08/02/2010 |
|
Dogan ÇETÎN-Demhat TOLHILDAN - BEHDÎNAN/ANF Fermandarên Hêzên Parastina Gel (HPG) der barê geşedanên demên dawî û rewşa hêzên gerîlayan de axivîn. Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Nuredîn Sofî, Fermandarê Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê Zozan Çewlik, Endamên Konseya Leşkerî ya HPG’ê Şahîn Cilo, Zaxo Zagros û Fermandanêrn HPG’ê Têkoşer Şemzînan, Alî Haydar Dêrsim, Rizgar Ersî ji bo ajansa nûçeyan ANF’ê axivîn. Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Nuredîn Sofî, ku got; gerîla rêxistiniya siyasî, çandî, civakî û îdeolojîk e. Nuredîn Sofî destnîşan kir ku gerîla, ne tenê di tecrubeyên PKK’ê de, di tecrubeyên şoreşên din ên cîhanê de jî roleke sereke ya pêşengî û guhertinî dilîze û gerîlayên HPG’ê jî, di vê çarçoveyê de rastiya bîrdoziya şoreşa kurd in. Nuredîn Sofî diyar kir ku gerîla, modela nû ya rêxistiniya civakê ye û got: “Gerîla wek ferdên ji civakê, di nava PKK’ê û di bin pêşengiya PKK’ê de, di çarçoveya Civaka Ekolojîk a Demokratîk de, rêxistiniya Komunalîteya Demokratîk, gav bi gav kire partîkê û wek hêza çekdar jî parastina jiyana azad û nirxên civakê pêk anî.” Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Nuredîn Sofî, destnîşan kir ku ji roja ku gerîla rahiştiye çek û heta qonaxa îro ve, sedemên bikaranîna çekan ji holê nehatine rakirin û got: “Nîqaşên îro yên der barê çekdanîna gerîla de, ne dirust in û bi armanc têne kirin. Ji ber ku zext û zor û siyasetên tunekirinê hîna li ser gelê kurd û li ser Serokatiya kurd dewam dikin.” EM MECBÛRÎ ÇEKÊ BÛN Nuredîn Sofî dazanîn ku hîna hebûna kurd, nasnameya kurd a ontolojîk wek pirsgirêkekê li meydanê ye û got: “Siyaseta 80 salan ya înkarê, ya qedexekirina ziman, nasname ji holê nehatiye rakirin. Siyasetên tesfiyekirin, jiholêrakirin û helandinê bi dijwarî dimeşin. Gelê kurd hîna di bin tehdîda qirkirinên reş û spî de ye. Pêwîst e berî bêçekbûnê, ev pirsgirêk werin nîqaşkirin û ji holê bên rakirin. Pêwîst e ev zîhniyeta kujer were bêçekirin. Gerîla ji mecbûriyetekê derkete holê û hîna ev mecbûriyeta parastinê dewam dike.” Sofî ku anî ziman zîhniyeta darbeya faşîst a 12’ê Îlonê hîna li Tirkiyeyê serdest e, got: “Ev zîhniyet, di heman demê de li herêmê jî, pêşengiya dijminatiya gelê kurd dike. Wateya 15’ê Tebaxê jî ev e. Gerîla çalakî û hebûna parastinê ye. Çalakiya ku pirsgirêka nasnameya gelê kurd bîne rojevê ye.” RIYA SIYASETÊ DIGIRIN Nuredîn Sofî, mînaka Ahmet Turk da û got: “Eger li Tirkiyeyê, siyasetkirina mirovekî wekî Ahmet Turk bê qedexekirin, eger mirovên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin bi awayekî hovane bên girtin, ev tê wateya ku hîna zîhniyeta tesfiyekirin û jiholêrakirinê dewam dike. Di rewşeke wiha de daxwaza çekdanînê ne dirustî ye. Di vê rewşê de, tevgera me jî, gelê me jî mecbûr e bikeve nava lêgerînên cuda.” Nuredîn Sofî da zanîn ku ew pêvajoyê ji nêzîk ve dişopînin û got: “Rêberê Gelê Kurd avêtine çala mirinê. Ciwanên kurd li kolanan bêperwa dikujin, li dayikên kurd li kolanan îşkence dikin û zarokên kurd ên 7 salî, 18 mehî dikujin, yan jî bi dehsalan ceza dikin. Di rewşeke wiha de daxwaza çekdanînê ne dirustî ye. Em wekî HPG, ji bo parastina Serokê xwe û ji bo parastina gelê xwe, ji berdêla van nîqaşan, li riyên cuda û rêbazên cuda digerin.” BERSIVA DEWLETÊ… Nuredîn Sofî bal kişand ser çûna Komên Aştiyê û dilsozî û aştîxwaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê kurd, ku dewleta tirk bi her awayî dilsozî û aştîxwaziya gelê kurd û Serokatiya wî