Tuesday, February 9, 2010

Biryara şer an aştiyê ye


09/02/2010

Halît ERMÎŞ – BEHDÎNAN/ANF

Serokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Murat Karayilan nirxandinên der barê deklarasyona KCK’ê de erênî nirxandin û got: “Nirxandinên ku tînin ziman ku divê dewleta tirk teqez bersivê bide deklerasyonê, erênî ne.” Karayilan anî ziman ku heke bersiveke erênî li hemberî deklarasyona ku wan weşandiye neyê dayîn pêvajo dê ber bi xetereyê ve biçe.


Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan got ku bêbersivhiştina deklarasyonê dê bê wateya şer û wiha got: “Ev tê wateya şer. Lewre girtina evqas mirovan, zêdekirina vê zordariyê tê wateya domandina konsepta di çarçoveya helandina siyaseta kurd a bi welatên cînar û hêzên navneteweyî re hatiye plankirin. Li hemberî vê yekê dê helwesta me çi be? Li hemberî vê konseptê bêguman hesasiyetên me jî hene. Em ê destkeftî û gelê xwe biparêzin. Hêz û qudreta me ya ku têrî vê yekê bike, heye. Yên ku bawer nakin bila li pratîkê binêrin, dê bibînin. Em li holê nemane, em ne bêçare û bêalternatîf in. Em hêzeke ku li Rojhilata Navîn kozikên girîng bi dest xistine.”


Karayilan anî ziman ku Tirkiye bi pêşengiya AKP’ê ber bi noqteyeke xeternak ve biriye û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Her ku diçe kêr pirtir dikeve ser hestî. Cara yekemîn ku li hemberî hezên demokratîk û siyasetmedarên kurd ev qas girtin û binçavkirin pêk tên. Niha li Tirkiyeyê gelek derdor darbeya ‘Balyoz’ dinirxînin, lê li Kurdistanê esasên darbeyekê pêk hatine.”

GERÎLA XWEDÎ CEREBE YE


Karayilan diyar kir ku li her aliyê Kurdistanê gerîla hene û wiha got: “Em li hemû lûtkeyên Bakur bi cih bûne. Ew jî têr ne kir, li her derên rojhilatê Kurdistanê jî gerîla belav bûne. Li Bakur, Rojhilat û li Başûr gerîla hene. Bi şerekî dehan salan ku dom bike jî ne pêkane ku gerîla ji van kozikan bên derxistin. Hezêke gerîlayan ku piştgiriyeke xurt a gel jê re heyê û li pişt jî ev erdnigariya muazam heyî û bi felsefe, îdeolojiyeke azad fedaîbûna daye ber xwe; tu hêz dê nikaribin ji vê erdnigariyê derbixin. Her wiha cerebeya 26 salan a gerîlayan heye. Hakîmiyeta ji bo erdnigariyê heye. Di hunera şer de hûrbûn heye.”


Karayilan derbirî ku ew wekî tevger ji bo pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin bi israr in û wiha got: “Li ser esasê wekhevê çareseriyeke bi gelên cînar re me daye ber xwe. Lê ev hedefeke bê hilbijêrk nîn e.” Karayilan anî ziman ku deklarasyona ku wan weşandiye ji bo hemû Kurdistanê û Tirkiyeyê ye û got ku li hemberî siyasetmedarên kurd û siyaseta demokratîk pêkanînên ku sînorên darbeya 12’ê Îlonê jî borandine pêk tên.

ÇEPA TIRK REXNE KIR


Karayilan derbirî ku plana AKP’ê ya ku wekî ‘berlêvekirina çareseriyê’ hatiye pêşkêşkirin, projeya teslîmgirtina gelê kurd e û anî ziman ku li hemberî vê projeyê konferansa demokrasiyê bê lidarxistin. Karayilan anî ziman ku pêdiviya Tevgera Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê pêdivî bi sînerjiyekê heye. Karayilan wiha got: “Îro hêza Tevgera Kurd gehiştiye milyonan. Heke hêzên çepgir dixwazin li Tirkiyeyê pêşbikevin, ev potansiyela siyaseta kurd şanseke mezin e. Lê kes li ser vê yekê nafikire.”

POLÎTÎKAYA ŞER


Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Karayilan bal kişand ser deklerasyona ku hatiye weşandin û wiha pê de çû: “Rayedarê AKP’ê Huseyîn Çelîk jî dibêje ‘yan em ê vê pirsgirêkê hel bikin, an jî em ê hel bibin’. Em baş dizanin dewlet û Hikûmeta AKP’ê dixwaze çi bike. Deklarasyona me weşyandî ji bo Hikûmeta AKP’ê hişyariyek e. Heke dest ji polîtîkaya xwe ya ji bo tasfikirina siyaset kurd bernedin, ev dê ji bo Tirkiyeyê bibe xetereyek mezin. Ev polîtîkayeke xeternak e. Bêhna xwînê ji van polîtîkayan tê. Polîtîkaya şer e. Ev polîtîkaya bêîradekirina gelê kurd e. Ji ber hindê bi heysiyet û şerefa gelê kurd tê lîstin. Ligel ev qas nerazîbûn dîsa jî dest ji operasyonên xwe bernadin. Ji bo komkujiya siyasî israr dikin.

No comments:

Post a Comment