Tuesday, February 2, 2010

DMME'yê asîmîlasyon rewa kir!

DMME'yê asîmîlasyon rewa kir!
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê doza di çarçoveya serlêdanên welatiyên kurd ên ji bo bi tîpên kurdî nivîsandina navan a li ser nasnameyan bi encam kir û pêkanîna dewleta tirk a li hemberî ziman û alfabeya kurdî di cih de dît

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji doza ji bo nivîsandina 'elewîtiyê' ya li ser nasnameyê dewleta tirk mehkûm kir. Heman dadgehê ji bo nekaranîna tîpên kurdî yên wekî 'w', 'x' û 'q'yê dewleta tirk mafdar dît. Bi vê biryarê DMME bû parçeyekî polîtîkayên ji bo asîmîlekirina kurdan.

Welatiyê bi navê Sînan Işik ji bo ku li ser nasnameya wî li dewsa 'îslamê', 'elewî' bê nivîsin, piştî riyên hiqûqa navxweyî qedandin; serî li DMME'yê dabû. Dadgehê serlêdana Sînan Işik di cih de dît û Tirkiyeye mehkûm kir.

Di doza elewîtiyê de Tirkiye mehkûm kir

Dadgehê biryar da ku dewleta tirk Xala 9'emîn a Peymanan Mafên Mirovan a Ewroyê ku azadiya wijdan û olî vedibêje, binpêkiriye û got: "Heke li beşa olî tiştek dê bê nivîsîn, kes çi bixwaze divê bê nivîsîn." Sînan Işik ligel ku ne misilman e, li ser nasnameya wî 'îslam' hatibû nivîsîn di 7'ê gulana 2004'ê de li Îzmîrê serî li dozgeriyê dabû.

8 serlêdan hebûn

Dadgeha ku ji bo nivîsandina navê olî yê li ser nasmameyê wisa hesas tevgeriyayî, heman hesasiyet ji bo tune hesibandina ziman û alfabeya kurdî nîşan neda û serlêdana Kemal Taşkin, Medenî Alpkaya, Abdulkadîr Firat, Dogan Genç, Emîn Ang, Celalettîn Yoyler, Amîralî Şîmşek û Reşît Sunbul a ji bo navên wan bi tîpên kurdî li ser nasnameya wan bê nivîsîn red kir. Dadgehê polîtîkayên dewleta tirk ên ji bo asîmîlekirina gelê kurd di cih de dîtin.

Ji tîpên kurdî re got; Na

Dozdaran ji ber ku tîpên 'q', 'w' û 'x' di navan de cih digirin, nayên nivîsandin, di çarçoveya mafê jiyana taybet hatiye îhlalkirin, di salên 2004, 2005'ê de serî li DMME'yê dabû. Dozdaran di serlêdana xwe de diyar kiribû ku Xala 8'mîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ku mafên jiyana taybet û malbatî vedibêje û Xala 14'mîn a ku cudakariyê red dike wekî sedem nîşan dabûn û sirî li dadgehê dabû.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di vê dozê de dewleta tirk mafdar dît û bi vê yekê bû parçeyeke polîtîkayên dewleta tirk ên ji bo asîmîlekirina gelê kurd.

No comments:

Post a Comment