DELÎL FIRAT - ZAGROS/ANF
Li Tirkiyeyê operasyona li dijî generalan hûn çawa dibînin? Gelo Tirkiye xwe diguherîne?
Diyar e ku dewleta tirk ji nû ve tê dîzaynkirin. Mîna projeya jinûve avabûnê ev operasyon pêk tên. Li gorî nêrîna me ji yekalî hewldana sivîlkirinê wêdetir Komara Tirkiyeyê mîna pergal bi her aliyê xwe rewşeke xitimînê dijî. Ji ber vê xitimînê jî di pergalê de rûxandinê dest pê kiriye. Di vê dîzaynkirinê de em difikirin ku rola sermayeya navneteweyî û bi taybetî jî rola DYA'yê heye. Berxwedana tevgera ma ya demokratîk ku li Kurdistanê pêk hat û têk neçû bingehê vê operasyonê afirand. Heger general li hemberî tevgera me serkeftî bûya kesî nikarîbû xwe nêzî wan jî bike. Di rewşa heyî de artêş li ser pergalê bûye bar û ev jî ne li gorî berjewendiyê sermayeya navneteweyî ye. Li gorî vê mîsyonê pêwîstî bi sivîlbûna Tirkiyeyê heye. Dibe ku di vê çarçoveyê de artêş hatibe hişyarkirin. Ev projeyeke ku berê hatiye amadekirin e û gav bi gav dimeşînin. Bi Ergenekonê dest pê kirin. Yên di operasyona Balyozê de hatin girtin jî xuyaye hinekî ji Ergenekonê cudatir in. Yanî operasyon berfireh kirin ku Ergenekonê jî derbas bike. Aliyê herî balkêş ên van operasyonan jî ew e ku dema operasyon li dijî Ergenekonê an li dijî çend generalên teqawît pêk tê dibe rojeva bingehîn. Di bin siya wê rojevê de jî li hemberî qada siyasî ya demokratîk a kurd operasyon û êrîş dest pê dikin.
Li Tirkiyeyê hema hema piştî her operasyona li dijî kesên tê îdiakirin li dijî hikûmetê di amadekariya darbeyê de ne siyasetmedarên kurd jî dibin hedefa operasyonan. Ev tesadufeke gelo?
Taybetmendiya herî balkêş a plansaziya van operasyonan e. Xuya dike ku hêza operasyona pêk tîne bi berfirehî fikiriye. Mînak; operasyonek dest pê dike, dibêjin nizanim pêla operasyonan a çendemîn. Tu dibînê di heman demê de 50-60 siyasetmedarên kurd girtin. Her kes operasyonên li hemberî generalan diaxive, kes behsa ji aliyê Komara Tirk ve girtina hezar û 500 siyasetmadarên kurd û avêtina wan an zîndanê nake. Çima? Ji ber ku di bin siyê de ev pêk anîn. Bi navê 'şahidê veşartî' ji bo girtina siyasetmedar û şaredaran kes hatine rêxistinkirin, an bi îşkenceyê îfadeyê bi wan hatiye îmzekirin. Mîna mînaka li Şirnexê. Êrîşeke li dijî gelê me mijara gotinê ye, tevkujiyeke siyasî tê ferzkirin. Ev te jî di bin siya operasyonên Ergenekon û Balyoz de pêk tên û ji raya giştî ya cîhanê tê veşartin. AKP dixwaze ji vê yekê ji xwe re parê derxe, lê ne rast e. Pêvajoyeke ku hêzên cuda bi rê ve dibin. Ev pêvajo dê bipêş bikeve û wê bixwazin Tevgera Azadiya Kurdistanê di nava vê projeyê de tasfiye bikin.
Hevdengî van operasyonan li hemberî kurd, çepgir û îslamiyên radîkal operasyon li pey hev pêk tên. Ev tev parçeyên plana hûn qala wê dikin in?
Qaşo hewldana birîna aliyên tund e. Yanî di nava artêşê de bisînorkirina aliyên dijwar ên deşîfre bûne û giraniyê çêdikin. Dîsa di heman projeyê de tasfiyekirina PKK'ê heye. Mîna konseptekê pêvajoyê dimeşînin. Di vê mijarê de hin agahî li gel me hene.
Agahiyên çawa?
Organîzasyoneke nû. Tê xwestin bi navê dewleta kûr organîzasyoneke nû bê sazkirin. Ev organîzasyona xeter di dewrê de ye. Çiqasî serkeftî ye nikarim niha tiştekî bêjim. Lê aliyekî mijarê ew e ku di çarçoveya guhertin û gihandina qonaxeke nû ya Tirkiyeyê de hewldana dîzaynkirinê tê meşandin. Aliyekî din ê mijarê jî ew e ku tevî hêzek ji jor ve vê konseptê dimeşîne jî di navbera aliyan de nakokî hene, her yek ji wan dixwaze bêtir bibandor be. Ev yek jî mîna şerê ji bo desthilatdariyê xwe dide der. Mînak AKP dixwaze li ser hemû saziyan serdest be. Hin hêzên din jî hene li Tirkiyeyê. Saziyên li gorî van hêzan pozîsyona xwe digirin bi hev re dikevin nakokiyan.
