Wednesday, February 3, 2010

6. KONFERASA KURDÎRO LI PARLAMENTOYA EWRÛPAYÊ DEST PÊ DIKE

6. KONFERASA KURDÎRO LI PARLAMENTOYA EWRÛPAYÊ DEST PÊ DIKE

6. Konferansa navnetewî ya Kurd îro li paytexta Belçîkayê Brukselê destpê kir.

Di nava organîzatorên konferansê de gelek kesên weke xelatgirê nobelê Desmond Tutu, Şirin Ebadi, xelatgira Sakharov Leyla Zana, û nivîskarên mezin Noam Chomsky û Yaşar Kemal jî cih digrin.

Beşdarên konferansê bal kişandin pêwistiya danûstandina bi PKKê re da ku pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk çareser bibe.

Konferans wê sibê jî bidome.

WESTERHEIM: 'PÊŞÎVEKIRIN'A AKP'Ê BÛ TESFIYEKIRIN
DIVÊ BI PKK'Ê RE WERE RÛNIŞTIN

Gelek kesayetiyên navên navdar di şeşemîn konferansa kurd a li parlemana ewrûpayê de cih girtin.

Parlementerên BDPê Emine Ayna, Sebahat Tuncel, parêzerên Öcalan İbrahim Bilmez, serokê baroya Amedê M. Emin Aktar û rojnamevan Hasan Cemal, Ece Temelkuran, Prof. Dr Doğu Ergil û Oral Çalışlar tenê çend ji navên navdar ên beşdaran bûn.

Konferasnsê bi axaftina Seroka komîsyona welatiyên Tirkiyê yên Yekîtiya Ewrûpayê Kariane Westrheim destpê kir.

Westerheim neheqiyên mîna girtina zarok û siyasetvanên kurd û girtina DTPê bi bîr xistin.

WESTERHEİM: DIVÊ BI PKK'Ê RE WERE RÛNIŞTIN

Westerheim wekî din destnîşan kir ku pêvajoya AKPê ya bi navê pêşîvekirinê veguheriye hewldana tesfiyekirinê.

Westerheim pêwistiyên ji bo pêkhatina aştiyê pir zelal anîn ziman û got: "Aştî ancax bi danûstandinan dikare pêk were. Divê nûnerên PKKê jî di nav de hemû alî li dora heman maseyê li hev kom bibin."

Di peyamên din de jî pêwistiya danûstandina bi aliyan re hate destnîşankirin.

DESMOND TUTU MESAJ ŞAND KONFERANSÊ:
AŞTIYA LI CÎHANÊ BI AŞTIYA KURD DIKARE PÊK WERE
Wegirê xelata aştiyê ya nobelê Desmond Tutu jî girîngiya çareseriya pirsgirêka kurd bi vê hevokê anî ziman:

"Aştiya cîhanê jî bi pêkhatina aştiya li nava civaka kurd, wê pêk were."

Nivîskar û zimanzan Noam Chomskî û qasida dilpakiyê ya konseya Ewrûpayê Bianca Jagger jî ji bo konferansê peyam şandin.

Jagger di peyama xwe de zarokên ku bûne mexdûrî qanûna qaşo li 'dijî terorê' û çêkirina bendavên li Kurdistanê anîn rojevê.

Jagger ji Tirkiyeyê xwest ku peymanên ku îmze kirine, binpê neke.

Kursiyê ku ji bo Serokê giştî yê DTP'ya girtî, Ahmet turk vala bû.

Turk ji ber 2 dozên der barê wî de hatine vekirin, nekarî tevlî konferansê bibe lê belê bi peyamekê destnîşan kir ku ev konferaans wê bibe pişgtiriyeke mezin ji bo serkeftina hewldanên aştiyê.

No comments:

Post a Comment