Parêzerên buroya huqûqê ya sedsalê, rêzecivînên xwe yên der barê sîstema êşkencê ya Îmraliyê û bêbextiya 15'ê sibatê de dewam dikin.
Bi vê armancê doh li Qers û Misircê semîner hatin dayîn..
Di axaftinan de, ji raya giştî hat xwestin ku derbarê şert û mercên Ocalan de bi hestiyarî tevbigere.
LI QERS Û MISIRCÊ SEMÎNER HATIN LIDARXISTIN
Parêzer li navçeya Sêrtê Misircê jî bi gel re hatin cem hev.
Panêl li ser mijara binpêkirina mafê mirovan ên li girtîgehan hat lidarxistin, û ji parêzerên Buroya huqûqê ya sedsalê Emran Emekçî bal kişand ser şert û mercên jiyanê yên Ocalan....
Emekçî derbarê komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî de jî gel agahdar kir.
Parêzer Emran Emekçî li navenda Sêrtê jî di semînerekê de bi gel re hat cem hev.
Semîner li avahiya BDP'ê ya Sêrtê hat lidarxistin ê tevî şaredaran û rêveberên navçeyan ên BDP'ê gelek kes tevlî bûn.
Li Qersê jî, ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Hatîce Korkut tevlî semînerê bû.
Semîner li avahiya BDP'ê ya bajêr hat lidarxistin, tevî Endamên Meclîsa Partiyê yên BDP'ê Şukran Gurbuz, Hasan Guven û rêveberên bajêr û navçeyan gelek kes jî amade bûn.
Parêzer Korkut der barê tecrîtkirina Ocalan de agahî dan û li dijî sîstema êşkencê, banga hestiyariyê li raya giştî kir.
Îro jî, bi heman armancê wê li bajarê Agirî semîner were organîzekirin..
Semîner li avahiya BDP wê bi tevlîbûna parêzerên Buroya Huqûqê ya Sedsalê saet 13'an destpê bike..
Çalakiyên şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê yên bi rojane destpêkirine, dewam dikin..
Li Edenê ciwanan, li 4 taxan xwepêşandan lidar xistin..
Komplo li Rihayê jî, hat şermezarkirin..
LI EDENÊ BI XWEPÊŞANDANAN HAT ŞERMEZARKIRIN
Li Edenê doh ciwanan li 4 taxan di heman wextî de, komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Ocalan, protesto kir..
Li taxên Edenê Şakîrpaşa, Karasu, Dağlıoğlu, Gülbahçesi û Barbarosê bi gotina sloganên ''Bijî serok Apo" û "Bimre komploya 15'ê Sibatê" ciwanan çalakî li dar xistin..
Lê li taxa Şakirpaşayê, polêsan bi bombeyên gazê êrîşî çalakgeran kir...
Ciwanan jî, bi molotofkokteylan bersiv da êrîşa polêsan..
Li taxên Karasu û Gülbahçesî jî, ciwan ber bi herêma eskerî ve meşiyan...
Li vir jî, ji ber ku eskeran gulle li çalakgeran reşandin, ciwanan jî bi kevir û molotofkokteylan xwe parast..
Li taxa Barbarosê ciwanan, li ser riya Kolana Newrozê bend danîn û rê li çûnûhatinê girtin û paşê ber bi avahiya Şaxê PTT Barbarosê ve meşiyan...
LI RIHAYÊ HAT ŞERMEZARKIRIN
Li Rihayê jî, Navenda Çanda Urfayê bi slogana "Her tişt ji bo paşerojeke demokratîk" çalakiyek organîze kir..
Bi sedan kesên tevlî çalakiyê bûn, komploya 15'ê Sibatê protesto kirin..
No comments:
Post a Comment