Tirkiye dê were guhertin?
Guhertinê xwe bi rengekî dijwar ferz kiriye û diyar e dê guhertin pêk bê. Pêwîstiya lihevkirinekê di navbera hêzên li Tirkiyeyê de heye. Ev hêz jî hêza yekemîn a neteweperest û dewletparêz e. Mîna hêzên statukoparêz jî dikarin werin binavkirin. MHP, CHP di vê çarçoveyê de siyasetê dikin. Ev hêz di nava darazgerî, artêş û hin saziyên din de gelekî bi bandor e.
Hêza duyemîn jî dikare mîna hêza muhafazakar bê binavkirin. AKP û hin hêzên nêzî AKP'ê yên lîberal û demokratên muhafazakar hene. Dîsa ji bilî Cemaeta Fetullah hin cemaetên din jî hene. Li pey van jî hêzên navneteweyî hene. Di pergala nû ya Tirkiyeyê de dixwazin rolê bidin van hêzan ku xwediyê xeta îslama nerm in. A siyemîn jî xeta demokratîk e ku li Tirkiyeyê hêj zêde ne rêxistinkirî ye û nebûye hêz. Em jî di nav xeta demokratîk de cih digirin. Dikare behsa têkoşîna di navbera van xetan de bê kirin. Ev hersê hêz jî dê nikaribin bi hesanî hev têk bibin. Diyar e çareseriya bi tenê dê lihevkirina van hezan be. Yanî projeyeke hevbeş de hatina cem hev. Pergaleke ku her kes li gorî hêza xwe cih bigire û beyî şer di çarçoveya destûrekê de.
Di pêvajoya nû de dê pozîsyona kurdan çi be?
Bêguman divê cihekî kurdan jî hebe. Projeya ma ya Xweseriya Demokratîk projeyeke guncav e. Pirsgirêka kurd di çarçoveya Xweseriya Demokratîk de ku çareseriya pirsgirêka kurd dixwaze dikare di nava pergala demokratîk ya Tirkiyeyê de cihê xwe bigire. AKP behsa reforma darazgeriyê dike, ji aliyekî ve rast e. Lê pêwîstiya tevahiya Tirkiyeyê bi reformê heye, ne tenê saziyek an dido. Pêwîstiya komarê bi xwe bi reformê heye. Heta guhertineke bingehîn pêk neyê, yanî hebûna civaka kurd, rastiya xeta îslama siyasî, rastiya xeta çep û rastiya xeta neteweperest neyên qebûlkirin dê nikaribe civakeke di nava xwe de lihevhatî saz bike. Bi hewldanên hev çewisandin û tirsandinê nikare behsa demokratîkbûnê were kirin.
Têkildarî operasyonên li dijî Ergenekon û generalan, her wiha vekirina TRT 6 hin derdor tînin rojevê û dibêjin çima kurd AKP'ê destek nakin. Dibêjin ma CHP bihêz bibe baştir e?
Hin parlamenterên kurd ên AKP'ê ku xwedî ruhê xulamiyê ne, dixwazin vê yekê bi pêş bixin. Dixwazin mirinê nîşan bidin û kurdan neçarî pejirandina tayê bikin. Di xeta AKP'ê de çareserî nîne. Rast e xetên din tevkujvan in, lê belê ev xet jî bi rêbazên nermtir pêwîstiyên tevkujiyê bicih tîne. Di navbera armancên wan de cudabûn nîne. Neçar e Tirkiye rastiya kurd bi hemû aliyê wê bibîne. Ya ku rastiya kurd derxistiye holê PKK ye. Ne afirandina kurdên xwe, naskirina gelê kurd, rêbertiya wî, naskirina nûnerên wî gerek weke polîtîkayeke nû bide ber xwe. Berovajî vê yekê tê wateya israra tasfiyeyê. Tasfiye jî ne mumkun e. Polîtikaya tasfiyeyê tê weteya kaos û pevçûnê.
Di ecama şerê destilatdariyê de li hemberî AKP'ê artêşeke ku lawaz bûye heye. Ketina artêşê ya bin kontrola destilatdariya AKP'ê dê bê çi wateyê?
Tu cudabûna nêzîkahiya der barê pirsgirêka kurd de ya artêşa di bin fermandariya Îlker Başbûg de û ya AKP'ê tune ye. Ez ne bawerim ku ev yek were guhertin jî. Ji xwe niha di konsepta li dijî me tê meşandin de hemû alî bûne yek. Civîna dawî ya MKG'ê jî raxiste ber çavan ku dê konseptê li dijî me bi her alî ve bidomînin. Jixwe mijara 'rêlibervekirinê' jî polîtikaya dewletê ya tasfiyekirinê ye. Ya AKP li hemberî kurdan dimeşîne jixwe xeta dewletê ye. Çi dikin bila bikin heta pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe. Heger dewlet cidî be divê lîstik nebin. Gavên pratîkî werin avêtin. Heta gav neyê avêtin em ji gotinan bawer nakin. Vê dewletê heta niha tim civaka kurd xapandiye.
Hin sînyal hene ku gavên pratîkî dê werin avêtin hene gelo? Şert û mercên destpêkirina pêvajoyeke nerm dest pê bike, çi ne?
Bi hatina biharê re Tirkiye dikeve pêvajoyeke nû ya girîng. Dixwaze xwe bê kurd dîzayn bike. Di heman demê de AKP hesabên hilbijartinê dike. Ez difikirim ku di vê çarçoveyê de dê siyaseta bêbandorkirina Tevgera Azadiya Kurdistanê bînin rojevê. Dixwazin ku di vê pêvajoyê de kurd pergalê bêzar nekin bi gotineke din dibêjin 'bila kurd li aliyekî rawestin, gav dê werin avêtin û qedexe werin rakirin'.
Em jî wisa dibêjin: Divê dewlet careke din nekeve nava taktîkên xapandin û mijûlkirinê. Heger dawî li siyaseta tasfiyekirinê aniye bila vekirî bêje. Li aliyekî tevkujiya siyasî bimeşînin, siyasetmedarên me bigirin, operasyonan li dar bixin û herêmên gerîla bombebaran bikin, li aliyê din jî hin nûnerên wan dê werin bêjin, 'em vebûnên demokratîk pêk tînin li bendê bin'. Ev yek naçe serî, divê bizanibin. Li aliyekî din Serokwezîr ji Wezîrê Parastinê yê DYA'yê çekên suîqestê bixwaze û balafirên keşfê bi taybetî bixwaze. Li aliyê din behsa vebûnan bikin. Em ji kîjanê bawer bikin? Çareseriyê xwe ferz kiriye êdî. Em difikirin ku di vê pêvajoya guherînê de dê pirsgirêka kurd were çareserkirin. Em ê vê yekê li ser wan ferz bikin. Heger guhertin hebe em ê jî di nav de cîh bigirin. "
Diyar e ku li gorî hesabên dewletên rojava Tirkiye li hemberî Îranê mîna hêz tê destekkirin. Tevî ev qas nakokî jî gelo çima Îran li dijî kurdan bi van dewletan re di nava hevkariyê de ye?
Tevî nakokiyên tên zanîn jî êrîşên Îranê yên li dijî kurdan ku dibin sedema aloziyê hene. Sedema vê hevkeriyê jî ew e ku em hêzeke serbixwe ne û her hêza heyî dixwaze hêzên din bixe bin bandora xwe. Ji ber ku li hemberî statukoparêzî û hêzên navneteweyî em xeta sêyemîn a demokratîk temsîl dikin herdu hêzên din ên bi nakok digihêjin hev. Li aliyê din êrîşkariya ku ji ber taybatmendiyên pergala Îranê jî tên hene. Lê di rastiyê de di demeke ku Îran di qada navneteweyî de evqasî hatiye dorpêçkirin de em pêwîstiya girtina alî nabînin. Em difikirin ku ne rast e kurd li ser hesabê hinekan di eniya dijberî Îranê de cih bigirin. Tevî vê helwesta me jî em êrîşkariya Îranê fêm nakin. Dibe ku hin hêviyên wê ji Tirkiyeyê hene. Hin derdor dixwazin kurdan û Îranê bînin dijber hev. Divê Îran jî nekeve vê xefikê, heger bikeviyê ew ê bi xwe zirarê bibîne.
Pêvajoyeke nû didin destpêkirin
Ji bo deklerasyona we ji aliyê hikûmetê ve tu bersiv nehat. We li jor got ku hûn ê pêvajoyê temaşe nekin. Gelo di dema pêş de we xwe ji bo tevgereke çawa amade kiriye?
êvajoya derbasbûyî bi têkoşîna hate dayin encamên girîng derketin holê, di tevgerê de mezinbûn û pêşketin derxiste holê. Dîsa encamên girîng ên siyasî afirandin. Lê têra pêşxistina çareseriyeke demokratîk nekir. Di dema nû de pêwîstiya me bi asteke ku çareseriyê ferz dike heye.
Çawa?
Bi hamleyeke nû. Bi pêvajoyeke nû ya mîna sêyemîn merheleya pêngava Êdî Bes e û dibin slogana ‘Rêbertiya Azad, Nasnameya Azad, Xweseriya Demokratîk, Li hemberî tevkujiya siyasî û çandî em bibin yek, xwe birêxistin bikin, li ber xwe bidin û biser bikevin’ em dixwazin perspektîfa têkoşîneke nû deynîn ber xwe.
Ev yek ne yekalî ye, projeyeke berfireh e. Aliyên bîrdozî, siyasî, civakî, dîplomatîk ên vê têkoşînê hene. Bi salvegera komploya 15’ê Sibatê starta vê yekê hate dayin û ev pêvajo bi xurtî dê di 8’ê Adarê, 21’ê Adar Newrozê, 4’ê Nîsanê û heta 1’ê Gulanê bidome. Ev serhildan û sekna gelê me dê helwesta hêza dijber jî zelal bike. Pêşketina sala 2010’an dê rengê salên pêş jî diyar bike. Lewma gelekî girîng e û em ketina nava pêvajoyeke girîng.
No comments:
Post a Comment