02/02/2010 |
|
Namzetê Hevserokatiya BDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku di kongreyê de ligel Gultan Kişanakê wekî hevserok hate hilbijartin, diyar kir ku armanca wan derbaskirina bendava hilbijartinê ye û wiha got: "Em ê li hemberî polîtîkayên AKP'ê yên li dijî kurdan têbikoşin. Di vê çerçoveyê de polîtîkaya me ya dema bê, xilaskirina gelê me ji belaya AKP'ê ye. Em li hizûra gelê xwe soz didin ku kelepçeyên li destê me xistine em ê derxînin û li stûyê zîhniyeta AKP'ê bixin." Demîrtaş anî ziman ku BDP ji bo çareseriya pirsgirêka kurd muxatab e. Demîrtaş bal kişand ser zordarî û tasfiyeya tevgera kurd û got ku di demeke wisa de ew kongreya xwe li dar dixin. Demîrtaş diyar kir ku ev 87 sal in pergala ku ji demokrasiyê mehrûm e, piştî vê demê an dê bi guhertineke mezin demokratîkbûnê esas bigire, an jî dê bi makyajan zordariya otorîter restore bike û riya xwe bidomîne. Demîrtaş di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku digel girtina partî û gelek rêveberên wan ewan di siyasetê de israr kirine û wiha got: "Nêrîna me ya li hemberî pirsgirêka kurd naguhere. Dewleta ku dev ji dijminatiya gelê xwe bernede, feraseta xwe neguherîne nikare çereseriyê jî bîne." Demîrtaş got ku li hember vê rewşê, divê ew helwesta xwe net bikin û wiha got: "Bi vî hawayî polîtikaya me ya dema bê xelaskirina gelê me ji destê AKP'ê ye. Em di huzûra gelê xwe de soz didin. Kelepçeyên ku li destê me xistine, em ê derxînin û têxin qirika zihniyeta AKP'ê. Di vê kongreyê de emê di tevahiya Tirkiyeyê de AKP'ê bîne rê û li cihê ku hêza me lê heye jî AKP'ê tune bikin." KAMPANYAYA ZIMAN Demîrtaş got ku ew ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî li hêviya AKP'ê jî namînin û wiha got: "Em ne li hêviya AKP’ê ne jî li hêviya dewletê dimînin. Em bang li gel dikin ku ji bo ziman seferberber bibin. Em bang li dê û bavan jî dikin. Zarokên xwe hînî zimanê wan bikin. Di nav malê de bi zimanê zikmakî biaxivin. Navê zarokên xwe bi kurdî deynin. Weşan û rojnameyên ku li zimanê we xwedî derdikevin bixwînin û temaşe bikin. Divê xwendekarên zanîngehan jî ji bo pêşxistina zimanê xwe kampanyayên nû bidin destpêkirin. Ger pêdivî hebe divê li kolanan dersa ziman bê dayîn. Rêveberên me yên heremî jî divê di hêla zimanê zikmakî de hesas bin." ENIYA DEMOKRATÎK Demîrtaş, bilêv kir ku ew bi reng û modelên çareseriyê nîşan didin ku tevgereke Tirkiyeyê ne û wiha daxuyand: "Emê perspektîfên çareseriyê û polîtîkayên xwe ji bo her noqteyên Tirkiyeyê bi kar bînin. Ji bo vê yekê jî li hemû deverê Tirkiyeyê emê rêxistinên xwe ava bikin. Pêdiviya muslumanên samîmî, demokrat, lîberal, çepgir, Alewî, Turkmen û gelek derdorê din bi demokrasiyê heye. Ji ber vê yekê jî divê em di paydaya hevpar de werin cem hev. Ji bo li hember derketina polîtîkayên nîjadberest divê em Eniya Demokrasiyê ya Tirkiyeyê ava bikin." ROLA OCALAN… Demîrtaş bi lêv kir ku têkoşîna wanî aştiyê heya niha tu bersîv nedîteye û wiha daxuyand: "Ji 30 salî û vir ve me gelek bedel dane. Belkî ji bo pirsgirêka kurd gotineke nû tunebe. Lê pêdiviya dubarekirina hinek tiştan heye. Ji bo ku guhê nabihîzin bibihîzin. Di vê çerçoveyê de em dixwazin cardin misyon û rola Birêz Ocalan bibîr bixin. Birêz Ocalan di pirsgirêka kurd te serê xwe gelek êşandiye û gelek li ser pirsgirêkê hûr û kûr bû ye. Sedemê ku gelê kurd girîngiyê dide ser birêz Ocalan, têkoşîna wî yî li hember kevneperestî û faaliyetên ji bo çareseriyê ne. Di gel vê yekê gelo ev kesê ku 18 salên xwe ji bo aştî û 11 salên xwe jî di hucreyê de di bin îşkencê de derbas kiriye raya