| |
07/02/2010 |
Wezîrê Berevanî yê Amerîka Robert Gates dibêje nîşane tune, ku Îran rekeftinek ligel hêzên
Wezîrê Berevanî Robert Gates li Enqere. |
Birêz Gates dema axaftina xwe ligel rojnamevan li Tirkîye de got, eger Îran ji dil dixwaze pêşnîyara veguherîna uranyuma xwe ligel şewita aste bilind qebûl bike, divê ligel Ajansa Enerjîya Atomî ya Navteweyî hevkarî bike.
Rojek berî daxûyanîyên Gates, wezîrê derva yê Îranê Menûçer Muttakî li konferanseke ewlehî ya navnetewî li Almanya gotibû, Îran nêzîkî pejirandina pêşnîyara hezên mezin yên cîhanê dibe, ku uranyuma xwe bişîne derve.
Menûçer Muttakî, roja Şemîyê got, wî li konferansê hevdîtineke pir baş ligel serokê Ajansa Enerjîya Atomî Yukîya Amano kirîye û wan li ser pêşnîyara navokî gotûbêjan kirine.
Welatên Yekgirtî yên Amerîka û welatên din bawer dikin ku Îran çêkên navokî ava dike, lê Îran dibêje bernameya wê ya navokî jibo armancên aştîyanê ye.
No comments:
Post a Comment