Li Herêma Federal a Kurdistanê, li dijî biryara darvekirinê ku dewleta Îranê ji bo gerîlaya PJAK'ê Ronahî Rûken daye, kampanyaya îmzeyan a bi navê “Jiyan mafê her kesî ye” dest pê dike.
Li Herêma Federal a Kurdistanê, li bajarê Silêmaniyê û li gelek deverên YE'yê, li dijî biryara darvekirinên Îranê, ji bo gerîlaya PJAK'ê Ronahî Rûken, kampanyaya komkirina îmzeyan hate destpêkirin. Kampanya bi slogana “Jiyan mafê her kesî ye” ji aliyê komeke parêzvanên mafên mirovan ve hatiye birêxistinkirin. Ev kampanya ligel ku ji bo hemû girtiyên îdamê ye jî bi taybetî li dijî biryara darvekirinê ya 15'emîn Dadgeha Îranê ji bo gerîlayên PJAK'ê Şirîn Helem Hulu ku bi zêde navê “Ronahî Rûken” tê nasîn hatiye destpêkirin. Ronahî Rûken niha di girtigehê Evîn a Îranê de girtî ye û di rewşeke gelek xirab de tê girtin.
Di banga destpêkirina kampanyaya piştgîriyê ya ji bo Ronahî Rûken de hatiye gotin ku îdam cezayekî derveyî mirovahiyê ye û wiha tê gotin: " Her çend li gorî xala 38'emîn a Qanûnan Bingehîn a Îranê bikaranîna her cure îşkenceyê ji bo îfadegirtinê qedexe ye. Lê berevajî vê yekê keça kurd ya bi navê Şirîn Helem Hulu (Ronahî Rûken) bi zext û îşkenceyên giran re rû bi rû maye û bi vî awayî îfade jê hatine standin. Ev yek jî kiryareke ne exlaqî û derveyî mirovahiyê ye." Her wiha hate diyarkirin ku Ronahî Rûken zimanê farisî baş fêm nake û nizane baş pê biaxive, lê ligel vê yekê jî li Tehranê îfadeyên wê bi zorî û bi zimanê farisî hatine standin.
Her wiha kampanyaya piştgiriya ya ji bo Ronahî Rûken, daxwaz tê kirin ku biryara îdamê bê sekinandin û careke din di ber çavan re bê derbaskirina biryara darvekirinê ji dozgerên Îranê dike. Çalakvanên ku kampanyayê dimeşînin banga piştgiriyê ji çalakvan, kesatî û kesên mirovhez û dost kir ku bi riya van lînkan îmzaya piştgîriyê ji bo Ronahî Rûken bavêjin:
(https://spreadsheets.google.com/viewform?formkey=dEI2YV85UUxXWUMxWnBfNFlrd2lBbHc6MA&ifq ) û (http://shirin-alamhooli.blogspot.com/). Hewlêr
Ronahî Rûken KÎ YE?
Navê Ronahî Rûken ku ji bo wê biryara darvekirinê hatiye dayîn, Şirîn Helem Hulu ye. 28 salî ye, kurdeke li gundê Dêm Qişlanê yê li ber rûbarê Arasê ji dayik bûye. Ew gerîlaya PJAK'ê bû. Niha li Îranê di girtîgeha Evînê de girtî ye. Ji aliyê 15'emîn Dadgeha Îranê ve bi cezayê îdamê hatiye cezakirin û niha li benda mirinê ye. Nêzî salekê ye di girtîgehê de.
HEWLÊR
No comments:
Post a Comment