09/02/2010 |
|
Parlamentera berê ya Parlamentoya Ewropayê Feleknas Uca, diyar kir ku Deklerasyona Aştî û Çareseriyê ya KCK'ê şansekî mezin e û ji bo xala di deklerasyonê ya têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî, mînaka parêzvanê demokrasiyê Pêşengê Yekitiya Demokratîk a Neteweyî ya Myanmar Aung Ssan Suu Kyî, pêşniyar kir. Parlamentera berê ya Parlamentoya Ewropayê Feleknas Uca, Deklerasyona Aştî û Çareseriyê ya KCK'ê nirxand û destnîşan kir ku tevgera kurd ji bo çareseriyê gaveke mezin avêtiye û wiha got: "Lê ev xal ji aliyê Tirkiyeyê ve nayên qebûlkirin. Dewletê bi êrîşên mezin ên li ser siyasetmedar, şaredar û zarokan bersiv da pêngava çareseriyê. Li Tirkiyeyê, siyasetmedar, şaredar û bi hezaran zarok girtî ne, partî hêj tên girtin. Ev jî asta demokrastiya Tirkiyeyê nîşan dide. Kurd bi salan e van 4 xalên deklerasyonê pêşniyar dikin, lê Tirkiye van xalan qebûl nake."PÊŞNIYARA ‘SUU KYÎ’ Feleknas Uca, bal kişand ser xala deklerasyonê ya der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: " Pêşengê Yekitiya Demokratîk a Neteweyî ya Myanmar Aung San Suu Kyî jî di girtîgeha malê de ma. Bi salan e jî wiha ye. Wî xelata Sakharov wergirt. Ev modelek e. Ewropayê jî piştgirî daye vê yekê. Nûnerên Ewropayê pê re hevdîtin çêkirin. Çareseriyeke wekî Mandela ji bo Ocalan dibe. Mirov dikare vê yekê ji Ewropayê bixwaze. Ev yek pêkan e."4 XALÊN ÇARESERIYÊ Uca, bal kişand ser wextê dayina deklarasoyona KCK'ê û daxuyand ku KCK'ê di dema pêvçûnên gelek gîrîng li Tirkiyeyê tên jiyandin û Konferansa Kurd ya li Ewropayê tê kirin de hate dayîn. Uca wiha got: "Kesên dixwazin li Tirkiyeyê demokratsiyek pêşbêxin, ancax bi têkoşîna gelê kurd re vê yekê bikin. Bêyî kurdan çareserî ne pêkan e. Ancax bi partiyên kurdan ên siyasî, siyasetmedarên kurd, rewşenbîr û nivîskarên kurd re çareserî çêbîbe. Gîrtîna partiyên siyasî, girtîna siyasetmedarên kurd, kuştina sivîlan û domandina operasyonên siyasî û leşkerî dê zirarekî mezin bide Tirkiyeyê. Ev yek pêşketina Tirkiyeyê asteng dike. Tirkiye yan dê bersiva 4 xalên KCK'ê bide an jî çareserî ne pêkan e. Divê daxwazên deklerasyonê bên qebûl kirin û pêkanîn."AUNG SAN SUU KYÎ Aung San Suu Kyii, wekî siyasetmedarek û aktivîstekî aştîxwaz ya li hemberî darbeya leşkerî ya Myanmarê sekînî tê nasîn. Kyî, di sala 24'ê îlona 1988'an de Partiya National League for Democracy ava kir û bû yekemîn Sekreterê Giştî yê NLD'ê. Kyî, li hemberî şîdetê, vîna sivîl û siyaseta sivîl diparast. Di heman demê de Suu Kyî dayîka xwe winda kir û di merasima cenaze de diyar kir ku heya dawiya emrê xwe dê ji bo azadbûna welatê xwe têbikoşe. Pişt re di her derê welat geriya û axivî. NLD'ê di bin siya çekan de amadekariyên hilbijartinê kirin û civîn pêk anîn. Di wê demê Suu Kyî bi biryarekî bêhiqûqî rastî cezayê hepsa malê hat. Suu Kyî ji bo ku xwendekarên di mal wê de hatine girtin bên berdan an jî wê jî birgin dest bi greva biçîbûnê kir. Piştî hikumetê daxuyand ku dê xwendar bên berdan greva birçîbûnê bi dawî bû. NLD'ê di bin hemû zext û zordariyan de di sal 1990'ê de di hilbijartênê de sedan 82 deng girtin û serkefitin. Hikûmta leşkerî encama hilbijartênê qebûl nekir. Piştî vê dîrokê cihanê çavê xwe li vê jin zivirand.BI ZANA RE XELAT GIR Kada Suu Kyi, di sal 1990'ê de rastî xelata Mafên Mirovan a Rafto, di sala 1991'ê de jî layîqî Xelata Aştiyê ya Nobel hate dîtin. Suu Kyi, hêj li Burmayê anî jî bi navê nû Myanmarê di girtîgehê daye. Suu Kyî ji bo mafên xwe yên siyasî hêj têkoşîna xwe didomîne. Suu Kyî di daxuyaniya xwe ya dawî de anî ziman ku "Aşti, edalet û pêşveçûn perçeyên hev in." Suu Kyî di sala 1991'an de Xelata Aştiyê ya Nobel'ê girtîbû û di sala 1990'ê dê de jî Xelata Parlamentera DEP'ê Leyla Zanayê jî girtî Sakharov gîrt. Suu Kyî, pereyê wekî Xelatê Aştiyê ya Noel'ê gîrtî ji Saziyên tendûrîstiyê yên li Burmayê belavkir. AMED - DÎHA |
Tuesday, February 9, 2010
Ji bo Ocalan formula;"Suu Kyî" Ji bo Ocalan formula;"Suu Kyî"
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment