Monday, February 8, 2010

Ji Komalên Ciwan banga çalakiyê


08/02/2010

Koordînasyona Komalên Ciwan, di 12'emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê de, daxuyaniyek weşand û got; "Em wekî ciwanên kurd, Komploya Navneteweyî demxeya rûreşiya mirovahiyê bi tundî şermezar dikin û em soza xwe ya li dijî komplo û pûçderxistina kiryarên komployê dubare dikin."


Koordînasyona Komelên Ciwan, da zanîn ku di encama komploya 15'ê Sibatê de, 12 sal in ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di zindanê de û dibin hoy û mercên giran de tê girtin. Komelên Ciwanan diyar kir ku li hemberî van kiryar û pêkanînan, di 17’ê midjarê de darbeyeke siyasî hate pêkanîn û hate gotin, Rêberê Gelê Kurd di çala mirinê de hate bicihkirin û wiha hate gotin: "Şert û mercên Îmraliyê bêhtir hatine girankirin. Ev siyaseta taybet di şexsê Rêber Apo de, li dijî îradeya gelê kurd tê meşandin."


Komelên Ciwan di daxuyaniya xwe de ragihand ku li hemberî siyasetên taybet û êrîşan jî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, têkoşîna xwe ya aştîxwaz û hewldanên ji bo sazkirina demokrasiyê domandine û wiha hate berdewamkirin: "12 sal in ku bi tenê û di bin şert û mercên giran de jî Rêber Apo pêşengiya Tevgera Azadiya Kurdistanê dike. Dewleta Tirk bi kîndarî û armanca tolhildanê nêzîkî Rêbertiya Gelê kurd dibe. Ciwanên kurd fedaîyên Rêber Apo ne. Fedaiyên Rêber Apo, ji bo pêkanîna azadiya Serokatî û gelê Kurd, sundxwarî ne. Ev tê wateya ku ciwanên kurd wê, têkoşîna li dijî van siyasetan bi dijwarî bidomînin." Komelên Ciwan da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd hiş û ramenkî azad, kesayetiya serbixwe daye ciwanên kurd û daxwuyanî wiha didome: "Em ciwanên Kurdistanê car din dubare dikin ku Rêner Apo rastiya me ya şer û aştiyê ye." 'FAŞÎZM LI DAR E' Komelên Ciwan dazanîn ku nûnerên gelê kurd û kesayetiyên ji aliyê gel ve têne hilbijartin, bi awayekî hovane tên girtin, zarokên kurd yên di himbêza dayikên xwe de, tên kuştin û got: "Ev versiyonên cûda yên faşîzmê ne. Mixabin, hêzên navneteweyî jî destekê didine van siyasetên faşîzane. Destilatdariya AKP'ê jî pêşengiya kiryarên faşîzane dike. Ev teva berdewam Komploya Navneteweyî ne."

TÊKOŞÎN DÊ BIDOME


Komelên Ciwan herî dawî ev peyam da: "Êdî Bes e. Em wekî ciwanên kurd, li hemberî van kiryarên faşîzane bêdneg namînin. Çareseriya pirsgirêka kurd jî bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Ciwanên kurd binbarî û berpirsiyariya xwe ya dîrokî, di sala 2010’an de, bi azadiya Rêber Apo û azadiya gelê kurd wê bînin cih."


Komelên Ciwawan bang li ciwanan kir ku, li her cih û war, dibin her cure şert û mercan de, li dijî komplo têkoşînê bikin." BEHDÎNAN - ANF

No comments:

Post a Comment