Wednesday, February 3, 2010

Bi Talîbanê re hevdîtin


03/02/2010

Rêveberiya Serokomarê Afganistanê Hamîd Qarzaî diyar kir ku hevdîtinên wan û Talîbanê dest pê kirine.
Berpirsê hevdîtina bi Talîbanê re yê hikûmeta Qabîlê Mihemed Masum Stanekzaî li ser mijarê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de diyar kir ku bi hin derdorên Talîbanê re di hin astan de hevdîtin pêk anîne. Stanekzaî got ev hevdîtinên pêk hatine hê ne di çarçoveya statuyeke fermî de bi ser û ber in.
Stanekzaî destnîşan kir ku e hevdîtin di çarçoveya asta herêmî, neteweyî û her wiha navneteweyî de pêk hatine. Ancax der barê encamên van de hê zû ye ku nirxandin û tespîtên mîsoger vebêjin.
Hat gotin ku payedarên cihêreng ên qedemeyên hikûmeta Qabîlê di van hevdîtinan de cih girtine. Stanekzaî aşkera kir ku ev hevdîtin bi armanca afirandina ewlehiyê ya nav hikûmet û şervanên Talîbanê de bê afirandin hatine kirin. Stanekzaî xwest ku ev hevdîtin wek hevdîtinên fermî û biserûber bên famkirin.
Hefteya borî li Londonê der barê rewşa Afganistanê de konferans hat darxistin. Di konferansê de Qarzaî jî cih girt. Di vê konferansa navneteweyî ya Afganistanê de Qarzaî xwest ku berxwedêriya Talîbanê hinek bê ‘nermkirin’, bi şervanên Talîbanê re têkilî bên danîn û rêveberiyeke hevgirtî ya neteweya Afganistanê bê afirandin.
Qarzaî di dawiya Konferansa Londonê de ji bo diyalog û hevdîtinên dualî pêk bên bang li Talîbanê kiribû. Qarzaî di vê bangê de El Qaîde û Talîbanê ji hev veqetan û banga xwe jî di vê çarçoveyê de kir. QABÎL

No comments:

Post a Comment