Thursday, March 4, 2010

Ferqa Tirkan û Ewrûpa nema; Her du jî ji xwe re demokrat!


D.BEKÎR, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Li Belçîkayê li dijî PKK'ê operasyoneke berfireh hate lidarxistin. Bi tevlêbûna 300 polîsên federal li 5 bajaran Roj TV jî di nav de, li dijî 25 cihan operasyonên hevwext hatin lidarxistin.
hatiye dayin aîdî HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.

Polîsên Belçîkayê êrîşî girsiya li ber avahiya Roj TV'ê kir

Polîsên Belçîkayê bi ava şidyayî û copan mudaxeleyî girseya gel a ku ji bo xwedîderketina li Roj TV'ê hatibûn ber avahiya televizyonê kir. Girseya qelebalix jî bi sloganan bersiv da polîsan. Hate diyarkirin ku birîndar û binçavkirin hene.


Hevserokê BDP'ê Demîrtaş Hikûmeta Belçîkayê şermezar kir

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, xwest ku siyasetmedarên kurd ên li Belçîkayê hatine binçavkirin demildest serbest bên berdan. Demîrtaş got ku operasyon nîşan didin ku "israra ji bo neçareseriyê' didome û wiha got: "Beriya her tiştî ez hikûmeta Belçîkayê şermezar dikim. Heke ev operasyon bi daxwaz û xwesta Tirkiyeyê pêk nehatibe, wê demê diyar e ku Ewropa li dijî lêgerînên çareseriyê yên Tirkiyeyê ye û dixwaze darbeyekê li van lêgerînan bide. Li aliyê din BDP'ê ji Balyozxaneya Belçîkayê ya Enqereyê randewû xwest lê bi hinceta ku 'civîn heye' randewû nehate dayîn.


Feleknas Uca: Serdagirtina Roj TV'ê mesajek e

Endama berê ya Parlementoya Yekitiya Ewropayê ya Feleknas Uca bertek nîşanî operasyona polîsên Belçîkî ya li hemberî saziyên kurd û Roj TV'ê da û da zanîn ku ev operasyon nîşana polîtîkayên durû yên Yekitiya Ewropayê ne.

Hate ragihandin ku bi biryara dozgerê Burkselê, ji aliyê polîsên federal ve serê sibehê saet di 05:00'an de polîsan girt ser Roj Tv ku studiyoyên wê li navçeya Denderleeuw e. Polîsan bi giştî girt ser 30 saziyan. Di serdegirtinan de 300 polîsên belçîqî cih girt.

Li gor agahiyan polîsan girt ser studiyoyên Roj Nv û Stêrk Production, ku ji Roj Tv re bernameyan çêdikin. Ajansan ragihand ku midûrê Roj NV Gulşen Emsiz, rojnamevan Burhan Erdem, Devrim Akçadag û Murat Yaklav jî digel gelek mêvanan hatine binçavkirin. Li gor ajansan 10 kes heta niha hatine binçavkirin. Hin kes ji aliyê polîsan ve ber bi navenda polîsan a Brukselê ve hatin birin.

Di dema lêgerîna polîsan de weşana Roj Tv hate rawestandin. Ajans radigihînin ku polîsan zerar dane alav û amûrên weşanê yên kanalê. Xebatkarên Roj Tv ragihandin ku polîsan zerar dane komputer û alavên din ên weşanê jî.

Tê ragihandin ku serdegirtina polîsan di çapa "têkoşîna bi terorê re" de hatiye kirin. Dozgeriya Federal îro saet di 17:00'an de dê daxuyaniyekê der barê mijarê de bide çapemeniyê.

Li aliyê din, Lijneya Weşanê ya Roj Tv, daxuyaniyek belav kir û anî ziman ku serdegirtina polîsan karekî li dijî demokrasiyê ye, di dema lêgerînê de xerakirina alavên teknîk jî şermezar kir û daxwaz kir ku lêgerîn û sepana polîsan di demildest de were rawestandin.

Daxûyaniya KCK

KCK'ê di daxuyaniya xwe de gazî li hikûmeta Belçîqayê kir ku dawiyê li êrîşên xwe bîne. KCK'ê ev rewş wekî dûmahîka tevkujiya siyasî bi nav kir û Ewropa hişyar kir. Di daxuyaniyê de bal kete ser êrîşa Belçîqa ku navenda NATO ye jî.

KCK'ê gazî li rewşenbîr, rojnamevan, çapemenî û weşanan jî kir ku li hember van kirinên anti-demokratîk bêdeng nemînin.

KCK’ê derbarê binçavkirina kurdan ya li Ewropayê ya demên dawî, ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re axivî û got, welatên Ewropa di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de, durûtiyê dikin. KCK’ê diyar kir ku welatên Ewrpayê li aliyekî bang li Îran û Tirkiyê dikin da ku dawiyê li zextên xwe yên li dijî gelê Kurd bînin, li aliyê din jî, ew bi xwe van zextan dikin..

KCK’ê helwesta welatên Ewropayê weke cotstandartiyê binav kir û wiha got: „Eger yekîtiya Ewropa ji dil dixwaze şerê li Kurdistanê raweste, wê demê divê siyasetvanên kurd krîmînalîze neke. Divê dawî li zextên xwe bîne.” KCK’ê, da zanîn ku bi operasyonên binçavkirin û girtinê, Franse û Îtalya destekê û hêzê didin siyasetên şerxwaz yên Tirkiyê.

‘Ewropa samîmî nîne’


KCK’ê Konferansa ku li Amedê hat lidarxistin bibîrxist û wiha got: “Me bi riya çapemeniyê axaftinên beşdaran guhdar kir. Em girîngiyê didin xebatên vê konferansê. Lê bi taybet jî di axaftinên kesên ku li Ewropayê hatibûn de daxwaza bila li hember kurdan operasyon pêk neyên hebû. Ev tiştekî gelek rast e. Em baweriya xwe gotinên wan mirovan tînin. Lê em baweriya xwe pergala Ewropayê naynin.” KCK’ê da zanîn ku ger Ewropa di çareseriya pirsgirêka kurd de alîgirê şîdetê nîn be divê rast nêzîkî kurdan bibe û ev tişt hatin gotin: “Niha hem tê li hember kurdan Ewropayê û saziyên wan operasyonan pêk bînî û hem jî ji dewleta tirk û ji dewleta Îranê bixwazî bila li hember kurdan şîdetê kar neyin û operasyonan pêk neyin kî vî tiştî bawer bike. Li vir de dirûtî heye.”

‘Peyamê didin aligirê şîdetê’


KCK’ê diyar kir ku ger Yekîtiya Ewropayê bixwaze li Kurdistanê xwîn nerije divê berê ew helwesta xwe zelal bikin û wiha hate gotin: “Carê carekî li ser malê kurdan de digirin û siyasetmedarên kurd bi copan ve binçavdikin. Ev nêzîkahî wêrekiyê dide derdorên ku li Tirkiyeyê alîgirên şîdetê ne.” Di berdewama daxuyaniyê de ev gotin cih girtin: “Em van operasyonên ku li Îtalya û Fransayê li hember kurdan pêkhatine bi hatina biharê re wekî peyameke ku ji bo alîgirên şer hatiye dayîn dinirxinin. Mînak li Îtalyayê destê kîjan kurdî de çek hebû? Na tunebû. Li hember zagonên Îtalyayê bêrêztî kiribûn? Na. Ango li dijî zagonan tevgeriyane? Na. Lê çi kirine. Dibêjni we alîkariya daye PKK’ê, pere berhevkiriye û hatine cem hev. Ev welatana dibêjin li welatê me demokrasî û azadî heye. Li wir jî hatina cem hev ya kurdan qedexeye? Li wir jî qedexeyên dagirkeran hene? Kurd çawa neyên cem hev û piştgriyê nedin hev?”

