Wednesday, February 3, 2010

CPT: Em girtîgeha Îmraliyê ji nêz ve dişopînin

03/02/2010

Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT), der barê ziyareta xwe ya li Îmraliyê û çavdêriya rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, daxuyanî da û destnîşan kir ku, ew kiryarên der bare Îmraliyê de ji nêzîk ve dişopînin.
CPT’ê, diyar kir ku heyeta wan, di navbera 26 û 27’ê çileyê 2010’an de çûye Tirkiyeyê û girtîgeha Îmraliyê jî ziyaret kiriye.
CPT’ê, ji bo çavdêrî û lêkolînên li girtîgeha taybet ya Îmraliyê jî got: “Bi taybetî li ser aktîvîteyên hevbeş ên girtiyan ku pêwîst e pêk werin û serdana malbatên girtiyan, hate rawestandin. Delegasyonê bi hemû girtiyan re hevîtin pêk anî.”
CPT’ê destnîşan kir ku piştî çêkirina girtîgeha nû ya Îmraliyê û guhertina cihê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û birina girtiyên nû ya Îmraliyê serdan pêk aniye û di serdanê de, bi Serdozgerê Komarê yê Bursayê Saît Gurlek û Dadgerê Înfazê re hevdîtin pêk anîne.
CPT’ê, destnîşan kir ku di nava heyetê de, Serokê CPT’ê Mauro Palma, Endamê CPT’ê Parêzer Marc Nève, Endamê CPT’ê yê swîsreyî û Doktorê Pispor Jean-Pierre Restellînî cih girtin.
Hat diyarkirin ku, ji bilî heyeta di bin serokatiya Mauro Palma de, ji Midûrê Estîtuya Tibê ya Zanîngeha Cenevreyê yê berê Psîkiyatr Timothy Harding û Şefê Baskê Sekreterya CPT’ê Michael Neurauter jî amade bûn. BRUKSEL

No comments:

Post a Comment