terorîze kir û got: “Li dijî gelê me siyasetên lîncê pratîze kirin. Girtin û êrîşên hovane dijwar bûn, ev dide xuyakirin ku zîhniyeta tesfiyekirinê dewam dike. Em ê çawa ewle bibin û çekan daynin?” Nuredîn Sofî, herî dawî got ku hêzên gerîla ne tenê rola çekdarî dilîzin û got: “Gerîla li gorî pêdiviyan xwe rêxistinî kiriye û bi cih bûye. Eger pirsgirêka kurd were çareserkirin jî, gerîla dê hebûna xwe biparêze. Ji ber ku gerîla hêza pêşeng e û di paşerojan de jî dê vê rola xwe bilîze. Bi pêşengiya PKK’ê û di çarçoveya felsefeya Rêber Apo de, civaka kurd şoreşeke guhertinî pêk tîne, lewre rol û mîsyona gerîla dê piştî çareseriyê jî dewam bike. Gerîla li gorî endezyariya civakî hatiye perwerdekirin. 7 RÊGEZÊN GERÎLAYAN Fermandarên HPG’ê, rol û mîsyon, wate û girîngiya hêzên gerîla bi zimanekî hevbeş anîne ziman û destnîşan kirin ku, gerîla şêwaza jiyana nû ye û pêşengên guhertina civakî ne. Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Nuredîn Sofî, Fermandarê Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê Zozan Çewlik, Endamên Konseya Leşkerî ya HPG’ê Şahîn Cîlo, Zaxo Zagros û Fermandanêrn HPG’ê Têkoşer Şemzînan, Alî Haydar Dêrsim, Rizgar Ersî 7 xalên jêneger ên HPG’ê rêz kirin. Li gorî van xalên ku wateya hêzên gerîla, ji bilî parastina çekdarî, rol û mîsyona pêşengiya civakî û guhertina jiyana azad û afirgeriya sîstema rêxistinîkirina siyaseta demokratîk wiha anîne ziman û gotin: Gerîla navê jiyana mînak û wek îdeola hêviyan derkeitye meydanê. Gerîla wek kesayetiya nû ya kurd derketiye holê. Fermandarên HPG’ê, wate û girîngiya gerîlayên kurd bi zimanekî hevbeş di van xalan de anîn ziman: 1. HPG ku wekî hêza çekdar a PKK’ê tê binavkirin, ne tenê temsîliya HPG’ê dike. Gerîla temsîliya siyasî, civakî, çandî û kesayetiya azad a kurdan dike. Ev şêwazeke nû ya mirovê kurd e. Azad, pêşeng û xwedî kesayetiya serbixwe û xwedî hiş û ramanekî kurdî ye. 2. Hêzên HPG’ê, di perwerdehiya sîstema PKK’ê ya bi hêz û bi rêkûpêk de, Parastina Rewa jî di nav de, pêşengiya têgihîştina îdeolojîk, perwerdehiya li gorî demê, zanista modern û civaka demokratîk dike. 3. Hêzên gerîla ji bilî rêxistiniya leşkerî ya hemdemî, rêxistiniya xwe ya komûnal a ocaxî pêk tîne. Di vê çarçovê de perwerdehiya xwe dike. Rêxistinî û perwerdehiya gerîla, di çaçroveya kedê, fedekarî, hevkarî, kolektivizm, berpirsiyarî, hevreyî û ji kesayetî dûr pêk tê. 4. Hêzên gerîla, pêwiste çek baş bikarbînin, nîşancî bin, berxwedêr bin, bi semax bin, çalak bin û di şevê de xwedî hêza haraket bin Der barê çek û alavên teqînê de pispor bin. Di heman demê de gerîla pêwiste têgjhiştî û modern be. 5. Hêzên gerîla , dive ku bi giyanê fermandarî hatibe hunandin û evîndar jiyanê be. Bêguman di heman demê de, xwedî hêza îdeolojîk a siyasî ye. 6. Hêzên gerîla di xeta Rêberê PKK’ê û Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ye. Di vê hêlê de, her gerîla bi felsefeya Rêber Apo têgihiştî û dagirtî ye. Lerwa em dibêjin ku gerîla ne tenê mirovê cengê ye, em dibûjin pênegê civaka dmeokratîk, siyaseta demokratîk, hunandin û rêxistiniya civaka demokratîk e. 7. Hêzên gerîla parçeyek ji civakaq kurd û pêşengê civaka xwe ye. Lewra gelê kurd gerîla himbêz kiriye. Ev rastî di nava 25 salên şer de û bi tecrubeyên di nava demê de derkete holê. Ev rastî ye ku dijmin nikare gerîla û gelê kurd ji hev dûr bixe ye. Gelê kurd ji bo gerîlayên xwe, destanan, darb-i meselan diafirîne. |
Monday, February 8, 2010
Bêyî çareseriyê çek nayê danîn
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment