Delîl FIRAT - ZAGROS/ANF
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Murat Karayilan ji ber nêzîkbûna hilbijartinê axivî û diyar kir ku ew piştgirî nadin tu lîsteyê. Karayilan anî ziman ku helwest û siyaseta wan, xeta netewî ya demokratîk e û xwest ku hilbijartin ji bo rêbaz û zîhniyeta demokratîk bibe bingeh.
Karayilan anî ziman ku ew di hilbijartinên giştî yên Iraq û başûrê Kurdistanê de, bêalî ne.
Karayilan ji bo vê biryara xwe jî, 2 sedem nîşan dan. Karayilan sedema yekemîn wiha anî ziman: "PÇDK vê gavê girîngî dide xebatên îdeolojîk, siyasî û rêxistinî û vê gavê naxwaze serî li taktîkên hilbijartinê bide. Ji ber vê jî tevlî hilbijartinê nebû. Li başûrê Kurdistanê niha 4 lîste hene. Bêguman hemû ne wekî hev in. Lê belê em lîstikên heyî û siyaseta van bes nabînin. Yanî van lîsteyan ji bo çareserkirina pirsgirêkên li başûrê Kurdistanê û Iraqê kêm dibînin. Tu lîseyên xwedî bernameya em bes bibînin, nîn in. Li gorî me, xeteke xwe dispêre hêza xwe ya esasî û xwedî xeteke serbixwe dikare li başûrê Kurdistanê pirsgirêkan çareser bike. Em bawer dikin ku xeteke xwe dispêre hêza xwe ya esasî, serbixwe û xeta neteweyî ya demokratîk esas digire, pêwîst e."
BERJEWENDIYÊN NETEWEYÎ
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Murat Karayilan sedema dûyemîn jî wiha anî ziman: "Pirsgirêka kurd û Têkoşîna Azadiya Kurd li herêma Rojhilata Navîn, gihîştiye asteke dîrokî. Di vê pêvajoyê de, pêwîstî bi siyaseta netewî ya demokratîk heye. Pêwîst e, têkoşîn di navbera hêzên kurdistanî de, di çarçoveya xeta demokratîk de pêk bê. Em bawer dikin ku, di vê pêvajoyê de pêwîstî bi pêşderxistina berjewendiyên netewiya demokratîk heye. Me siyaseteke bi vî rengî esas girtiye. Em ferqê nakin navbera tu lîsteyê. Bila gelê me li gorî tercîha xwe tevbigere û dengê xwe bide lîsteya ku demokratîk dibîne."
LÎSTEYÊN HEVPAR
Murat Karayilan anî ziman ku, helwest û siyaseta wan, xeta netewiya demokratîk e. Karayilan got: "Em hurmet nîşanê siyaseta PÇDK'ê didin. Lê belê diviyabû li herêmên wekî Kerkûk, Mûsil, Nînova, Şengal û Diyalayê lîsteyên hevpar hebûna." Karayilan destnîşan kir ku PÇDK dikare piştgirî bide lîste û kesên nêzî xwe dibîne, lê belê ew wekî PKK, di asta neteweyî de, nêzî hilbijartinan dibin.”
No comments:
Post a Comment