| |
AMED, bakûrê Kurdistanê -- Li Amed, Mêrdîn, Şirnex Riha, Erzgîngan, Edene û navçeyên wan bi hezaran kesî bi daxuyanî meşan 15'ê Sibatê şermezar kir. Di daxuyaniyan de hate xwestin şer û pevçûn bi dawî bibe..
15'ê Sibatê salvegera radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê li Amed, Êlih, Îdir, Westan, Saray, Gimgim, Bazîd, Hayat, Mûş, Dîgor û Çelê bi girseyî hat şermezarkirin. Li Amed, Êlih, Bazîd û Îdirê polîsan mudaxaleyî girseyê kir. Li Stenbolê, bi minasebeta şermezarkirina 11'emîn salvegera anîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê daxuyaniyeke hate dayîn. Girseyê piştî daxuyaniya girseyê xwest ku meşekê li dar bixe. Polîsan bi bombeyên gazê û panzêran êrîşê girseyê kir û girseyê jî bi keviran bersiv da êrîşa polîsan.

*Duh êvarê li Taxa Bayramtepe ya Navçeya Başakşehira Stenbolê, komeke ciwanan bi munasebeta şermezarkirina 15'ê Sibatê salvegera radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê çalakiyeke li dar xistin. Di dema êrîşa polîsan a bi ser ciwanan de, nîqaşên di nav du polîsan de ketin qeyda kamerayê bal kişand ser xwe. Di qeydê de polîsekî dibêje 'Divê em guleyên plastîk bi kar bînin'. Li ser vê yekê jî hevalekî wî yê din jî dibêje 'Çi guleyên plastîk, em dê guleyên rastîn bi kar bînin.'

Li Kurdistanê esnaf neçûn ser kar
Bi boneya şermezarkirina 15'ê Sibatê 11'emîn salvegera radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyêye, li Amed, Mêrdîn, Şirnex û navçeyên wan esnaf neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin. li Wan, Colemêrg, Agirî, Muş û li gelekî navçan, esnafan derabayên dikanên xwe venekirin
Cihgirê serokê dewleta Îmarat Şmaratê dîtine. Weha jî da xuyakirin, ku ew giringîyek mezin jî didin peywendîyên bazirganîyên navbera Îmarat û herêma kurdistanê.
Li Silopiyê 10 hezar kesî 15'ê Sibatê şermezar kir
Li Silopî ya Şirnexê jî bi deh hezaran kesên li ber avahiya Rêxistina BDP'ê li hev kom bûn 15'ê Sibatê şermezar kirin. Serokê Rêxisitna BDP'ê ya Silopî Bahattîn Alkiş,
Şaredarê Silopî Emîn Togurlu, Şaredarê Tilqebin Sînan Uysal û Nûnerê MEYA-DER'ê Ramazan Togurlu jî di navde bi 10 hezaran kesên li ber avahiya BDP'ê civiyan ala reş
bi avahiya BDP'ê re daliqandin.
Li Geverê ji 20 hezarî zêdetir kes meşiyan û piştî meşê polîsan êrîşî girseyê kir û bi saetan pêvçûn derketin û gelek kes hatin binçavkirin û birîndar bûn.

Li Geverê bi boneya şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê sibatê ji 20 hezarî zêdetir kes meşiyan. Girseyê di meşê de pankarta "Ciwan dê di mejiyê
komplogerên 15'ê Sibatê de biteqin", "Gelê Kurdistanê dê li vîna xwe xwedî derkeve û komployê parçe bike" vekirin. Di meşê de kesekî ji Komeleya Mustazaf-Derê derket
û neheqî li girseyê kir, rastî êrîşa girseyê hat. Girseyê piştre êrîşî avahiya komeleyê kir û camên komeleyê şikandin. Dema girseyê êrîşî endamê Mustazaf-Derê kir
endamên BDP'ê ketin navberê û endamên komeleyê ji lîncê xelas kirin. Piştî buyer bi dawî bû, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Geverê Vahît Şahînoglu, li ser Riya Şemzînanê
daxuyanî da çapemeniyê. Piştî di daxuyaniyê de 15'ê sibatê hate şermezarkirin girsê bi dirûşmeya "Hûn nikarin bi binçavkirinan me xelas bikin" ber bi navenda navçeyê ve
dîsa dest bi meşê kirin. (Dîha / Anf / ajansan)
© HAWAR NET 2010

No comments:
Post a Comment