Thursday, February 4, 2010

Evîndarên riya rast

04/02/2010

ABDULREZAK ŞÎMŞEK*“Em rêwiyên riya dûr in

Mêvandarên dildaran inBi roj û şev ranawestinEvîndarên riya rast in”Seqemê rûçikê wî sor kiribû. Her du hinarkên rûyê wî û serê pozê wî dicemidîn. Dixwest hinekî lez bike, fistanê xwe yê spî li çengên xwe da hev û gav bi gav hinek lez kir. Berê xwe dabû golê. Derdora golê zar û zêç, keç xort û ji jinan gelekî qerebalix zêde hebû. Her kesî amadekariyên êvarê dikir. Hinan pez av didan hinan li ser pişta keran tije av dikirin, hinan jî bi tolaziyê xwe berdabûn derdora golê. Li benda evîndarên xwe bûn. Di gund de golek hebû tevahiya gundiyan ava xwe ji wê golê dianî. Navê golê danîbûn Quleteyn. Ava xwarinê, destmêjê, cilşûştinê, mirîşûştinê û helalkirinê giş bi tevahî ji wê golê dianîn. Ji xeynî gundiyan tevahiyên pez û dewarên gund jî li ser vê golê diçûn dihatin. Yek çavkaniya avê bû. Dema zivistan dihat tije dibû, bi barana biharê ve ser diqelibî lê dema havîn jî dihat dadiket bin hesikê.Em demû gundî bi şev û roj ava dikirin ji bo barîna baranê debara gundiyan li ser vê golê bû.Gol li biniya gund bû. Li biniya golê jî goristan hebû. Ji ber dubendiya gund goristanên wan jî cuda bûn. Goristanên jêr li biniya golê goristanên jêr li jorî golê bûn. Ev kevneşopiyek bû ji tolhildaniya dijminatiyê dihat. Her çiqas gund ji yek bavtiyê jî hatibe cardin jî bûbûn du parçe, du êl û du malbat dihatin binavkirin. Ji xeynî meha Remezanê û cejnan ne diçûn malên hevdu. Lê di remezanê de weke dijminantî diket qefesê û mifte pê dixistin.Seyda berê tevan berê xwe da golê misînê xwe tije av kir û ber bi şikêrê ve meşiya. Li ber goristanê çû li ser ruhê miriyan fatîheyek xwend û di ber xwe de got: “Beriya destnimêjşikandinê fatîheyek bes e! Piştî destnimêjê ez ê çend ayetan bixwinîm.” Ji ber destavê tahdê didayê hinek bêhtir lez da meşa xwe. Hema çawa goristan derbas kir û goşt benda şikêrê fistanê xwe li newqa xwe pêça û li ser çongê qulisî. Destava xwe şikand û destmêja xwe nû kir û zivirî cardin hat ber garistanan. Silav li miriyan kir. Li ser ruhê wan fatîheyeke din xwend û ji ber êvara îniyê ku bi dengekî zelal dest bi xwendina yasînê kir. Got: “Yasîn / Welquranîl Hekîm / Îneke lemînel murselîn / Ela sîratul musteqîm.” Û ne domand. Bala wî bi dengekî ji binya goristanê belav bû. Fikirî, li goristanê mêze kir. Li dora xwe guhdarî kir, nêrî li biniya goristana ku derdorên wê bi keviran bilind dibû sê mirov rûniştine. Di navbera Seyda û wan de bi qasî deh mezelan cih hebû an tunebû. Seyda ji alîkî xwest biçe cem wan mirovan ji alîkî din jî bi fikar bû. Bi qasî xuya bûn, her sê mirov ne gundî bûn, xerîb xuya bûn. Şubha Seyda ji ewilî çû ser biyaniyan. Berê xwe da wan û ber bi wan ve meşiya, silav li wan kir. Wan jî bersiveke bi dilgermî da Seyda. Yek bi yek destê Seyda girtin. Girtina destê wan ji dil bû, solê wan, çekê wan balkêş bûn. Balkêşiya wan her çiqas diyar bû jî cardin Seyda xwe negirt û pirsî: “Hûn rêwiyên ku derê ne?” Rewiyan bi dilekî germ û gotinên herikî bersiv dan: “Em rewiyên riya durin. Mêvandarên dildaran in. Bi roj û şev ranawestin. Evîndarên riya rastin”, gotinên rêwiyan herikîn ber dilê dildaran şûştibû, qerêjiya çanerebaran. Kelijandibûn hestên Seyda. Li dora xwe nêrî, yek bi yek goristan di ber çavên xwe de der kir û li tava biharê nêrî. Seyda hem ciwan bû hem jî zîrek bû. Gotinên rewiyên riya rast bala wî kişandibû, fikarên wî çûbûn. Wî navê wan bihîstibû lê ew nedîbûn. Êdî ew dîtin. Li şûna xofê germahiya evîna wan sarbûna wî jî bi xwe re biribû û dilê wî germ bûbû.Her sê rewiyên riya rast û şeyda piştî hinek axaftinê, xatir ji hevdu xwestin. Seyda berê xwe dabû riya mizgeftê. Rêwiyên riya dûr meşa xwe domandin û ji goristanê ber bi çiyan ve çûn. Goristan veşartina rêwiyan bû, mizgeft bangîna rojê bû. Çiya riya heqîqetê bû. Rêwiyên heqîqetê bi rê ketibûn.*Girtîgeha Mûşê

No comments:

Post a Comment