KCK'ê hefteya derbasbûyî gotibû, dabû zanîn ku ew ê helwesta xwe ya ji niha û şû ve eşkere bike.
KCK'ê îro ji bo çareseriya demokratîk ya pirsgirêka kurd, gaveke din avêt.
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan, bi beşdariya endamên Konseya Rêveber û Endamên Serokatiya Dîwana Kongra-Gel, Deklarasyona Aştî û Çareseriya Demokratîk eşkere kir.
KCK'ê di destpêkê de, pêvajo nirxand.
KCK'ê bal kişand ser hewldanên Tevgera Azadiya Kurd ji bo çareseriya demokratîk û anî ziman ku tevî van hukumeta AKPê û dewleta tirk siyaseta tesfiyekirinê dewam dikin..
KCK: HEWLDANÊN ME YÊN JI BO AŞTIYÊ, WEKÎ DERFETEKE JI BO TESFIYEYÊ HATIN NIRXANDIN
KCK'ê, Deklarasyona Aştî û Çareseriya Demokratîk, bi beşdariya Endamên Konseya Rêveber û endamên Serokatiya Dîwana Kongra-Gel ji raya giştî re ragihand.
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan beriya deklarasyonê eşkere bike, bal kişand ser gavên Tevgera Azadiya Kurd avêtine.
Karayilan wiha got:
"Wekî Tevgera Azadiya Kurd, ji sala 1993'an û vir ve, me hewldanên girîng ji bo çareseriya demokratîk, aştiyane û siyasî, meşandin. Me heta niha gelek caran agirbest îlan kir. Me di sala 1993, 1995, 1998, 1999, 2006 û 2009'an gavên girîn avêtin, û bi awayekî yekalî me şer rawestand. Raya giştî jî, şahîdê van hewldanên me yên ji bo çareseriya demokratîk e. Lê belê dewleta tirk ev hewldanên me hemû, wekî qelsiyekê nirxandin û xwest van agirbestan ji bo tesfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd bi kar bîne. Dewleta tirk êrîşên herî berfireh û dijwar yên eskerî û siyasî di van pêvajoyan de pêk anîn. Piştî agirbesta 1'ê îlona 1998'an, komploya navnetewî dest pê kir û Rêberê me dîl hat girtin. Dîsa piştî agirbesta me di 1'ê cotmeha 2006'an de îlan kir, bi jahrdayina kîmyewî Rêber Apo, li hemberî hêzên me, êrîşên berfireh ên ji bo tinekirinê pêk anîn û hat xwestin ku tevgera me bi temamî ji holê were rakirin."
KCK: SIYASETA TESFIYEYÊ BI NAVÊ 'PÊŞÎVEKIRINÊ' BI TAKTÎKEKE NÛ TÊ MEŞANDIN
Karayilan, siyaseta AKP'ê ya piştî hilbijartinên 29'ê adarê jî, wiha nirxand:
"Hukûmeta AKP'ê bi hilbijartinên 29'ê adarê, li şûna ku dev ji siyaseta îflaskirî ya înkar û tinekirinê berde, di bin navê 'Pêşîvekirinê' de, taktîkeke nû esas girt. Pratîka heta niha, nîşan dide ku armanca pêvajoya bi navê 'Pêşîvekirin'ê, ne çareseriya aştiyane ye. Êdî derketiye holê ku, cewhera vê polîtikayê, bi hin gavên biçûk, afirandina hewaya çareseriyê û di bin siya vê de jî, tesfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd e. Tevî ku me di 13'ê nîsanê de, bi awayekî yekalî biryara bêçalakîtiya eskerî îlan kir, meşandina operasyonan û ji 14'ê nîsanê ve, hedefgirtina nunerên kurdan ên legal û demokratîk jî, îspata vê yekê ye."
Karayılan anî ziman ku piştî gotinên Serokwezîrê tirk Tayîp Erdogan ên wekî 'wê karibin vegerin serî' li hemberî daxwazên demokratîk ên gelê kurd, êrîşên terorê yên dewleta tirk dest pê kirine.
Karayilan bi bîr xist ku hê Nexşeya Rê ya Ocalan nehatiye dayin û wiha dewam kir:
"Dewleta tirk, partî û saziyên demokratîk û legal ên kurdan digire. Bi sedan siyasetvanên siyaseta demokratîk dimeşînin, avêtine girtîgehê. Bi bahaneya ku kevir avêtine, bi dehan sal cezayan dide zarokên kurd. Bêyî ku bibêje zarok in, ciwan in û kal in, li kolanan êrişên dijwar dibe ser kurdan. Û ji êrîşkaran jî ti hesab nayê pirsîn. Hêzên dewletê di çalakiyên demokratîk de, êrîşên terorî pêk tînin. Pêkanînên îro li cografya Kurdistanê pêk tên, wekî pêkanînên faşîzane yên demên rejîmên eskerî ne."
