Monday, February 15, 2010

Gotina polîs a 'em guleya rast bi kar bînin' ket kamerayan

Gotina polîs a 'em guleya rast bi kar bînin' ket kamerayan
Duh êvarê li Taxa Bayramtepe ya Navçeya Başakşehira Stenbolê, komeke ciwanan bi munasebeta şermezarkirina 15'ê Sibatê salvegera radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê çalakiyeke li dar xistin. Di dema êrîşa polîsan a bi ser ciwanan de, nîqaşên di nav du polîsan de ketin qeyda kamerayê bal kişand ser xwe. Di qeydê de polîsekî dibêje 'Divê em guleyên plastîk bi kar bînin'. Li ser vê yekê jî hevalekî wî yê din jî dibêje 'Çi guleyên plastîk, em dê guleyên rastîn bi kar bînin. Em dê..'

Li gelek navçeyên Stenbolê bi munasebeta şermezarkirina 15'ê Sibatê salvegera radestkrina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê xwepêşandan hatin lidarxistin. Çalakiyên herî mezin li Taxa Bayramtepeyê ya Başakşehirê pêk hat. Di çalakiyê de ciwanan diruşmeyên 'Bimre faşîzm', 'Bijî Serok Apo', 'Bimre terîqeta AKP û Gulenê' û 'Dê ciwan derkevin çiyayan' berz kirin. Polîsan jî bi panzêr, av û bombeyên gazê êrîşî ciwanan kir. Ciwanan jî bi molotof û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan. Pevçûneke mezin derket. Ji ber ava panzêrê, di dikaneke de xesara madî pêk hat. Piştî çalakiyê ciwana belav bûn û di dema kontrola nasnameyan de, zarokek hat binçavkirin.

'Em guleyên rast bi kar bînin!'

Her wiha nîqaşên di navbera polîsan ên wekî 'Em ne fîşekên plastîk, fîşekên rastîn bikar bînin bal kişand ser xwe. Li gorî niqên di navbera 2 polîsan ên hatin qeydkirin de wiha hate gotin: "Ji bo em belav bikin, divê em guleyên plastîk bikar bînin" polîsê din jî wiha got: "Çi guleyên plastîk, em dê guleyên rastîn bi kar bînin. Em dê.." bal kişand.

No comments:

Post a Comment