Tuesday, February 2, 2010

Guardian:Herî zêde Tirkiye mafê mirovan binpê dike

02/02/2010

Rojnameya The Guardian a Îngilistanê bi nûçeyeke berfireh cih da binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê û aşkera kir ku di nav 47 welatan de herî zêde Tirkiye mafên mirovan binpê dike. Tê diyarkirin ku di DMME’yê de jî Tirkiyeyê ji hemû welatan pirtir cezayên binpêkirina mafan girtiye. Wekî mînak jî Bêrîvana keça kurd a 15 salî tê nîşandan ku ji ber ku kevir avêtiye, dadgehê 8 salan ceza lê biriye. Her wiha heta niha li 737 zarokan doz hatiye vekirin.
Rojnameya Guardian balê dikişîne ser Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ku ligel Tirkiyeyê 47 welatan mohr kiriye. Rojname aşkera dike ku Tirkiye mafên zarokan jî binpê dike û wiha tê gotin: “Keçeke kurd a 15 salî bi angaşta kevir avêtiye, dadgehê 8 salan ceza lê biriye.” Rojname mijara “Bêrîvanê” û qanûna ‘terorê’ ya Tirkiyeyê berfireh vedibêje. Tê gotin ku heta niha 737 zarokên kurd di çarçoveya qanûna ‘terorê’ ya tirk de hatine darizandin.

BÊRÎVAN 15 SALÎ YE
Rojnameya îngilîz a The Guardian vedibêje ku di cotmeha 2009’an de li Êlihê di xwepêşandanê de bi angaşta ku keça 15 salî ya bi navê Bêrîvan kevir û molotof avêtiye polîsan, dadgehê di çarçoveya xala ‘terorê’ de 8 sal cezayê girtîgehê lê biriye. Rojname derbirî ku keçikê ev anganşt qebûl nekirine û wiha lê zêde kir: “Ev doz di dema ku endamtiya Tirkiyeyê ya ji bo Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ya ku tu carî li gorî wê peymanê tevnegeriyaye dihat nirxandin de hatiye dîtin.”

GIRTÎGEH TIJE ZAROK IN
Rojnameyê di nûçeya xwe de hin beşên nameya Bêrîvanê ên hestiyar ên ku di çapemeniya tirk de derketin jî weşand û wiha pê de çû: “Ev mehkûmiyet, di çarçoveya nûkirina Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) ya di sala 2006’an de, pêk hatiye. Dîsa ji ber vê qanûnê li Tirkiyeyê gelek zarokên din jî hatine girtin û cezakirin.”

138 SAL CEZA DAN
Rojname derbirî ku li gorî daneyên herî dawî yên fermî, niha di girtgîgehên Tirkiyeyê de 2 hezar û 622 zarokên girtî hene û di nav sê salan de bi hezaran zarok di çarçoveya vê qanûnê de hatine darizandin.
The Guardianê diyar kir ku di nava salekê de tenê li Amedê 267 zarok hatine darizandin û ji van zarokan 78 heb, bi salan cezayên girtîgehê girtine û wiha nivîsand: “Di mijdara sala borî de, dozgerekî Tirkiyeyê bi hinceta ku kevir û molotof avêtine, 138 sal ceza da 6 zarokên ku temenê wan di navbera 13 û 14’an de ye.”

MAFAN NAS NAKE
Rojnameyê nivîsand ku gelek zarokên kurd ji ber ‘sûcdarkirina şaş’ hatine girtin û cezakirin û ev helwesta Tirkiyeyê jî dibe sedema îhlalkirina Peymana Mafên Zarokan a Gerdûnî û ew jî ji ber vê yekê, Tirkiyeyê şermezar dikin û nûçe wiha bi dawî dibe: “Piraniya zarokan kurd in. Gelek keçikên biçûk ên kurd jî tên girtin. Par li Amedê ji bo keçikên girtî yên kurd, avahiyeke din ava kirin. Hefteya borî, Tirkiye wekî welatê ku herî zêde Peymana Mafên Mirovan a Gerdûnî îhlal dike, hate îlankirin. Li gorî daneyên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), ji sedî 19’ê binpêkirina mafan, Tirkiye pêk tîne. Dîsa binpêkirina herî mezin jî wekî ‘darizandina bêedalet’ tê diyarkirin.” LONDON

No comments:

Post a Comment