Hate îdiakirin ku rapora jina girtî ya bi navê Hatîce Kalkan a her tim porê wê diweşe û çermê serê wê xwîn dibe, ji aliyê rêveberiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ve hat desteserkirin.
Ji ber nexweşiya wê gelek caran ew birine nexweşxaneyê, lê her tim ji wê re gotine ‘Ji ber bêxwîniyê ye’ û bi paş ve rêkirine. Rêveberiya girtîgehê herî dawî rapora doktor desteser kir. Malbata Kalkanê ji ber ku keça wan nayê dermankirin bi fikar in.
DIXIN NAV FIKARAN
Girtiya jin a bi navê Hatîce Kalkan a bi hinceta “endama rêxistinê ye” sal û nivek e li Girtîgeha Zarok û Jinan a Bakirkoyê, dimîne ji ber şertên girtîgehê yên nebaş pirsgirêkê wê giran dibin. Birayê Hatîce Kalkan, Îsmet Kalkan, diyar kir ku beriya ku xwişka wî bê girtin tu pirsgirêkên wê tune bû. Kalkan, anî ziman ku pirsgirêkên tenduristiyê yên xwişka wî di girtîgehê de dest pê kirine û ev yek wan dixe nava fikaran.
Kalkan, bi lêv kir ku herî dawî heftaya borî roja înê xwişka xwe ziyaret kiriye û rewşa wê gelek nebaş bûye. Kalkan, destnişan kir ku mehek berê xwişka wî birine nexweşxaneyê, lê bi rêk û pêk nahatiye muayenekirin. Kalkan, daxuyand ku doktoran tenê teşhîsa”bêxwînî ye” daniye lê ew ji vê yekê bawer nakin. Kalkan, anî ziman ku ligel daxwaza wan encamên tehlîlan nedane wan. Kalkan, fikarên xwe wiha anîn ziman: “Ev mehek di ser daxwaza me re derbas bû, lê hê tu bersîv nedane me. Em ji rewşa wê xwe bi fikar in.” STENBOL
No comments:
Post a Comment