Monday, February 15, 2010

KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK'Ê: EM RÊBER APO Û GEL ÊN KU BÊBEXTÎ PÛÇ KIRIN SILAV DIKIN

KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK'Ê: EM RÊBER APO Û GEL ÊN KU BÊBEXTÎ PÛÇ KIRIN SILAV DIKIN

Komîteya Rêveber a PKK'ê, bi daxuyaniyeke nivîskî, komploya 15'ê Sibatê û hêzên komploger bi nefret şermezar kir.

Komîteyê bang li gel kir da ku di salvegera bêbextiyê de cil û bergên reş li xwe bike û rojiyê bigire.

Komîteyê her weha bang li hêzên navneteweyî jî kir, da ku rastiya Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd baş bibînin.

KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK'Ê: EM RÊBER APO Û
GEL ÊN KU BÊBEXTÎ PÛÇ KIRIN SILAV DIKIN

Komîteya Rêveber a PKKê bi rasthatina salvegera bêbextiya 15'ê sibatê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Komîteyê hêzên komploger bi nefret şermezar kirin, û çalakgerên ku bi şîara 'hun nikarin roja me tarî bikin, bedena xwe dan ber agir' jî silav kirin.

Komîteya Rêveber a PKK'ê Ocalan û Gelê kurd ên ku pêşî li bêbextiyê girtin, silav kir û pêkhatina bêbextiyê jî weha nirxand:

"Li ser hîmê tesfiyekirina xeta azadîxwaz a ku Rêber Apo nûnerê wê bû û pêşîvekirina li kurdên hevkar, DYE'yê dixwest li herêmê hêzên pişta xwe bide wan xurttir bike. Komploya navneteweyî di vê çarçoveyê de weke plansaziyeke DYE'yê pêk hat. Yek ji armancên sereke yên komployê, ew bû ku Tirkiyeyê weke stûna şikandina deriyên kelehan bikar bîne. Sedema din a herî girîng a komployê ew e ku, piştî hilweşîna sosyalîzma pêkhatî, Rêber Apo hewl daye sosyalîzmê pêşde bibe û hem ji bo gelê Kurdistanê, hem jî bo tevahiya gelên bindest têkoşiya ye."
Komîteyê anî ziman ku bêbextiya navneteweyî hêzên gerîla jî ji xwe re kirine hedef û bal kişand ser xalên jêr:

"Hêzên komploger nekariye bandora Rêbertiya me ya li ser gelê me û tevgera me bişkîne. Rêbertiya me bi pêngava xwe ya nû ya felsefî, îdeolojîk, polîtîk û sîstemkirî ya esas sîstema kapîtaîst mehkûm kiriye û jê bihuriye. Gelê Kurdistanê Rêbertî bêhtir qebûl kir û bi awayekî fedaiyane lê xwedî derket. Hêzên komploger Rêbertiya me dîl girt, lê belê di warê îdeolojîk de bi bin ketin. Lewra Rêber Apo sîstem ji hev derxist, perdeya li ser rakir û nîşan da ka çawa civaka siyasî, exlaqî û demokratîk dikare were pêşxistin."

Komîteya rêveber a PKK'ê aliyê niha yê bêbextiyê jî weha nirxand:

"Xwestin komploya navneteweyî di sala 12. de jî li ser hîmê polîtîkayên qelp ên pêşîvekirinê yên AKP'ê dewam bikin. Di 11 salan de bi berxwedana Rêber Apo, tevgera me û gelê me komplo hat pûçkirin, ev yek bû derba herî mezin a ku li komploya navneteweyî hate xistin. Bi hucreya mirinê ya li dijî Rêber Apo, plana tesfiyekirina qada siyasî û gerîla û dorlêgirtina navneteweyî û herêmî, dixwazin komploya navneteweyî îro dewam bikin. Belê ne mumkin e ev serdeçûn jî bi ser keve. Di qonaxa em gihîştinê de li pêşiya hêzên komploger ên navneteweyî ti riya din nîne, divê xeta çareseriya demokratîk a tevgera me ya veguherî çandeke civakî qebûl bikin û li ser vî hîmî çareseriyê pêş bixin. Ji ber vê yekê em bang li hêzên di nava komploya navneteweyî de cih digirin dikin da ku vê heqîqetê rast bibînin û binirxînin."

Komîteyê ev bang jî li gel kir:

"Em bang li gelê xwe jî dikin ku bi awayekî xurttir hêzên komploger ên navneteweyî protesto bikin, û ji bo ku baştir xwedî li Rêbertiyê derkevin, di salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê sibatê de, çawa ku veguheriye rêûresmekê, rojiya rûmetê bigirin, reş li xwe bikin û jiyanê bitevizînin."

No comments:

Post a Comment