Weke ku Murat Karayilan jî di dawiya daxuyaniya xwe de gotî, ji salvegera Bêbextiya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê re bi tenê çend roj man.
Kurdên ev roj weke rojeke reş îlan kirî, beriya bi rojan dest bi çalakiyên protestoyî kirin.
Kurdên li Ewrûpayê jî weke her sal, îsal jî li bajarê Franseyê Strasbourgê çalakiyeke mezin a protestoyî organîze dikin.
Amadekariyên çalakiyê di qonaxa dawî de ne û meş û mîtîng li Strasbourgê 13ê Sibatê roja şemiyê tên li dar xistin.
ÇALAKIYA MEZIN A PROTESTOYÎ YA LI EWRÛPAYÊ
13'Ê SIBATÊ ROJA ŞEMIYÊ LI STRASBOURGÊ PÊK TÊ
Federasyona Komeleyên Kurd ên li Franseyê FEY-KA meş û mîtîngê organîze dike û şîara çalakiyê jî her sal 'Ji Ocalan re azadî, li Kurdistanê Aştî' ye.
Ji bo çalakiyê destûra fermî hatiye stendin û çav li rê ye ji Elmanya, Franse, Swîsre, Hollande, Awûsturya, Îtalya û Belçîkayê bi dehhezaran kes beşdar bibin.
Komîteya Amadekar a meşê jî da zanîn ku amjadekariyên teknîkî yên ji bo meş û mîtîngê êdî di qonaxa dawî de ne.
Bi dehhezaran kes wê roja şemiyê ji saet 9'an û pêve, li meydana Boulevard de Nancy ya nêzî gara trênê kom bibin.
Meş saet li 11'an ji vê meydanê dest pê dike û li qada Parc de Vaneaux ya li navenda bajêr wê bi dawî bibe.
Di meşê de Bêbextiya 15ê Sibatê wê were rûreşkirin û daxwaza çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd wê were kirin.
Ciwan û jin jî wê tevahiya meşê devê xwe bi terîşên reş bigirin û lanetê li Bêbextiya Navneteweyî bibarînin.
Ji bo mîtîngê, gelek saziyên biyanî, BDP jî di nav de ji bakurê Kurdistan û Tirkiyê jî gelek sazî hatin vexwendin.
Ji bilî amadekariyên li Starsbourgê, li gelek welatên Ewrûpayê jî komîteyên amadekar hatin çêkirin.
Ji niha ve li gelek welatên Ewrûpayê bi sedan otobus hatine kirê kirin, bi hezaran kes jî wê bi maşînên xwe yên şexsî biçin cihê çalakiyê, bajarê Starsbourgê.
KURDISTANIYÊN LI INGILÎSTANÊ BÊBEXTIYA
14'Ê SIBATÊ ŞERMEZAR DIKIN
Di 11. salvegera Bêbextiya Navneteweyî de Kurdên li Ingilîstanê jî wê dakevin qadan.
14'ê Sibatê roja Yekşemê li bakurê Londonê meşeke protestoyî tê lidarxistin.
Meş ji taxa Dalston Junction dest pê dike û li Navenda Kmala Kurd KCC'yê bi dawî bibe.
Li taxên Harîngey û Hackneyê ku pirraniya kurdan lê dimînin, xebatên daliqandina afîşan dest pê kir.
Ciwanên kurd jî li kargeh û qahwexaneyan digerin û banga beşdariya meşê dikin.
No comments:
Post a Comment