Karayilan anî ziman ku dewleta tirk bi êrîş û zextan dixwaze hêzên gerîla bêdestek bihêle û li ser vê siyaseta hukumeta AKP û dewleta tirk wiha axivî:
KONSEPTA AKP'Ê YA BÊÇARESERIYÊ DI DEWRÊ DE YE
KCK: AKP DIXWAZE PIRSGIRÊKA KURD BI HAMLEYEKE LEŞKERÎ ÇARESER BIKE
"Hukûmeta AKP'ê, bi siyaseta dimeşîne, parçekirina civaka kurd, li hemberî Tevgera Azadiya Kurd, afirandina kurdên hevkar û pêşxistina xeta kurdên hevpar e. AKP bi taybetî jî, hewl dide di navbera Hêzên Başûrê Kurdistanê û Tevgera Azadiyê de nakokiyan biafirîne, me bixe qirika hev û bi vî rengî encamê bi dest bixe. Li hemberî kurdên hemû parçeyan ev siyaseteke qirêj û xeter e. Ew kurdan wekî civakeke netewî qebûl nakin. Di çarçoveya mafên şexsî de, bi qebûlkirina hin mafên biçûk ên çandî, dixwazin kurdan mijûl bikin û bixapînin. Bi vê yekê jî armanca wan ew e ku kurdan bixin qirika hev û destketiyên Tevgera Azadiya Kurd hemûyan ji holê rakin û siyaseta tesfiyekirinê pêş bixin. Tevî ku pirsgirêka kurd, pirsgirêkekeke civakî ye, hukûmeta AKP'ê bi projeya dewleteke mîlî nêzî pirsgirêkê dibe. AKP pirsgirêkê wekî pirsgirêkeke terorê dibîne, hewl dide bingeha psîkolojîk, dîplomatîk, civakî û aborî amade bike û dûre jî, bi hamleyeke eskerî encamê bi dest bixe. Ev yek jî tê wateya şerekî berfireh."
KCKê da zanîn ku divê helwesta beramberî çareseriya pirsgirêka kurd li gorî Nexşeya Rê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be.
KCKê got, ji bo ku polîtîkayên dewlet û AKPê nebin sedema texrîbatên mezin, û ji ber rêza ji gelan re digirin, wan careke din gav avêtiye.
KCKê anî ziman ku wan bi vê armancê Deklarasyona Çareseriya Demokratîk û Aştiyê ji raya giştî re eşkere kiriye, û bal kişand ser 3 prensîbên kilîta aştiyê.
KCK'ê prensîbên Neteweya Demokratîk, Welatê Demokratîk û Komara Demokratîk rêz kirin û bang li derdorê pêwendîdar kir da ku bi rolekî çalaktir rabin.
KCK DI ÇARESERIYA SIYASÎ DE BI ISRAR E
KCK: DIVÊ LI GORÎ NEXŞEYA RÊ YA RÊBERTIYA ME
NÊZÎ ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊ BIBIN
KCK di çareseriya siyasî de bi israr e, û ji bo çareserkirina pirsgirêkê bal kişand ser Nexşeya Rê ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan.
KCKê got, divê aliyê tirk li gorî nexşeya rê nêzî çareseriya pirsgirêka kurd bibe.
KCKê bal kişand ser xalên li jêr:
"Siyaseta kurd a dewleta tirk a bi pêşengiya AKPê, herçiqasî navên cihê lê tên kirin, bi propagandaya şerê psîkolojîk a 'Em pirsgirêkê çareser dikin' pêş dikeve jî, ya rastî gihiştiye qonaxeke gelekî bi tehlûke... Hukûmeta AKP'ê û dewleta tirk divê asta texrîbata civakî ya ev siyaset bûye sedem, bibînin. Ji bo ku ev polîtîka nebin sedema texrîbatên neyên telafîkirin, ji ber berpirsiyariya me ya xurt a beramberî gelan, em careke din bang li dewleta tirk û hukûmeta wê dikin dev ji vê siyasetê berdin û li gorî nexşeya rê ya Rêbertiya me pêşkêş kiriye nêzî pirsgirêkê bibin.'
KCKê di Deklarasyona Çareseriya Demokratîk û Aştiyê de bal kişand ser 3 prensîban.
KCK: KILÎDA ÇARESERIYÊ DI 3 PRENSÎBAN DE YE
NETEWEYA DEMOKRATÎK, WELATÊ DEMOKRATÎK,
KOMARA DEMOKRATÎK
Der barê naveroka van prensîban de jî ev agahî hatin dayîn:
"Ji bo demokratîkbûna Tirkiyê û çareseriya mayînde ya pirsgirêka kurd, xurtbûna bihevbawerî anîna du aliyan û îstiqrarê û pêkhatina lihevkirineke civakî ya bi rastî, ji bo me girîng e sê pîvanên sereke weke kilîta çareseriyê esas werin girtin.'
Prensîbên ji bo çareseriyeke mayînde û lihevkirina civakî hatin rêzkirin jî ev in:
1- Neteweya Demokratîk ya têde ti nasname ne desthilatdar û xwedî îmtiyaz e.
2- Welatê hevpar ê Demokratîk ê têde welatê ti civakê tine neyê hesibandin.
3-Komara Demokratîk a têde sînor ne pirsgirêk in, mafên civakan ên neteweyî û siyasî di nava demokrasiyê de hatine naskirin.
KCKê da zanîn divê her sê prensîb bi guhertina Destûra Bingehîn pêk werin û weha dewam kir:
"Perspektîfa çareseriya mayînde ya pirsgirêkê bi guhertina destûra bingehîn mumkin e. Eger destûra bingehîn a nû, sivîl û demokratîk ku pêdiviya Tirkiyê pê heye bibe rojev û were qebûlkirin, ev ê bike ku Tirkiye bibe xwediya sîstemeke bi rastî demokratîk û çareserkirina pirsgirêka kurd jî li gorî vê wê mumkin be."
KCK ya ku di çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk de bi israr e, Deklerasyona Çareseriya Aştiyane ya pirsgirêka Kurd pêşkêş kir...
Deklerasyon ji 4 xalan pêk tê...
KCK ji bo çareriyê, xwest sîleh dualî werin bêdengkirin, siyasetvanên Kurd werin berdan, weke gava yekemîn, Ocalan di hebsa malê de were ragirtin û hevdîtinên di navbera aliyan de were destpêkirin...
KCK, her weha bang li derdorên pêwendîdar kir da ku ji bo çareseriyê, roleke çalak bigrin ser milê xwe...
No comments:
Post a Comment