giştî çiqas wî nas dike." EM MUXATAB IN Demîrtaş bang li hukûmetê kir û got ku ew wek BDP muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd in. Demîrtaş wiha axaftina xwe domand: "Ger em samîmiyeta we bibînin em ji bo muzakereyeke xurt amade ne. Ji mij ve dibe ku em guherandina Makezagonê bixin rojeva xwe. Em ji bo xatirê hemû dayikên ku kezeba wan şewitiye vê bangê dikin. Divê hun bi berdana zarok û DTP'iyên ku we girtine dest bi kar bikin. Heya ku hevalên me di hundur debin û operasyonên xwe bidomînin hûn bi devê civîka jî bigirin em ji samîmiyeta we bawer nakin. Heke na ev rê demekê Îsmet Înonu jî bi kar anî. Kenan Evren jî. Ger hûn ji me bawer nekin herin ji Kenan Evren bibirsin bê em bi înfazan, girtinan, îşkenceyan têk diçin an na? Herî baş dê ew ji we re bibêje. Ger ew jî nebe herin ji Tansû Çîler, Doğan Gureş, Mehmet Ağar'an bibirsin. Na ger hûn bi wan jî qani nebin ji niha ve cihê xwe li kêleka wan vekin." ENQERE - DÎHA Mêvanên kongreya BDP’ê Ji Delegasyona YE'yê Diego Melloda, Sema Kiliçer, ji Parlamentoya YE'yê endamê Yekitiya Çepgir Sargen Klute, ji Parlamentoya Federal a Almanyayê Sema Dagdelen, Feleknaz Uca, Endamê Partiya Tirk a Komara Kibrisê Ahmet Barçin, Partiya Nû ya Kibrisê Yılmaz Kerimo û Yekbun Alp û gelek balyozgerên endamê YE'yê beşdarî kongreyê bûn. Murat Bozlak, Tuncer Bakirhan, Serokê Giştî yê EMEP'ê Levent Tuzel, Seroka Giştî ya SP'ê Sevîm Bellî, Serokê Giştî yê SHP'ê Huseyin Ergin, Hevseroka DTK Yuksel Genç, Serokê Giştî yê KADEP’ê Şerafettin Elçi, Alîgirê Serokê Giştî yê ODP’ê Kemal Bekir, Serokê Giştî yê KESK'ê Sami Evren, Sekreterê Giştî yê KESK'ê Emiralî Şîmşek, Nûnerê PDK’ê yê Tirkiyeyê Omer Mîranî, Serokê Giştî yê HAKPAR’ê Bayram Bozyel, Sekreterê Giştî yê DİSK'ê Tayfun Gorgun, Serokê Giştî yê Genel Îş'ê Erol Ekîcî, Serokê Giştî yê BES’ê Osman Bîçer, Mehmet Ocalan, Sekreterê Giştî yê Pir Sultan Abdal Kemal Bulbul, Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Serokê Giştî yê ABF’ê Alî Balkiz, Ji Komeleya Mirovên Dîndar yên Stenbolê Abdullah Taş, Parlamenterên kevn Ziya Halis, Endamê Meclisa Aştiyê Metîn Bakalci, Îmam Canpolat, Ji Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê Ayşe Berktay, Serokê Giştî yê Malên Gel Îlknur Bîrol, Hevseroka Partiya Keskan Bilge Contepe, Huseyin Gorgun, nivîskar Ahmet Mesî, Serokê Giştî yê SDP'ê Ridvan Turan û gelek kesên din jî beşdarî kongreyê bûn. Ji kongreyê notên balkêş - 1'emîn Kongreya BDP'ê ya Awarte li Salona Ahmet Taner Kişlali pêk hat. Ji bo kongreya bi dirûşma "Ji bo siyaseteke demokratîk tevlîbûneke demokratîk" pêk hat, ji gelek bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi hezaran kes beşdar bûn. - Di kongreyê de jinan cil û bergên neteweyî li xwe kirin û salon jî bi flama û balonên kesk û sor û zer û yên mor hate xemilandin. Li derveyî salonê jî govend hate girtin. - Girseya kongreyê der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de diruşm berz kirin û posterê Ocalan vekirin. - Komeke ku ji başûrê Kurdistanê hatibû û formayên Hewlêr Spor ku ala Kurdistanê li ser bû li xwe kirin jî bal kişand. - Li salona kongreyê û li dervayê salonê pankartê, "Azadiya jinê temînata siyaseta demokratîk e", "Ciwan parêzvanên polîtîk û exlaqî yên civakê ne", "Her bijî yekîtiya kedkaran û biratiya gelan" hatin daleqandin. Her wiha ji bo protesto kirina girtina şaredar û endamên BDP'ê wêneyên dema kelepçekirina şaredaran ku li ser gotinên Seyit Riza yên, "Em bi vir û derewên we re derneketin serî, ev ji me re bû dert, lê em jî li hemberî we çoq nadin, bila ev jî ji we re