Monday, February 8, 2010

BI HEZARAN KES ÇÛN SERDANA MALA SERSAXIYÊ YA LI BATMANÊ

BI HEZARAN KES ÇÛN SERDANA MALA SERSAXIYÊ YA LI BATMANÊ

Komîteya Şehîdan a KCKê pêr nasnameyê 5 gerîlayên di demên cihê de jiyana xwe ji dest dayî, eşkerekiribû.

Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dayî li Batmanê mala sersaxiyê hat danîn û bi hezaran çû serdana malbatan.

BI HEZARAN KES ÇÛN SERDANA MALA SERSAXIYÊ YA LI BATMANÊ

Batmanî îro ji bo 5 gerîlayên di demên cihê de jiyana xwe ji dest dayî li ser piyan bûn.

Bi hezaran kes bi gotina sloganên 'şehîd namirin' ber bi taxa Petrolkentê ve meşiyan.

Serokê rêxistina bajêr a BDPa Batmanê Mehmet Şah Kaygusuz got, yên ku ji bo Aştî û Demokrasiyê jiyana xwe ji dest dane, têkoşîna gelê kurd ronî dikin.

Girseyê ev gotinên Kaygusuz bi lîlandin û gotina sloganan silav kir.

Parlemanterê Batmanê Bengî Yildiz jî anî ziman ku rayedarên dewletê û hukûmetê ji gel re dibêjin xwedî li îradeya xwe dernekevin û weha peyivî:

"Lê emê li şaredarên xwe, îradeya xwe û şehîdên xwe xwedî derkevin."

Piştî axaftinan girse çû mala sersaxiyê û dua kirin.

Ji bo gerîlayên li Kurdistanê di şerên demên cihê de jiyana xwe ji dest dayî Özlem Turan, Fevziye Taş, Hüseyin Aydın, Aslan Savur û Nadire Elma wê 3 rojan serdanên sersaxiyê werin qebûlkirin.

No comments:

Post a Comment