03/03/2010 |
|
Pêr di rewşeke bêdeng de Serfermandarê Hêzên Amerîkayê yê Iraqê Josef Anderson hat Enqereyê û bi Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Beşîr Atalay ligel heyetên xwe hevdîtin pêk anîbûn. Hat hînbûn ku di hevdîtina van her du heyetan de operasyona li dijî HPG’ê û îstîxbarata germ a demildest nîqaş kirine. Rojek berya serdana Josef Anderson Isarîlê 6 balafirên bê pîlot dan Tirkiyeyê. Ligel balafirên heron îstasyonên van balfiran yênji erdê wan kontrol jî dikin hatin dayîn. Balkêşe ku di nav hefteya vê serdanê de Artêşa Tirk lez daye liv û lebatên leşkerî. Her wiha Artêşa Tirk li dijî Zap û Haftanînê jî êrîşan didomîne. Anderson û heyeta gel wî destpêkê de bi Wezîrê Karên Hundir Atalay re hevdîtin kir. piştî hevdîtina Anderson û Beşîr hevdîtin pêk hat. DAXWAZÊN TIRKIYEYÊ Der barê civînê de agahî hat bidestxistin ku aliyê tirk ji heyeta Amerîkayê du daxwaz kirine. Tirkiyeyê ji heyetê xwestiye ku saeta dan û standina îstîxbaratê ya rojane bê zêdekirin. Heta niha rojê 6 saet îstîxbarata germ di nav Tirkiye û Amerîkayê de ya der barê PKK’ê de pêk tê. Daxwaza duyemîn a Tirkiyeyê li ser plankirina dema operasyoneke pêkan a li dijî HPG’ê ye. Tirkiye dem û agahîkirin li gor hesabên Tirkiyeyê bê kirin. ENQERE |
|
Thursday, March 4, 2010
Hewldanên şer ên Tirkiyeyê gur dibin
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment