03/02/2010 |
|
Li gorî rapora Çavdêriya Medya ya 2009'an a Maseya Çavdêriya Medyayê BÎA'yê, di sala dawî de 123 rojnamevan bi giştî 323 kes ku di çarçoveya azadiya raman û îfadeyê de bên nirxandin, hatine darizandin. Ji aliyê TMY'ê ve herî kêm 9 rojname hatine girtin, 23 kes jî rastî 58 sal ceza û 9 hezar û 740 TL pereyan hatin. 101 kesên din jî, ji ber "êrîşa mafên kesane" rastî 98 sal cezayê girtîgehê hatine û bi daxwaza tazmînatê ya bi giştî mîlyonek û 408 hezar û 680 TL'an hatin darizandin. Di raporê de, tê gotin ku Dadgeha Makeqanûnê ku TMY'ê "dijberî makezagonê" nabîne rojnameyên Gunluk, Ozgur Yorum, Polîtîka, Ayrinti, Azadiya Welat, Ozgur Mezopotamya, Demokratîk Açilim û ya Atilimê û Kovara Aydinlikê, carekê û yan jî zêdetirî carekê ji bo mehekê hatine bêdengkirin. Di rapora ji 108 rûpelî ya ku navên 978 kesî tê de derbas dibe de jî, binpêkirin bi sernavên wekî "dijûn û êrîş", "binçavkirin û girtin", "dozên çapemenî û azadiya raman", "lêgerîna mafan û sererastkirin", "Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê", "bertekên li dijî sansurê" û "pêkanînên RTUK'ê" ve derbas bûn. JI BO KURDAN TMK… Di sala 2009'an de 22 jê rojnamevan bi giştî 47 kes, bi îdiayên "weşandina daxuyaniyên rêxistinê", "Propagandaya rêxistinê" û "Hedefnîşandana yên li dijî terorê têdikoşin" hatin darizandin. 23 kes jî rastî cezayê 58 salan û 9 hezar û 740 TL'yan hatin. Lê di sala 2008'an de, li gel 44 kes di çarçoveya TMY'ê de hatin darizandin jî, kesên rastî cezayan hatin gelekî hindik bûn. Balkêş e ku ji vê xalê herî zêde rojname û rojnamegerên kurd hatine darizandin. 34 rojnamevan bi giştî 101 kes bi îdîaya "êrîşa mafên kesane kirine" rastî cezayê 98 sal û 5 rojan ê gitîgehê û bi bi giştî jî rastî cezayê tazmînatê yê mîlyonek 408 hezar û 680 TL'yan hatin. Di 2009'an de dadgehên herêmî bi cezayên 9 sal, 3 meh û 6 rojan û 41 hezar û 290 TL'ê hikûm kir. Di sala borî de 74 kes rastî 77 sal cezayê girtîgehê hatibûn û bi daxwaza tazmînata mîlyonek, 885 hezar û 500 TL'yan jî dihatin darizandin. Bi sûcdariya, "Tehrîka dijminî û hêrsê" 6 jê nûçegihan 21 kes ku tên darizandin, 3 jê rojnamevan 13 kes bi giştî rastî cezayê 16 sal û 7 mehan hatin ROJNAMEGERÊN GORTÎ Di sala 2009'an de 27 rojnamevan û rojnameya Kocaeliyê bû hedefa êrîşan. 6 rojnamevan 10 kes, ji ber ramanên xwe rastî gafan hatin. Midûrê Berpirsiyarê Karên Nivîsan û xwediyê rojnameya Devrîmcî Demokrasiyê Erdal Guler, "MKP" û midûrê karê nivîsan ê rojnameya Azadiya Welat ê berê Vedat Kurşun jî bi îdîayên, têkildarî rêxistina "PKK" "Weşanên pesindayînê kirine" di girtîgehan de ne. 23 rojnamevanên ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî ve hatine girtin û sedema girtina wan nayê zanîn, sala 2009'an bi giştî û yan jî demek mezin di girtîgehan de derbas kirin. Abdurrahman Gok, Serhat Bolluk, Nadiye Gurbuz, Mehmet Alî Variş û Vedat Yenerer di nava salê de ji bo ku li derve bên darizandin, hatin berdan. Rojnamevanên wekî Mustafa Balbay û Emcet Olcayto jî, ji ber doza Ergenekonê hîna jî di girtîgehan de ne. Rayedarê Gun TV'yê Ahmet Bîrsîn, Derhênerê Radyo Dunya ya Edeneyê Kenan Karavîl, ji Azadiya Welat Seyîthan Akyuz, bi hinceta operasyona li dijî KCK'ê hatine girtin. CEZA LI TIRKIYEYÊ BIRÎ Derhênerê weşana Ozgur Radyo ya Stenbolê Fusun Erdogan, Koordînatorê kovara Atilimê Îbrahîm Çîçek û rayedarê wê Sedat Şenoglu jî, bi îdîaya endamtiya rêxistina MLKP'yê ji meha îlona 2006'an û vir de girtîne. Li DMME'yê ceza 2 sal û nîv zêde bûn. Li DMME'ê ku têkildarî Tirkiyeyê 11 hezar û 100 dosyayên giliyan hene, 44 kes di çorçoveya serlêdanên Ozgur Radyoyê de, Tirkiye mahkumî tazmînata 472 hezar û 392 TL'yan kir. STENBOL - DÎHA |
Wednesday, February 3, 2010
Rewşa çapemeniyê kambaxtir bû
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment