03/02/2010 |
|
Mehmet Nurî EKÎNCÎ - SÎDEKA Hemîd Ehmed Ebdullah (137) ku li gundê Gurbeteraş ê bajaroka Sîdekê ya başûrê Kurdistanê dijiya, kesê herî kal ê Kurdistan û Rojhilata Navîn bû. Hemîd Ehmed Ebdulla di 137 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. Apê Hemîd xwediyê 6 zarok û 75 neviyan e. Dema ku îngilîz ketin Iraqê û Kurdistan dagir kirin, ew şervan û berxwedêr bû. Her wiha dema kurdan li hemberî osmaniyan serî hilda jî wisa bû… Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de jî li ber xwe da. Di avakirina Komara Kurd a Mehabadê de jî şervanekî mezin bû. Di şerên giran de pêşengê şêx, mîr û eşîran bû. Ligel vê bû şahidê rêxistinbûna kurd a hemdem. Têkçûn, selhildan, komkujî û serkeftin dîtin. Bû şahidê jenosîdan. Dibe ku herî zêde ew azadî, welat û axa xwe fêm bike. Navî wî Hemîdê Goc e.. Dibêjin çinara sedsalan. Dibe ku hinek hatibe nepixandin û wekî îmgeyekê hatibe bikaranîn. Lê mînaka Apê Hemîd a jiyana wî ya sedsalî vê yekê pir baş derdixe holê. Apê Hemîd bi hemû rastî û taybetiyên xwe xwedî dîrokeke kesane ye. JIYANENEKE CUDA Jiyana Apê Hemîd di nava şer de derbas bû. Lê tu carî nebû leşkerê tu dewletî û herî dawî gerîla nas kir. Yekem car wî gerîla dît. Apê Hemîd di sala 2006’an de roportajek bi rojnamegerekî ANF’ê re çêkiribû. Li gorî vegotinên Apê Hemîd 27-28 sal berê komeke bi çek a bi navê ‘Karker’ li gundê Drave ya herêma Diyana deng daye. Apê Hemîd der barê vê mijarê de wiha gotibû: “Dema ku min ev kom dît, komeke nû û biçûk bû. Ji 17-18 kesan pêk dihat. Xizan bûn. Hejmara wan kêm bû. Cilê wan gelek kevn bûn. Mirovên bi rûmet bûn. Her çû hejmara wan zêde bû. Ji roja ku ava bûn heta niha ez wan nas dikim. Têkiliya min bi wan re heye. Digotin ‘em ji bo Kurdistanê şer dikin.’ Ne wekî kesên din bûn. Aliyekê wan ê cuda hebû. Sekn, tevger û têkiliya wan cuda bû. Li hemberî kesan bi rêz bûn.” DI SERHILDANÊ DE CIH GIRT Dema behsa dîroka rojbûna wî tê kirin, îfadeya ‘sedsalan’ tê bikaranîn. Di dawiya sedsala 19’emîn de hatiye dinê. Lê ew jî dîroka jidayîkbûna xwe nizane. Xwendin û nivîsandina wî tune ye. Apê Hemîd cara ewil di 1900’î de di serhildana ku kurdan li hemberî osmaniyan dabû dest pêkirin de, cih girtiye. Di vî şerî de bûye xazî. Ji lingê xwe birîndar bûye. Piştî vê jî di Şerê cîhanê yê yekemîn û di hemû şerên herêmê de cih girtiye. Du tiliyên xwe yên destê çepê winda kirine. Apê Hemîd ji eşîra Herkî ye. Di şer de ji malabata xwe 18 kesan winda dike. Piştî vê serhildana mezin, di dagirkeriya rûsan de jî bi mirinê re rû bi rû maye. Di hemû şeran de bi giştî 24 caran ji mirê xilas bûye. 24 caran birîndar bûye. Lê mirinê jî bi wî nekariye. Dema ku Komara Kurd a Mehabadê hatiye avakirin, dema ciwaniya wî bûye û gelek jîr bûye. 18 XIZMÊN WÎ MIRIN Di dagirkeriya îngilîzan de cara yekem bû xazî û du tiliyên xwe winda kirin. Apê Hemîd dibejê ku tu carî vê bûyerê ji bîr nake. Her tişt di bîra wî de ye. Li gorî wî ewil li Diyana, Rewanduz û Ranyayê