‘Piştgiriyê didin zilmê’


KCK’ê diyar kir ku balkişand saziyên ku ji bo hîn bernameyan komkirina pereyan û wiha hate gotin: “Çima kurd di navbera xwe de pereyan kom nekin û çima kurd neyên cem hev û çalakiyên çandî lidarnexin. Çima van tiştan qedexe dikin.” KCK’ê da zanîn ku ev nêzîkahî piştgiriyê dide êrîşên Îtalya û Fransayê û hat gotin ku divê Îtalya û Fransa piştgiriyê nedin polîtîkayên zilmê ku li hember gelê kurd tê meşandin. KCK’ê li dijî zextan bang li Kurdistaniyên Ewrûpayê û derdorên demokratîk jî kir da ku dengê xwe bilind bikin û di daxuyaniya KCK’ê de ev gotin cih girtin: “Li ser vê esasê em bangî dostên gelan yên li Îtalya û Fransayê, dostanên kurdan û hemû derdorên demokratîk û sivîl dikin ku bila li hember neheqiyên hikumetên xwe dengên xwe bilind bikin. Bila dawî vê dirutiyê bînin. Tê hem li dijî operasyonên li hember kurdan tê bisekinî û ji aliyê din jî tê li hember kurdan operasyonan pêk bînî. Divê hemû aliyên demokratîk û aştîxwaz li hember van polîtîkayên dirû bitêkoşîn.”

Banga Xebatkarên Roj Tv

Êrîşeke li ser mafê ragihandinê yê kurdan, gelên cuda ên li Kurdistanê, hindikahî û komên baweriyan, êrîşeke li ser mafê wan ê bi zimanê xwe weşanê bikin û çanda xwe pêş ve bibin.

Rayedarên belçîqî, li gor agahiyên çewt ên ku rayedarên tirk dane wan, di sala 1996'an de li heman cihî girtibû ser studyoyên MED TV. Lê dîsa îdia ne pûç derketibûn, MED TV berat kiribû.

Niha careke din bi heman mentiq, bi heman riya şaş ceribandinek tê kirin. Gelê kurd, saziyên kurd, rojnamevan, nivîskar û siyasetmedar bi hesabên qirêj tên qurbankirin.

Televizyona kurd ku li hember kotekiyên Tirkiye, Îran û Sûriyeyê hewl dide li koçberiyê jiyana weşana xwe bidomîne, niha bûye armanca êrîşên rawestandinê û ev wekî destek e ji bo nijadperestî û şer.

Studyoyên Roj Tv ji aliyê polîsên rûpûşkirî ve hatiye serdegirtin, xebatkar hatine binçavkirin û ev yek ji bo demokrasiya Belçîqa û huqûqa Ewropa cihê fediyê ye.

Em wekî xebatkarên Roj Tv û rojnamevanên kurd rayedarên belçîqî li hember vê sepana anti-demokratîk, gazî rawestandina êrîşan dikin. Em gazî dikin û dibêjin nebin navgînên kotekiyên Tirkiye, Îran û Sûriyeyê.


Em saziyên çapemeniyê yên navnetewî, di serî de yên Ewropa, hemû rojnamevanên cîhanê û xebatkarên çapemeniyê û raya giştî jî bi awayekî acîl vedixwînin nîşandana helwestê, desteka ji bo Roj Tv û hevgirtinê."

Dewleta Tirk kêfxweş e


Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan derbarê "operasyona PKK" ya îro li Brukselê de agahî girtin.

- Davutoğlu: Bi teqdîr em dişopînin

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoğlu jî, hikûmeta Belçîkayê pîroz kir û got, "Bi kêfxweşî em pêşketinan dişopînin."

Davutoğlu, li ser pirseke ku operasyon ji aliyê îstixbarata Tirkiyeyê ve hatiye lidarxistin jî bal kişand ku operasyon ji aliyê hikûmeta Belçîkayê ve li gorî hiqûqa wan hatiye lidarxistin.
(Dîha / Ajansan / Anf / Roj Tv)
© HAWAR NT 2010 Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin a

© HAWAR NET 2010

No comments:

Post a Comment