Thursday, March 4, 2010

Piştgiriyê didin siyaseta şerxwaz


04/03/2010

Komelên Civaka Kurdistanê (KCK), operasyonên binçavkirin û girtina kurdan li Fransa û Îtalyayê şermezar kir. KCK’ê diyar kir ku Fransa û Îtalya bi van operasyonan piştgiriyê didin siyasetên şerxwaz.
KCK’ê der barê binçavkirinên kurdan ên li Ewropayê yên demên dawî de ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re axivî û got, welatên Ewropayê di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de, durûtiyê dikin. KCK’ê diyar kir ku welatên Ewropayê li aliyekî bang li Îran û Tirkiyeyê dikin da ku dawiyê li zextên xwe yên li dijî gelê kurd bînin, li aliyê din jî, ew bi xwe van zextan dikin..
KCK’ê helwesta welatên Ewropayê weke cotstandartiyê binav kir û wiha got: “Eger yekîtiya Ewropa ji dil dixwaze şerê li Kurdistanê raweste, wê demê divê siyasetvanên kurd krîmînalîze neke. Divê dawî li zextên xwe bîne.” KCK’ê, da zanîn ku bi operasyonên binçavkirin û girtinê, Franse û Îtalya destekê û hêzê didin siyasetên şerxwaz yên Tirkiyeyê.

‘EWROPA NE SAMÎMÎ YE’
KCK’ê Konferansa ku li Amedê hat lidarxistin bibîrxist û wiha got: “Me bi riya çapemeniyê axaftinên beşdaran guhdar kir. Em girîngiyê didin xebatên vê konferansê. Lê bi taybet jî di axaftinên kesên ku li Ewropayê hatibûn de daxwaza bila li hemberî kurdan operasyon pêk neyên hebû. Ev tiştekî gelek rast e. Em baweriya xwe gotinên wan mirovan tînin. Lê em baweriya xwe pergala Ewropayê naynin.” KCK’ê da zanîn ku ger Ewropa di çareseriya pirsgirêka kurd de alîgirê şîdetê nîn be divê rast nêzîkî kurdan bibe û ev tişt hatin gotin: “Niha hem tê li hemberî kurdan Ewropayê û saziyên wan operasyonan pêk bînî û hem jî ji dewleta tirk û ji dewleta Îranê bixwazî bila li hemberî kurdan şîdetê kar neyin û operasyonan pêk neyin kî vî tiştî bawer bike. Li vir de dirûtî heye.”

PEYAMÊ DIDIN ALÎGIRAN

KCK’ê diyar kir ku ger Yekîtiya Ewropayê bixwaze li Kurdistanê xwîn nerije divê berê ew helwesta xwe zelal bikin û wiha hate gotin: “Carê carekî li ser malê kurdan de digirin û siyasetmedarên kurd bi copan ve binçavdikin. Ev nêzîkahî wêrekiyê dide derdorên ku li Tirkiyeyê alîgirên şîdetê ne.” Di berdewama daxuyaniyê de ev gotin cih girtin: “Em van operasyonên ku li Îtalya û Fransayê li hemberî kurdan pêkhatine bi
hatina biharê re wekî peyameke ku ji bo alîgirên şer hatiye dayîn dinirxinin. Mînak li Îtalyayê destê kîjan kurdî de çek hebû? Na tunebû. Li hemberî zagonên Îtalyayê bêrêztî kiribûn? Na. Ango li dijî zagonan tevgeriyane? Na. Lê çi kirine. Dibêjni we alîkariya daye PKK’ê, pere berhevkiriye û hatine cem hev. Ev welatana dibêjin li welatê me demokrasî û azadî heye. Li wir jî hatina cem hev ya kurdan qedexeye? Li wir jî qedexeyên dagirkeran hene? Kurd çawa neyên cem hev û piştgriyê nedin hev?”

PIŞTGIRIYÊ DIDIN ZILMÊ
KCK’ê diyar kir ku balkişand saziyên ku ji bo hîn bernameyan komkirina pereyan û wiha hate gotin: “Çima kurd di navbera xwe de pereyan kom nekin û çima kurd neyên cem hev û çalakiyên çandî lidarnexin. Çima van tiştan qedexe dikin.” KCK’ê da zanîn ku ev nêzîkahî piştgiriyê dide êrîşên Îtalya û Fransayê û hat gotin ku divê Îtalya û Fransa piştgiriyê nedin polîtîkayên zilmê ku li hemberî gelê kurd tê meşandin.
KCK’ê li dijî zextan bang li kurdistaniyên Ewrûpayê û derdorên demokratîk jî kir da ku dengê xwe bilind bikin û di daxuyaniya KCK’ê de ev gotin cih girtin: “Li ser vê esasê em bangî dostên gelan yên li Îtalya û Fransayê, dostanên kurdan û hemû derdorên demokratîk û sivîl dikin ku bila li hemberî neheqiyên hikumetên xwe dengên xwe bilind bikin. Bila dawî vê dirutiyê bînin. Tê hem li dijî operasyonên li hemberî kurdan tê bisekinî û ji aliyê din jî tê li hemberî kurdan operasyonan pêk bînî. Divê hemû aliyên demokratîk û aştîxwaz li hemberî van polîtîkayên dirû bitêkoşîn.” BEHDÎNAN - ANF


No comments:

Post a Comment