li hemberî îngilîzan serhildan çêbûye. Apê Hemîd wiha dibêje: “Wê demê hemû rêber û eşîrên kurdan xwe bi rêxistin kirin û li hemberî dagirkeriyê serhildan dane destpêkirin. Pêşengê berxwedanê Mîrê Ranyayê Yusuf Beg bû. Dema ku îngilîzan Rewanduz dagir kirin Yusuf Beg dil ket. Îngilîzan ew darve kir. Şerekî dijwar bû. 18 xizmên min mirin. Ev birîndar bûm. Me şer kir lê em ne bi rêxistin bûn. Ji ber vê me îngilîz têk nebir. Em nebûn netew, me dewleta xwe ava nekir.” Piştî Yusuf Beg şer naqede. Berxwedan didome. Şêx Mehmûdê Berzencî ku navbera wî û îngilîzan xirab dibe, li herêma Zaxo, û Duhokê şer bilind dike. Berzencî bang li eşîrên kurd dike ku serhildanê bilind bikin. Piştgiriyê nabîne. 7 roj û 7 şevan şer pir dijwar didome. Apê Hemîd der barê vê de jî wiha dibêje: “Berzencî mecbûr ma xwe bide alî. Lê hestên me yên serhildanê naqedin. Axa û begên Herkiyan digotin ku ‘osmanî dewleteke îslamî ye’ û ew dikişandin herêmê. Lê mixabin dewleta osmanî komkujiyên mezin pêk dianîn. Di serî de jî ermenî hebûn. Li Xakurkê gelek gundên ermenî û kurd hebûn. Hemûyan jî zilma osmaniyan dîtibû. Osmaniyan ew dixapandin. Osmanî ne mirov bûn. Mirovahî nizanîbûn.” ‘LEŞKERÎ NEKIRIYE’ Apê Hemîd li başûrê Kurdistanê li sînorê Tirkiye, Îran û Iraqê hatiye dinê. Malbata Apê Hemîd debara xwe bi sewalkariyê dike. Ew jî wekî bav û kalên xwe bi vî karî re mijul bûye. Niha jî zarok û neviyên wî vî karî dikin. Ji tu dewletî re leşkerî nekiriye. Li gundê Gurbeteraş jiyana xwe berdewam kiriye. Havînê jî li zozanan maye. Di wan demên dijwar de li ser sînorê sê dewletan têkoşiyaye. Ji bo wî kîjan parçeyê Kurdistanê dibe bila bibe, têkoşiyaye û têkoşîna xwe bilind kiriye. Demekê Apê Hemîd li Medreseya Şêx Reşît murîdî kiriye. Apê Hemîd bi tecrube û zanebûna xwe dîrokeke zindî û xezîneyeke mezin bû. 6 ZAROK, 75 NEVÎ Cara yekem di 50 saliya xwe de dizewice. 6 zarokên wî hene. 75 neviyên wî hene. Apê Hemîd heta roja ku jiyana xwe ji dest daye jî li ser xwe bûye. Jiyana wî bi şerên dijwar ên dîrokî, pevçûn, çiya û sewalkariyê derbas bû. ‘EM BÛN DOST’ Şahidê dîrokê, Apê Hemîd ji bo gerîlayan wiha digot: “Xizan bûn lê dest nedidan malên gel.” Di navbera Apê Hemîd û gerîlayan de têkiliyeke xurt û dostane diafire. Apê Hemîd der barê vê de wiha dibêje: “Ji min re cil dianîn. Di nava wan de doktor û kesên xwende hebûn. Em bi hev re bûn dost. Ji ber vê her tim dihatin serdana min. Koma ku min ewil nas kir, niha kes jê nemaye. Riya xwe baş dizanîbûn. Berî ku ew bên vê qadê, li virê çeteyên wekî Gerdiyan hebûn. Piştî ku ew hatin çete ji holê rabûn.” Ji wê rojê şûnde di navbera wan de têkiliyeke xurt derdikeve pêş. Ev têkilî heta ku Apê Hemîd jiyana xwe ji dest dide, berdewam dike. Apê Hemîd bi hestiyarî diyar dikir ku dema ew dihate Geliyê Xakurkê her tim gerîla dihatin serdana wî û ew ji ber vê rewşê pir kêfxweş dibû. ANF |
Wednesday, February 3, 2010
137 sal emir barî
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment