Encemnameya 1. Koma Xebatê ya Beweriyên li Mezopotamyayê ya Kongreya Civaka Demokratîk li dar xistibû, hate eşkerekirin.
Beşdarên Koma Xebatê li hev kirin ku îdeolojiya fermî dîn bi kar tîne û di vê çarçoveyê de daxwazên xwe bi awayekî berçav anîn ziman.
Herî zêde jî, daxwaza betalkirina Wezereta Karên Dînî, derxistina dewletê ya derveyî qada dînî, derketin pêş..
ENCEMNAME HATE EŞKERE KIRIN
1'emîn Koma Xebatê ya Baweriyên li Mezopotamyayê, îro jî li çapemeniyê re girtî dewam kir, û bi encamnameyekê hate bi dawîkirin.
Di encemnaneyê de, ji bo ku keda wan jî di vê xebatê de bûye malavahiya Hevserokê KCD'ê û Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş ên li girtîgehê hate kirin.
Di ancamnameyê de ku ji aliyê yek ji organîzatorên koma xebatê Hevserokê KCD'ê Yuksel Genc ve hate xwandin, tespîtên gelek girîng hatin kirin.
Di encamnameyê de, baweriyên nebûne desthillattar û ti têkîliyên wan bi desthillattariyê re nîne, weke ewlekariya azadî, demokrasî û aştiyê hatin nîşan dan.
Hate diyar kirin ku tenê endamên baweriyan dikarin der barê baweriyên xwe de biryar bidin û wan bi nav bikin.
Her wiha hate xwestin ku bi navkirinên ji aliyê dewletê û baweriyên din ve hatine kirin jî nayên qebûlkirin..
Di encamnameyê de, hate destnîşan kirin li Tirkiyeyê têgihiştina Laîktiyê dewletê, mirovan dike yek reng, li pêşiya başkirina têkîliyên di navbera dewlet, civak û dîn de dibe asteng..
Di encamnameyê de, hate gotin, bi destê polîtîkayên dewletê yên faşîzan, di navbera baweriyên cûda de, dijminahî, tirs û fikar tên sorkirin û Ji bo ku ev têgihiştin ji holê bên rakirin jî divê hemû bawarî bixwe û dîrok xwe re, rûbirû bibin.
Di encamnameyê de, senteza "Tirk-Îslamê' jî hate bibîrxistin, û bang hate kirin ku li dijî polîtîkiyan mirovan dikin yek tîp û asîmîlosyonê ferz dikin herkes bibe yek...
Hin biryarên Koma Xebatê ya Baweriyên Mezopotamyayê ev in:
Divê navê Zanîngeha Artuklu ya li Mêrdînê weke Zanîngeha Mezopotamyayê were guhertin.
Polîtîkayên ku Elewiyan tine dihesîbin divê werin terikandin û ewlehiya Malên Cemê bi qanûnan werin parastin.
Divê Wezareta Karên Dînî yên ku bi dewlata laîk ve dikeva nakokiyan, were rakirin
Divê qada dînî ji bin kontrolla dewletê were derxistin, û bibe qadeke serbixwe.
Koma Xebatê, biryar da ku di dawiya meha Adarê de, bi hevkariya şaredara Nisêbinê, bi navê "Di dîroka Mezopotamyayê de, cihê Nisêbinê' konferansekê organîze bike.
No comments:
Post a Comment