Monday, February 8, 2010

AKP HEWL DIDE BI DERXISTINA PÊŞ A NIJADPERESTIYÊ PÊŞIYA BERXWEDANÊ BIGIRE

AKP HEWL DIDE BI DERXISTINA PÊŞ A NIJADPERESTIYÊ PÊŞIYA BERXWEDANÊ BIGIRE

Berxwedana karkerên Tekelê 56 roj li pey xwe hiştin û piştgiriya ji bo wan jî zêde dibe.

Hukûmeta AKP'ê ya bi berxwedana karkerên Tekelê re rûbirû ye jî, hewl dide bi derxistina pêş a netewperestiyê pêşiya berxwedanê bigire.


AKP HEWL DIDE BI DERXISTINA PÊŞ A
NIJADPERESTIYÊ PÊŞIYA BERXWEDANÊ BIGIRE


Karkerên Tekelê tevî serma û seqemê jî, 56 roj in li hemberî hukûmeta AKP'ê, şev û roj di nava berxwedanê de ne.

Ev berxwedana karkerên Tekelê, rastî piştgiriya tevahiya civakê tê û ev yek jî hukûmeta AKP'ê dixe nava zehmetiyan.

Hukûmeta bi zehmetiyan re rûbirû maye jî, doh jî serî li rêbaza derxistina pêş a netewperestiyê kir.

Alîkarê Serokwezîrê tirk Hayatî Yazici doh di merasima vekirina avahiyeke partiya xwe ya li Sariyera Stenbolê de axivî û li hemberî berxwedanê netewperestî derxist pêş.

Yazici îdîa kir ku, PKK'ê ev berxwedana karkerên Tekelê birêxistin kiriye û karker jî weke necis bi nav kirin.

Yazici bi vê îdîayê hewl dide pêşiya piştgiriya ji bo berxwedanê bigire û darbeyeke din li karkerên Tekelê bixe.

Lê belê karkerên Tekelê çalakiya xwe bi biryar didomînin û piştgiriya raya giştî jî zêde dibe.

No comments:

Post a Comment