Monday, February 8, 2010

Doktrîna nû ya çekan a Rûsyayê


08/02/2010

Li cîhanê di destê gelek welat û hêzan de çeka nukleerî û pergala mertalên fuzeyan her diçe zêde dibe û bandora wan a li ser hevsenga navneteweyî zêde dibe. Rêveberiya Rûsyayê jî li dijî vê, projeya xwe ya ku demeke dirêj e amade kiriye aşkera kir. Ev projeya Moskowê ya leşkerî ji bo xwe pergalên mertalên fuzeyan û pergala NATO’yê wek tehdîd dibîne û li dijî vê heta 2020’an projeya xwe ya leşkerî dixe meriyetê.
Ev doktirîna leşkerî ya Rûsyayê ji aliyê Serokdewletê Rûsyayê Dîmîtrî Medvedev ve hat mohrkirin û Rûsyayê dest bi pêkanîna wê kir. Di vê doktrînê de mijara esasî li dijî tehdîdên derve parastinê esas digire. Her wiha heke pêwîst bike jî dê ‘mafê’ xwe yê bikaranîna çeka nukleerî ya destpêkê jî bi biryar di bin dest de bigire.
Berdevkê Çapemeniya Kremlînê Natalya Tîmokova li ser mijarê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de aşkera kir ku Medvedev feraseta pêşîgirtina li tehdîdên derveyî erê kiriye. Ji bo doktirîna leşkerî di civîna Konseya Ewlehiyê de biryar hat dayîn ku heta 2020'an bê temamkirin.
Li gorî agahiya RBC'ê Rûsya qaşo dixwaze bi vê doktrîna leşkerî pêşî li hemû şer û lêdanan bigire û destûrê nede ku şerekî nukleerî dest pê bike. Tê gotin ku ev peywira herî esasî ya Federasyona Rûsyayê ye.
Di doktrînê de tê gotin ku dê destûr nedin li cîhanê pêşbaziya çekdariyê bê geşkirin. Lê li hemberî tehdîdan tê xwestin ku ne tenê ji bo Rûsyayê, ji bo mutefîkên Rûsyayê jî bi vê doktrînê tedbîrên parastinê bên girtin.
Li gorî doktrîna nû ya leşkerî ya Rûsyayê ‘tehdîdên li hemberî hemû endamên Rêxistina Parastina Kolektîf a Yekîtiya Komarên Sovyetên Sosyalîst (YKSS) wek tehdîda giştî ya bi ser Rûsyayê qebûl dike.
Divê rêxistina ku di 2002'yan de hat avakirin de Rûsya, Ermenistan, Belarûs, Qazaxistan, Qirxizistan, Tacikistan û Ozbekistan hene. MOSKOW

No comments:

Post a Comment