| |
SILÊMANÎ, başûrê Kurdistanê -- Piştî ku Dezgeha Nezaheyê ya YNK’ê forma taybet bi aşkerekirina serwet û samanê berpirsan bi ser sekreter û endamên polîtburoya YNK’ê de dabeş kir, sekreterê giştî yê YNK’ê Celal Talebanî forma zanyariyên li ser serwet û samanê xwe teslîmî Dezgehê Nezaheyê kir.
XDi vê mijarê de serokê Dezgeha Nezaheyê Faruq Cemîl di daxuyaniyekê de ji PUKmedia’yê re got: “Heval mam Celal gelek bi zelalî û aşkereyî li ser serwet û samanê xwe di formê de zanyarî dagirtine.”
Cemîl her wiha got: “Mam Celal di dagirtina formê de mûçe (maaş), mesref û dahata xwe ya şexsî aşkere kiriye. Tevî ku sekreterê giştî yê YNK’ê ye û li Bexdayê jî mijûlî kar û erkên xwe ye, lê di demeke gellek nêz de bersiva Dezgeha Nezaheyê da û ev yek jî cihê spasiyê ye ku giringiyeke wiha dide dezgehê.”
Di heqê kesên din yên ku formên xwe dagirtine serokê Dezgeha Nezaheyê got: “Piştî heval mam Celal, endamê serkirdayetiyê Şalaw Elî Eskerî jî serwet û samanê xwe ji dezgehê re aşkere kir.”
Her wiha tê çaverêkirin ku di demeke kurt de endamên polîtburoyê formên xwe teslîm bikin. Her wiha hat diyarkirin ku piştî sekreterê giştî, endamên polîtburo û serkirdayetiyê, dê formên aşkerekirina serwet û samanê, bi ser tevaya endam û rayedarên din yên YNK’ê de jî bê dabeşkirin.. (Pukmedia)

© HAWAR NT 2010
No comments:
Post a Comment