk û gulavê lê reşîn Mawer ke terh û bişkoyan Cîranê berg û lû'lûyan Ew 'er'er û selwa ciwan şetrî bi mestî lê xwişîn Şetrî we tayên sor û zer Bayê nesîm lê da seher Li wê cebhetê hijiyan dû per Lewra sekara bêhiş în Meşha seher yarê şefîq Da min bi enguştên 'eqîq Ji wê badeya nûrîn rehîq Mexmûrê xemra bêxiş în Mexmûrê bê camê ez im Yexmakirê ramê ez im Çavnêrê peyxamê ez im Perwaneyê şem'a geş în Ji Wîkîpediya |
No comments:
Post a Comment