bibe dert" nivîsandî hate daleqandin. - Di kongreya siyasetmedarên kurd ên hatine qedexekirin Leyla Zana, Ahmet Turk û Aysel Tugluk bi eleqeyeke mezin hatin pêşwazîkirin. - Seroka Dîwanê Sevahîr Bayindir axaftina destpêkê ya kongreyê bi kurdî kir. - Peyamên girtiyên BDP'ê hatin xwendin û bi çepik hatin pêşxazîkirin. Di peyamê de wiha hate gotin: "Em nêzî hezar û 500 BDP û DTP'iyên ku bi darbeya iktidara siyasî hatine girtin in. Em van zordestiyan şermezar dikin. Ev êrîş dê bi têkoşîna me vala derkeve. Sala 2010'an dê bibe sala aştî û demokrasiyê." Mesaj bi diruşma "Bijî Serok Apo" hate pêşwazî kirin. - Karkerên TEKEL’ê jî tevlî kongreyê bûn. Kişanak: Ji bo ku dayik negirîn bi Ocalan re rûnin Gultan Kişanak ku di kongreyê de bû hevserok, diyar kir ku operasyonên li hemberî rêveberên wan û kurdan tên meşandin bi destê AKP'ê tên lidarxistin û wiha got: "AKP planên darbekaran ên wek tasfiyeya muxalefet û kurdan dixe meriyetê." Kişanak, got ku ji bo çareseriyê divê bi Ocalan re hevdîtin pêk bên û bangî derdorên demokrasiyê jî kir û got; 'bibin yek'. Kişanak wiha got: "AKP bi tena serê xwe ev 8 sal in li desthilatdariyê ye. Ew bû desthiladariya bêçareserî û tasfiyeyê. AKP 8 sal in ji vî welatî dizî. Digel agirbesteke yekalî operasyon tên domandin ev yek jî dibe sedema aloziyê. Ji meha adarê ku peyva 'dê tiştên baş bibin' hate bikaranîn û heta niha ka binêrin bê çêkirin." Kişanak diyar kir ku di navbera AKP û statûkoyê de li hev kirin di dema pêvajoya 28'ê Sibatê de dest pê kiriye û got: "Heke Ergenekon bê darizandin, çima çima qatilên Musa Anter û karmendên kurdan nayên darizandin? Heta pirsgirêka kurd çareser nebe dewleta kûr tasfiye nabe." Kişanak daxuyand ku ji bo bidawîbûna vesayeta leşkerî, jiyaneke bi rûmet û bi destxistina mafê kurdan pêdiviya Komara Demokratîk heye û wiha got: "Ji bo vê yekê em bangî hêzên demokrasiyê dikin ku bi hev re têbikoşin." Kişanak li ser rola Ocalan ader barê çareseriyê de jî rawestiya û wiha got: "Birêz Ocalan ji bo çareseriyê pêşniyaran dike. Mîsyoneke wî yî girîng ji bo aştiyê heye. Çavkaniya vê misyonê jî rol û bandora wî yî li ser PKK û gelê kurd e. Ger bê gotin ku bila dayik negirîn divê aştî bê tesîskirin." ENQERE ‘Dixwazin hêza me tasfiye bikin’ Serokê Giştî yê BDP'ê Demîr Çelîk di kongreya de axivî û diyar kir ku îdiaya wan guherandina civakê ye û wiha got: "Jiyanê her dem ji kesê wekî me mezlûm û mexrûr re berxwedan û têkoşîn hîn kiriye. Divê bê zanîn ku em li hember zordestiya situyê xwe natewînin." Seroka dîwanê Sevahîr Bayindir, xwest kongreya wan bibe kongreya biratî û aştiyê. Bayindir bal kişande ser zordestiyan û wiha got: "Ji me re dibêjin dengê xwe bibirin an em dê we bavêjin zindanan. Biborînin lê ji xwe nêviyê me, zarok, jin, ciwan, şaredar û bi hezaran gelê me di girtîgehan dene. Ev bedel dê bigihîjin miradê xwe." Bayindir bi bîr xist ku Tugluk û Turk ji ber gotina, 'Ocalan muxatap bigirin' ji siyasetê hatine qedexe kirin û wiha got: "Em jî cardin bi bîr dixin. Ger hûn pirsgirêka kurd çareser bikin ji muxataban yek jî Ocalan e." Piştî hilbijartina dîwanê û axaftina ji bo vekirina kongreyê Serokê Giştî yê BDP’ê Demîr Çelîk axivî. Çelîk got ku di demeke zor û zehmet de derbas dibin û wiha pêve çû: "Berlêvekirina AKP'ê ji bo bêdengkirina kurdan û elewiyan e. Bi vê yekê hem me dixapînin hem jî manîpule dikin." Çelîk, di axaftina xwe de piştgirî da çalakiya karkerên TEKEL'ê jî û hikûmet bi bêbasîretbûnê sûcdar kir. ENQERE |
Tuesday, February 2, 2010
Ala têkoşînê bilind kir
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment